Pala xwe dabû darê, bi çar çavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên kuskusandî, wê dixwest hemû derdorê di çavên xwe de bi cih bike. Guhên wê li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinîbû! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevdu re dipêşbirkê de bûn. Her duyan bi hev re hestên wê ditixtixandin…
Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja wê ve dibir. Hest zindî dibûn. Carinann ew di nava deryaya kul û derdan de dixeniqand, carinan hestên wê di navaşahî û keyfxweşiyê de difurand!
Demekê dilînî bû, gewriya wê tije bû, nikaribû qorziya xwe ne bibe, ne jî bîne. Ji qorziyê xwe hilda jor, çav bi rondikan tije bû, bayekî xerbî li porê wê da, çend peşkên baranê jî barîn. Pêşkekê li çavê çepê da, bi peşkê re bêyî vîna wê rondikan xwe bera jêr da. Wê kêliyê bi xwe û paşeroja xwe ve mijul bû. Ne deng di bihîstin, ne jî tiştek didît. Wê kêliyê ew, rondikên çavan û fizîna bayê xerbî, di hembêza hevdu de bûn!
Piştî qederekê bi ser xwe ve hat, qorziya wê vebûbû û henase diçû û dihat. Dîsa bi heman awayî, bê lebat derdor raçav dikir. Dema ku bayê xerbî porê wê mizdayî û rondik barandî, min ew raçav dikir. Erê ez ji xwe amin bûm ku wê nas dikim lê li ku û ew kî bû? Wê kêlîkê min dikir û nedikir nedihate bîra min. Ez ketim bîra xwe. Bîra min ez li çiya gerandim, birim ciwaniya min. Na ew di nava wê demê de tune bû…
Min xwe berda kolanên zarokatiyê, carinan dibîbikên çavên min de hevalên zarokatiya min zindî dibûn. Ew carinan dihat û di çû. Na, na û sed carêndin na. Nedihat, di kûrahiya bîra min de winda bû! Çiqasî min xwe berda bîrê, sancoyê zor da mêjî, demekê min got ji êşa serî ha çavên min birijin, ha birijin. Ew çiqas bû ez li bîra xwe digeriyam, wê ew derdor welê raçav dikir nizanim.
Bi dengê Murat Karayilan re, Serê xwe rakir, bişrînekê xwe li rû pêça û di heman demê de çavên min li çavên wê aliqîn. Her tiştê bîra min belav bû, ew tenê ma. Erê ew bû, heval û cîrana zarokatiya min. Em di heman rojê de ji dayîk bûbûn, malên me cîranê hevdu bûn. Me di heman rojê de dest bidibistana seretayi kiribû û bi hev re ji destê mamostayê ku me bi zimanê wî nizanibû û ji bona ku me zimanê wî nizanî bû zile xwaribû. Erê ew bû, ji xwe bawer çûme nik rûniştim û bi dengekî bilind silav dayê. Hîç berê xwe bi min ve nekir, tiliya xwedanî ser lêvên xwe û got ‘hiiiişşş!’
Tenê li hêla dikê dinerî û bi baldarî li Murat Karayilan guhdar dikir. Min jî heman tişt kir. Çawa axaftin qediya li min nerî û bi navê min î nû got;’hevalê Xoşeng.’ Me hevdu hembêz kir. Bi bêrîkirina salan me nedixwest ku ev hembêz kirin bi dawî bibe. Hestên min serî ji hiş, vîn û her tiştî stand, rondik mîna baranê barîn û bû îskeîska min. Bi ken got:“Min nizanîbû tu ew qasî dilîn î, lewra bi awayekî din min kirinên te dibihîstin.
Çawa haya wê ji min hebû, li ku bihîstibû? Dema ku neyar gundê me şewitandî, em deh salî bûn. Ew çûbûne metropolan, em mabûne li bajarokê xwe. Îca min pirsî bê çawa kirinên min bihîstine. Bi ken got: ”Min wêneyê te û hevalan dît. Min tu di cih de naskirî. Tê bîra te dema ku em li mala we ji xwe re dilîstin, te hîle li min kir, ji hêrsa bi wê kêra kalanî min lamikate birîbû, bi wê dirhê min tu naskirî. ”
Çawa nedihate bîra min hîn jî cihê wê belî bû. Destê xwe danî ser lamika min û dom kir: ”Min ji hevalan pirsa te kir, gotin wê li Heftenînê ye, di demeke kin de dê bi vir ve were. Îca min ji hevalên ku hûn bi hev re mayî pirsa te dikir, kirinên te ji wan hîn bûm…”
Sohbeta me dirêj bû. Çend carî di şer de birîndar bûbû, ji hevalan qetiyabû, bi tenê mabû. Lê ligel hemû zor û zehmetiyê xwe gihandibû hevalên xwe. Min pirsî wê bersivand, wê pirsî min bersivand. Em li heman herêman, di demên cuda de mabûn, di şevreşên welat de me pêl şopa hev kiribû. Haya min hîç jê tune bû lê bi wêneyê min, ew ji min haydar bû. Piştî çil salî me li Dortmunda Almanyayê di Festîvala Aştî û Civaka Demokratîk a 33yan a Çand Û Huner a Navnetewî ya Kurd de hevdu dît. Ew du meh bû ku ji çiyê hatî. Em bi coş û moral bûn. Lewra xeyala me hasil bûbû. Gel kurd û dostên xwe bi coş bûn. Hemûyan dilsoziya xwe ya bi serok û welat re raber dikir.
Dema em ji hev veqetiyan got: ”Heval bi hêviya ku em li nava baxçeyên xeyalan hevdu bibînin, bimîne di nava hêviyê de…”
Me careke din hevaltiya pêncî salî nû kir û min navê wê yê çiyê pirsî. Bi ken got: ”Sarya.” Belê min navê wê pir bihîstibû lê min nizanibû ku ew Sarya ye…
Osman Kapan