SARYA – Osman Kapan

Pala xwe dabû darê, bi çar çavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên kuskusandî, wê dixwest hemû derdorê di çavên xwe de bi cih bike. Guhên wê li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinîbû! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevdu re dipêşbirkê de bûn. Her duyan bi hev re hestên wê ditixtixandin… Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja wê ve dibir. Hest zindî dibûn. Carinann ew di nava deryaya kul û derdan de dixeniqand, carinan hestên wê di navaşahî û keyfxweşiyê de difurand! Demekê dilînî bû, Hemûyê bibînê…