ŞIVANÎ (Şivanên Kurd)- Bahadîn Robar

Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji Hemûyê bibînê…

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ-Bahadîn Robar

Li gorî lêkolînên zanistî û encamên xebatên arkeolojîk pêşiyên kurdan ji berî zayîna Îsa 10 hezar salan li Mezopotamyayê ji jiyana koçberî derbasî jiyana dêmanî bûne. Ango derbasî serdema gund û çandiniyê bûne. Qewmên ku cara yekem gund ava kirine û çandinî ji xwe re kirine karê debarê bê guman protokurd (dapîr û bapîrên kurdan) in. Kurd ji destpêka gundewariyê li Zagrosan û Mezopotamyayê niştecih bûne. Mezopotamya herêmeke ji hemû aliyan ve gelek dewlemend e. Bi dar û daristanan, bi çem û robaran, bi deşt û zozanan û bi çiya û geliyan weke bihuştê ye. Heta di wê serdemê de Hemûyê bibînê…