Têngiz Siyabendî – Kurmanciya Ermenistanê

Kurmanciya Ermenistanê

 NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ

Êzdiyên ku niha li Ermenistanê  dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê ve hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha  kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Rewşa devokê

Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in. Sedsala 20-an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934-an de li Ermenistanê pêk hat zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.

Niha û di dîrokê de çi ziman an zaravayan tesîr li devokê kiriye?

Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser kurmanciyê hebûye wisa jî bandora kurmancî li ser wan hebûye. Dema Sovyetê de bandora rûsî û herwiha ermenî jî li ser kurmanciyê hebûye. Ev yek di pirtûkên ku wê demê de hatine weşandin de baş xuya dibe.

Taybetmendiyên din yên dengnasiyê

Di kurmanciya Qafqazûsê de 38 tîp hene û ji wan 29 tîp dengdar in, 9 jî dengdêr in. Ji bilî van 38 tîpan çend tîpên din jî di nav hin peyvan de tên bihîstinê.

Va ye ew tîp in:

A’ – A’rif, a’ciz…

E’ – e’rebe, e’wir, E’lî…

Î’ – Î’sa…

O’ – O’rîn…

U’ – u’lm…

I’ – i’ntîn…

X’ – ax’a, box’e, bax’, dax’…

Pifdarî

Bêpif (nerm) – ç, k, p, r, t

Bipif (req) – ç’, k’, p’, r’, t’

Ç – Ç’ (çar, ç’are)

K – K’ (ker, k’er)P – P’ (pîr, p’îr)

R – R’ (mar, mer’)

T – T’ (tu, t’u)

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû

Ez                                  Em

Tu (ti)                           Hûn

Ew                                 Ew/Ewana

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî

Min (Mi)                        Me

Te                                   We

Wî/Wê                          Wan/Wana

Cînavê veger «xwe» wek «xa» tê xwendin.

Wek din jî W bi piranî ji komdengê XW dikeve:

Ez dixazim.                   Em dixazin

Tu dixazî.                      Hûn dixazin

Ew dixaze.                    Ewana dixazin

Li kurmanciya Rewanê de cînavê hevber «hev» (hevdu) e.

Em hev (hevdu) nas dikin.

Taybetmendiyên din yên cînavan

Carna di helbest û stranan de di pêşiya cînavka «ez»-ê tîpa «w» jî tê bikaranîn.

wez

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Ji bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” tê bikaranîn.

mezintir, baştir

Herwiha «diha mezin, zehf (gelek) baş»

Ji bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn”  tê bikaranîn

mezintirîn, baştirîn

Herwiha ”herî mezin, yê/a mezin” jî tên bikaranîn.

Herwiha rengdêra ”lapî mezin, pir mezin” jî tên bikaranîn.

HOKER

Hokerên giştî aha tên gotin:

çanî (çawanî), kengê, çiqas/çend

aha (ha), usa (bi wî awayî), haqas, ewqas, vî, han,

duhu (rojek berî îro), duhunapêr (du roj berî îro), betirpêr (sê roj berî îro)

îro, sivê (rojek pêştî îro) , dusive (du roj piştî îro),

sive, roj, êvar (şev),

îsal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha), betirpêrar (sê sal berî îro)

vira (vê derê), wira (wê derê), hemû ciya

erê/belê, na/na xêr, belkî, diqewime

Li Ermenistanê cûreyên silavkirinê:

Siva xêr (spêde, beyanî baş)

Roj xêr (roj baş)

Êvar xêr (Şev baş)

DAÇEK

Pêşdaçekên devokê ev in:

“pê, bona (sava), ij (ji), li, di, nav, ber, ser, devokê de aha tên gotin

Bo nimûne:

pê kêrê

bona (sava) min

ij (ji) te

nav wan de (di nav wan de)

Ew çû ser avê

Ew çû ber pêz…

Paşdaçekên bingehîn bi awayê «da, ra, va» tên bikaranîn. Li Ermenistanê ew berê bi hev navdêra beriya xwe ve dihatin nivîsîn:

Mal-da (li malê, di malê de)

mera (ji me re, bo me)

jorva (jor ve, ber bi jor)

Komdaçeka komîtatîv ”pêra” ye. “Li gel, di gel” nayên bikaranîn.

GIRÊDEK

Girêdekên di vê devokê aha tên gotin:

lê,

çimkî, heger, hela,

loma, lema, xût, yanê,

heta, hema, gava, îdî, de,

ya ku, ê ku, êd ku, çi ku,

wextê, herkê, mesele,

Taybetmendiyên din

Ku, belê, bes, jî, wekî, jî…jî, ne…ne, him-him, yan(ê) …yan(ê), çawa…usa, çiqas…ewqas, hema…hema û hwd.

HEJMAR

Hejmarên sade

Hejmarên 1-9 aha tên gotin: Yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe

Hejmarên 10, 20, 30 – 90, 1000 aha tên gotin: Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, nod, hezar

H–ya peyvên di navên 7, 17, 8, 18, 70, 80 û 1000 de wek H-ya “Hesen” e.

Hejmarên rêzî

Di çêkirina hejmarên rêzî de bêtir paşgira «-a» tê bikaranîn.

Bo nimûne «duda, sisya, çara, pênca, şeşa, hefta, heyşta, neha, deha û hwd.

Taybetmendiyên din yên hejmaran

Di navbera hejmaran de peyva “û” nayê bikaranîn an kêm caran tê bikaranîn:

21: bîstyek

140: sedçil

1150: hezarsedpêncî

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

Paşgira nediyariyê «-ek» e . Bo nimûne:

”tiştek, sêvek”

Raveka pirhejmariyê «-ên», ”-êd”, «-ê»  ye. Bo nimûne:

”sêvên min, kitêbêd teze (nû), sêvê min,

Raveka yekhejmariya nêr û mê bi vî awayî ye:

Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên nêr “-ekê” ye:

«baltekê min» (bivirekî min)

Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên mê “-eke” ye:

«kitêveke min» (kitêbeke min, pirtûkeke min)

ÇEMANDINA LÊKERAN 

Pêşgira berdewamiyê ”di-”ye.

Bo nimûne:

ez divêm, ez divêjim (ez dibêm, ez dibêjim)

tu divînî (tu dibînî)

ew dixwaze

Pêşgira dema bêt (dema were, future) «ê», «wê» ye.

ez ê bêjim, (ew) wê bibêje

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de

Ez divêjim         Ez ê bêjim

Tu divêjî           Tu ê bêjî

Ew divêje           Ew ê bêje

Em divêjin         Em ê bêjin

Hûn divêjin         Hûn ê bêjin

Ew divêjin          Ew ê bêjin

Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn

Ez ê sêvekê bixwim.

Formên raweya subjunktîv

“ez ê bixwim, min ê bixwara, min xwaribûya…”

Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye. Bo nimûne:

”neke, nêbêje!”

Dijwateya ”heye, hene”, ”tine ye, tine ne” e

Dijwateya ”ew kurd e, ew kurd in” hem bi “ne” + kopula û hem jî bi “nîne, nînin” dibe:

ew ne kurd e, ew ne kurd in»

ew kurd nîne, ew kurd nînin» e

Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de bi vî awayî diçemin:

”ez divim, didim, dikim”

Lêkera alîkariyê ”karîn” e:

Dema niha: ez dikarim, tu dikarî, ew dikare

Neyîniya wê: Nikarim, nikarî, nikare

Lêkera ”çûn” di dema niha de aha diçeme:

ez diçim, tu diçî, ew diçe

Neyîniya wê: naçim, naçî, naçe

Lêkera “hatin” di dema niha de aha diçeme:

ez têm, tu têyî, ew tê

Neyîniya wê: ez nayêm, tu nayêyî, ew nayê

DENGNASÎ

Hinek cudahiyên dengnasî yên devokê ji kurmanciya giştî hene.

B-ya paşvokalî (li dûv vokalan) dibe V. Bo nimûne:

ez divim (ez dibim), tu divê (tu dibêjî/dibê), ew navîne (ew nabîne)

Komdengê ”xwe-” wek «xa» tê gotin. Ji bo nimûne:

xa, xaş, Xadê, xara, xaxa û hwd.

Komdengê ”xwa-” wek «xa» tê gotin

xarin, vexarin,

Komndengê “xwî-” wek “xû-” tê gotin. Bo nimûne:

xûn, bixûne

Di peyvên ”çav, mar” de A wek E’ tê gotin:

çe’v, me’r

H li dawiya navê hejmarên 11-19 nîne: Bo nimûne:

yanzde, çarde…

Hin tiştên din derbarê kurmanciya Kafkasyayê de

 Niha li Ermenistanê civaka me dabeşî du beşan bûne ji wan yek dibêje ku bi kurmanciya kurdî dipeyive, lê yê din jî dibêje ku bi êzdîkî dipeyive. Divê em destnîşan bikin ku tu cudahî di navbera zimanê wan de tuneye.

Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de dikare li ser sê qonaxan de dabeş bibe:

Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) – 1921

Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov – 1929

Alfabeya Krîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944

1930→ Riya Teze di destpêkê de bi tîpên latînî çap dibe, lê di 1937-an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî.

1921-1937→ 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin.

Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata rûsî û ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin

Têngîz Siyabendî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *