ŞIVANÎ (Şivanên Kurd)- Bahadîn Robar

Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji hemû zarava û zimanên Hînd-Ewropî diyar dibe ku kok û raya peyvê ji heman jêderkê derketiye û ew jî xwe dispêre erdnîgariya Kurdistanê ku cara yekem pez/terş lê hatî xwedîkirin.

Di dîroka mirovahiyê de cara yekem di serdema neolîtîkê de li Çiyayên Zagrosan, yanî di Kevana Zêrîn de pez hatiye kedîkirin û xwedîkirin. Weke tê zanîn kevana Zêrîn Kurdistana îroyîn e. Ev jî tê wateya ku gelê cara yekem (ji bo vê peyva pêşîn pêşniyar dikim) pez xwedî kirî û şivanî kirî pêşiyên kurdan in. Di destpêka civaka xwezayî de karê şivaniyê karekî pîroz bû. Ji ber ku xwedîkirina pezî ji gelek hêlan ve kêrî karê wan dihat. Şîr û goştê pezî dihat xwarin û vexwarin, ji hiriya pezî cil û berg û nivîn dihatin çêkirin, herwiha ji kevilê wan ango ji eyarê pezî jî gelek tiştên weke pêlav, sermil, amûrên avê û hwd. dihatin çêkirin.

Di dîroka olên semavî de jî şivanî cihekî gelek girîng digire. Di pirtûka pîroz a cihûyan Tewratê de tê gotin ku gelek pêxemberan şivanî kiriye. Jixwe em dizanin hz. Mûsa jî dema ji Misirê revî û çû Medyenê li wir şivanî kir. Di Încîlê beşa Lukayê de (2:8-20) dibêje jidayîkbûna Îsa pêşî ji şivanan re weke mizgînî hatiye ragihandin. Di Îslamê de jî şivanî cihekî girîng digire. Hz. Muhamed di hedîseke xwe de (Buharî, Îcare, 2) dibêje; tu pêxember nemane ku şivanî nekiribin. Her wiha hz. Muhemed li ser pirsekê dibêje; min demekê di pêşberî diravan de şivanî kir.

Di nava eşîrên Botanê de wisa tê bawerkirin ku dema kesek heft salan şivaniyê bike gelek nexweşî ji destê wî/wê şîfayê dibînin. Kesên şivan di nava civaka kurd/Botanê de xwedî siyanet û nirxekî giranbiha bûn. Ji ber ku şivan sermiyanê mal û malbatê bûn. Di heman demê de ew tim di nava xwezayê de bûn û bi sedan pincar û giyayên xwarinê û yên weke derman dihatin bikaranîn nas dikirin û pêşkêşî civakê dikirin. Her weke din şivanan tevahiya herêma ku lê dijîn, çol û çiya, deşt û zozan, berî û gelî û gir û kortikên wê nas dikirin. Ew pisporên erdnîgarî û botanîkê yên xwezayî bûn. Lewre di civak û çanda kurdan de şivan pîroz bûn.

Lê mixabin di roja me de pîşeya şivaniyê di nava civakê de weke karê kesên nezan, xeşîm, kêm û biçûk tê dîtin. Lewre dema kesek bixwaze kesekî rexne bike û biçûk û nezan bide nîşandan jê re dibêje; ‘’tu nikarî şivaniya du mihan bikî’’. An jî ji bo yekî dibêjin; ‘’tu ne hempayê min î, tu nabî şivanê min jî’’. Lê di esasê xwe de hem ji bo kurdan û hem jî ji bo civaka Rojhilata Navîn Şivanî karekî pîroz e.

Li Botanê heta salên 1980’yan jî hema bêje ji %90’ê gel sewalkarî dikir. Ji gelê Botanê herî zêde koçeran pez xwedî dikirin. Çiyayiyan û dêmaniyan jî pez xwedî dikirin, bes ne bi hejmarek zêde. Lê her maleke koçer herî kêm sed û heta bi hezaran pez xwedî dikirin.

