Kamran Simo Hedilî – Çima bêtifaqî? – 2

Çima bêtifaqî? 2

Ev dem û hemû demên we xweş bin, xwendevanên hêja û birûmet. Ez ê cara duyem jî bi gazind û rexeyên zaneyê mezin Ehmedê Xanî dest bi nivîsa xwe ya li ser bêtifaqiyê bikim.

”Kurmanc ne pir bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xwedan in.”
Ehmedê Xanî

Bi vê kurtenivîsê mabesta min ne ew e, dîrokê binivîsim. Lê dixwazim hin sedemên bêtifaqiya îro û bersiva pirsa çima Kurd ji fersendên têne ber deriyê wan nizanin sûd jê werbigirin, binivîsim.
Ji bona bersiva vê pirsê rast werê dayîn, divê mirov li dîroka Kurdan binêre da sedemên ketin û rabûnên wan bizane. Berî vêgan bi du hezar û heştsed salî rewşa pêşiyên Kurdan mîna ya îro bû. Wê serdemê jî gelek federesyonên êlan ên xwe mîna dewletan serbixwe didîtin hebûn. Wê demê jî hêzên wan, ne hêzek yekgirtîbû. Li aliyê din hêzeke weke împaratoriya Asurî hevsinorê wan hebû, hero êrîşî wan dikir, nîvdewlet û federesyonên wan tarûmar dikirin. Ew ji xakê wan dûr dixistin û ji xwe re dikirin kole. Îro jî heman rewş heye ji rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakur hêza Kurdan ya siyasî, dîplomasî, aborî û leşkerî heye. Heke bizanin hêza xwe bikin yek û bi hev re hevkariyê bikin, hêza wan ji ya dewletekê nekêmtir e. Lê weke serdema berî tifaqa Medan, dîsa her partî xwe xwediyê herêma xwe û nîvdewlet dibîne. Ji ber yekîtiya xwe çênakin, dewletên welatê wan li hevparkirine, hero bi bihaneyên cuda êrîş dikin, pêşeng û zaneyên wan dikujin, gund û bajaran xirab dikin, wan ji welatê wan derdixin.
Bê çawa wê serdemê Medan, zanîn pêşî tifaqa xwe çê bikin, piştre li hevkariyê bi gelên derdora xwe re bigerin û bi saya wê tifaqê karîn li dijî împaratoriya herî xurt serîhildin û bi serkevin. Kurdên îro divê ji ezmûna pêşiyên xwe dersê derbixin û bizanin heta yekîtiya xwe çênekin, dê nikaribin azad bijîn. Bi yekîtiyê, pêşiyên wan karîn li dijî împaratoriya gelên herêmê bi tirsa leşkerên wê, zarokên xwe radizandin, biserketin. Heta roja me jî hê ew çîrokên tirsa leşekerên Asurî têne gotin. Ti dewletan xwe li ber hêza artêşa împaratoriya Asurî ne digirtin. Lê pêşiyê Kurdan bi çeke tifaqê ew împaratoriya mezin têkbirin û demeke dirêj li nav xweşiya azadiyê jiyan. Ji sinorê Girêkiyan heta Hîndê, ji sinorê Misrê heta Çînê gelên wan herêman bi awayekî azad û bêyî hevdu qir bikin jiyan. Li bin hikumdariya Medan, herêm bi leşkerî, aborî, çandî û civakî bi hemû awayî pêşket. Li wê serdema zêrîn zaneyekî mîna Zerdeşt pêxember derket û felsefeya wî bandor li gelek ol û felsefeyên cîhanê kir.
Lê mixabin bi xirabûna tifaqa Medan re împaratoriya wan jî belav bû û herêm kete nav şer û pevçûnan. Piştî tifaq xirab bû, leşkerên dewletên biyanî li ser welatê wan ji bona talankirinê, hespên xwe bezandin. Her cara leşkerên biyanî dihatin bi deh hezaran mirov dihatin kuştin û dîl dihatin girtin. Êrîşên talankirin, dîlgirtin û kuştinê wer kir, Kurd pişta xwe bide zanînê û pêşketinê. Dev ji bajaran berdan, hin li herêmê çiyayî bi cih bûn û hin jî koçber bûn. Ji Kurdên ji ser xakê xwe hatin koçberkirin re ji zanînê pirtir, xwarinpeydekirin û xweparastin girîng bûn.
Wê rewşa nexweş û kambax hetanî hatina Ereban ya bi navê misilmaniyê berdewan kir. Bi şerê berî niha bi hezar û pêncsed salî, êdî rûpelekî nû li dîroka Kurdan vebû. Bi dagîrkirinê re