Piraniya koçeran şivanên wan xwemalî bûn, yanî ji malbatê bav, bapîr, kur, bira, mam û pismam bûn. Lê hinekan şivan ji bo 6 mehan radigirtin. Şivanên di berdêla heqekî de şivanî dikirin, ji nîsan-gulanê heta îlon-cotmehê yanî ji bo 6 mehan dibûn şivan. Şivanên xwemalî pezên xwe yek bi yek nas dikirin. Weke mînak; hezar pez hene. Şivanî ew her hezar pez dido dido dikirin cotên hev (pezên rû û şêweyê wan mîna hev). Her pezekê navekê wê yan jî rengekî wê hebû û şivanî li gorî rengê rûyê mihan ew dikirin cot. Dema bixwestana pezê xwe bisehîne yan jî bijimêre li ber rêza pezî disekînî û bêyî ku bijimêre tenê li wan dinêrî heta pez tevahî li ber çavên wî re derbas dibûn. Piştî pez hemû derbas dibû çend heb pez kêm bûna şivanî dizanibû. Bo nimûne, digot; miha kurqemer, kavirê miha risera hemdanî xuya nakin. Weke ku mirov li ber rêza xwendekarên dibistanekê bisekine û ji hezar xwendekaran kî wê rojê nehatibe dibistanê bêyî ku navên wan bixwîne bizanibe, welê pezê xwe nas dikirin. Şivanê herî zana û pispor dibû ‘serşivan’, şivanê ciwan û nû dest bi şivaniyê dikirin dibûn ‘dûvajo’. Dûvajo tenê emirberê serşivanî bû.

Şivanan hem ji ruhiyeta pezî, hem jî ji tendirustiya pezî fêm dikir. Mînak; dema pezek nexweş bûya şivanî dizanî ew peza bi çi nexweşiyê ketiye û dermanê wê çi ye. Digot li gorî rewşa liv û tevgera wê ew bi zerikê ketiye, bapêşo bûye, guhanêşo bûye/li guhanan daye, pişiko bûye, vijikî bûye û hwd. Li gorî van nexweşiyan piranî dermanên wan bixwe çêkirî didan pezên nexweş. Lingê pezekê bişkesta şivan bi xwe lingê wê vedigirt, dipêça û sax dikir. Heke birînek li pezekê çêbûya û demekê nehatiya zanîn û kurm biketa nava birînê şivanî bi dermanên bi navê qeteryan û tendiryot ew derman dikirin.

Her wiha şivanan dizanibûn kengê pezî têr çêre xwariye û yan jî birçî ye. Kîjan dema rojê ji bo çêrandinê çêtir e, kîjan erd bijon e û giyayê kîjan erdî ji bo pezî baştir û xweştir e. Wan dizanibû kîjan demsalê kîjan cureyê êm û alif ji bo pezî baştir e. Ji bo pez ji ber germa deştê rizgar bibe û têr çêreyê şîn û ter bixwe, di meha gulanê de ligel malên xwe pezê xwe dibirin çiya û zozanên bilind. Ew riya 15-20 rojan bi rê ve diçûn û pezê xwe dibirin zozanên herî xweş û têrçêre.

Li zozanan bi sedan cure giya hebûn û hinek ji van giyayan bijehrî bûn. Şivanan pezên xwe ji deverên giyayê bijehrî lê heye diparast. Lê giyayên herî ter û xweş; nêrûbend, mend, heliz, zirvik, çever, siyambo, giyareşk, gêndel, kinefs, nefel, kerkol, stirik, pîjan, cantire, ket, kîwing, giyayê mêrgan û bi dehan giyayên din ên sûdwer hebûn û şivanan cihê wan yek bi yek dizanibûn û pezên xwe lê diçêrandin.

Bêyî ku agahiya wan ji meteorolojiyê hebe, wan li asîmanan dinêrî û dizanibû kengê wê şilî bibare, kengê bahoz, badev û bablîsok dê rabe. Li gorî hestên xwe pezên xwe dibirin cihê herî ewle ku şikeft û perestgeh lê hene. Li gorî hejmara pezên xwe dizanibûn zivistanê dê pêdivî bi çend elb ceh û çend ton ka û êm hebe. Her wiha dîsa wan dizanibû kîjan demê rojê pez tî dibe, kengê divê bên xwêdan û avdan. Ji bo rihetiya pezî şivanan dema mexelhatina wan, dema razandina wan, dema rakirin ango hişyarkirina wan û heta zivistanan dema zêde di hundir de diman ji bişkul û mîza xwe bikin jî dizanibûn û ew radikirin ser piyan digerandin. Şevê ji rakirin û çêrandina pezî re ‘’şêvîn/şevîn’’ tê gotin.

Şivanên kurdan û bi taybetî şivanên koçerên Botanê xwedî pisporiyeke mezin a şivaniyê bûn. Lewre şivanan dizanibû kengê dema beranberdanê ye, ango dema têkiliya zayendî ya mih û beranan. Havînan di meha tebaxê de beran berdidan nava mihan. Zivistanê di hema çile de dema zayîna mihan bû, lewre şivanan dizanibû kîjan rojan kîjan mih wê bizê. Piştî pezê wan diza yek bi yek bi wan re eleqeder dibûn û mihên banû û yên nebanû tesbît dikirin. Mihên banû berxên xwe dimêjandin, lê yên nebanû nedihiştin berxên wan, wan bimijin lewre şivanan bi azmûn û pisporiya xwe ew mihên nebanû banû nas dikirin. Şivanan berxên mêjok yanî berxên diya wan mirî li ber mihên din dimêjandin.

Ji meha adar û pê de berx ji ber mihan digirtin û zarokek an jî ciwanek dibû berxvan. Piştî danê sibehê pez didotin û şûnde berx berdidan ber makan. Bi qasî saetek didoyan şunde careke din berx ji ber makan digirtin û keriyê berxan cuda û ya mihan cuda dibirin çêrandinê. Dema hewa germ dibû û hiriya li ser pişta pezî li wan dibû bar û bela yanî di meha gulanê de şivanan biryara pezbirê dida û bi alîkariya dost û hevalên xwe bi serenomiyeke bi navê cewêziyê hiriya pezê xwe tev diqusandin.

Şivan rêberê pezî ne, lewre ew dizanin kengê çi ji bo pezî pêwîst e. Di destpêka meha gulanê de şivanan berê pezê xwe dida zoznan. Zozan sar bûn. Hêj gelek dever di bin keviyên berfê de bûn. Ji ber vê yekê diviya şivanan xwe ji sermayê biparasta. Şivanan xwe bi kulavên şivaniyê ji sermayê diparast. Kulavê şivaniyê ji hiriya mihan dihat çêkirin. Kumek di şêweyê kovikê de yê navê wî temtûl bi serê kulêv ve didirûtin û kulav ji serî heta binî naylon dikirin. Bi vî lewnî hem kulav ji ber baranê şil nedibû û hem jî hewa lê nediçû û mirov germtir dihişt.

Di dawiya meha tîrmehê û destpêka meha tebaxê de dema berxbirê bû. Ji ber şivan livaya (pûrt) berxan biqusînin gazî çend xortên nava êlê dikin û di dol an jî di goleke avê deberxan yek bi yek dişon. Piştî şûştina berxan rojekê dîsa bi serenomiyeke mezin û bi alîkariya şivan û xortên êlê roja Berxbirê (cewêzî) li dar dixin. Di roja berxbirê de, heqê şivanên bi berdêl şivaniyê dikin tê dayîn û ew roj ji bo şivanan weke rojeke cejnê ye.

Şivan di heman demê de bêrîvan in jî. Heke bêrîvan kêm bûna ew bixwe pezên xwe didoşin. Karê bêriyê li gorî eşîran tê guhertin. Di nava hin eşîran de rêza bêrîvan ji 9-10 kesan, di nava hinekan de jî ji 4-5 kesan pêk tê. Her bêrîvanekê pezê malbatatekê (xwe) didot. Şivan piranî li serê bêriyê radiweste.Dema pez didoşin jî di heman demê de dêhna xwe didin pezî ka kîjan mih kêm e, yan jî winda bûye.

Xwarina şivanan (ji bo şivanên Botanê) piranî tiştên ji şîr hatine çêkirin bûn. Yanî penîr, sîrik, jajî, şijik, mastê kîsan/mastê danizilandî û her wiha dema bêrîvan ji bo dotinê ji malê diçûn bêriyê ji şivanan re savar, danhûrk, heftto, niqniqank û kêm caran jî fêkî dibirin. Lê şivan ji ber pezên ku dimirin tu caran bê goşt nediman. Bi gelemperî şivanan sibehan taştê bi şîrê nûdotî dikirin. Ji ber ku min jî heta dazdeh saliya xwe dem deman şivanî kiriye baş dizanim.

Ji her keriyeke pez diviya herî kêm şivanek bi çek bûya. Li deştê piranî çekên şivanan demance û çifte bûn, lê li zozanan ku dûrî leşker û qereqoan bûn keleşkof, sînenof, birno û hwd. hildigirtin. Dîsa her keriyekê pezî kerek ji bo kulav, xwarin, pezê nexweş, yên dizên û yên tên serjêkirin lazim bû û piraniya şivanan kerek di nav pezê xwe de bi xwe re bigeranda.

Weke encam ji serdema neolîtîkê (beriya 12 hezar salan) ve kurd pezî xwedî dikin û heta demeke nêzîk jî ji nîvê kurdan zêdetir debara xwe li ser sewalkariyê dikir. Ji ber vê yekê sewalkar û bi taybetî şivanên kurd der barê çêrandin, tendurîstî û jiyana pezî de xwedî azmûn û zanyariyên gelek mezin in. Her wiha ew xwezayê û riwekan jî baş nas dikin û xwe û jiyana xwe li gorî wê li hev tînin. Hezkirina xweza û ajalan û hest û fikrên parastin û rêzgirtina ji bo hemû zindî riwekan di mejî û giyanê şivanên kurd de hatine nexişkirin.

Parveke