bişaftin, helandin û dîroka xwe jibîrkirin dest pê kir. Wê rewşa zehmet û nexweş berdewamkir hetanî şerê Ereban ên navxweyî destpêkir.
Bi destpêkirina şer û pevçûnên Ereban ên ji bona hikumdariyê re, fersendeke dîrokî kete destê Kurdan. Ji heftsedî heta hezar û pêncsedî li ser welatê Kurdan hêza ti dewletan zêde nebû. Lê pêşeng û rêberên Kurdan ne bi xweşî bûn yek û ne jî yek derket bi xurtî hemiyan bike yek. Li wê serdemê bi dehan dewletên biçûk û mezin ên mîna dewlata Merwaniya ya ji Riha heta Wanê, ya Şedadiyan ya ji Ezerbêcana îro heta Xoristan ji qefqasan heta başûrê Kurdistan herêmên berfireh di bin destên xwe de digirin ava bibûn. Li wan sedsalan gelek mîrneşînên din yên ne kêmî wan jî hebûn.
Dixwazim li wê serdemê mînakekê ji Rusya bidim, da mijar baştir şikere bibe û werê têgihiştin. Li wî çaxî Rusya jî li navbera kinyazan (mîran) weke Kurdistanê hatibû dabeşkirin. Her mîr xwe mezin dibîne û naxwazin bi yekî din re bibe yek. Îvan Groznî mîrê herêma Moskova hemû mîr û rêvberên olî vedxwîne seraya xwe û ziyafetekê dide wan. Li civîna rêveberên olî û mîrên xwe mezin dibînin, yeko yeko ji wan dipirse, ´´tu çi yî?´´ Hemû dibêjin, ´´ez kinyazê filan herêmê me.´´ Careke din dipirse, ´´ez kî me?´´ Bersiva, ´´tu jî kinyazê herêma Moskova yî,´´ digire. Îvan Groznî li wir dibêje, ´´ez çarê hemû Rusya me (kralê hemû Rusya me) û hûn hemû kinyazên çarîtiya min in. Yên çarîtiya min qebûl nakin li nav we hene?´´ Mîrên Rusya bêdilovaniya Îvan ya li dijî kesên tifaq xirab dikirin, dizanîn. Ji ber wê bêdilovanî û biryardariya wî ya şerê tifaqê, navê Îvan Vasîliyevîç, dibe Îvan Groznî. Di zimanê rusî de Groznî tê wateya rûtirş, rûbihêrs, miroznexweş, bitirs, û bixof. Ji berê de tirsa wî ketibû dilê hemû mîran. Dizanîn heke li dijî yekgirtinê û tifaqê derkevin dê çi were serê wan. Ji tirsa yên li wir hemû çarîtiya wî dipejirînin û Îvan Groznî dibe kralê yekem yê Rusyayê. Yên ne li wir jî bi çûna ser herêma wan çarîtiya wî dipejirînin. Yên napejirînin jî ji nav têne rakirin. Bi devê şûr û hêza leşkerî yekîtiya hemû Mîrên Rusya çêdike. Gelê Rusya hê îro xwe deyndarê wê kirina wî ya berî pênc sed salî dibîne.
Li wê serdemê ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve û ne jî zaneyekî mîna Diyako yê Med derdikeve da yekîtiya mîr û pêşengên çê bike.
Îro ji her demê pirtir pêwîstiya Kurdan bi pêşengên berî li tifaqa bi hêzên derve ve bigerin, bi pêşengên pêşî li tifaqa navxweyî bigerin heye. Îro pêdivî bi pêşengên ji bona tifaqê xwe ji ti fedekariyan nedin paş heye…

24.05.2023
Kamran simo Hedil

Navnîşana Maîla Nivîskar: kamransimo@hotmail.com

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *