Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê-Mihemed Kurdî

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê

Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye.Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê hatiye cihanê. Ji ber ku Mirado  ji mala kinê ye, ew jî bi vî navî( Miradê kinê) tê naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hene, lewre Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab ,çîrok û sitranên kurdî dibe û êdî ku digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê. 

Piştî  derketina wî ya ji gund nav û dengê wî li herêmên wek Mêrdîn ,Sêrt,  Êlîh, Kerboran, Kercews, Nisêbîn, Mîdyad û li gelek deverên Kurdistanê yên din belav dibe. Ji ber ku şêweya sitranên  Mirado ji yên dengbêjên din ên kurd cuda tir e,  çi dawet û şahî û şevbûhêrkên ku diçê  bi coş tê pêşwazîkirin û dengê wî yê zelal û zîz bandorê li gelek kesan dike. Her çiqas tomar kirina kasêtên kurdî qedexe bû jî lê piştî salên heftê yî bi tomar kirina kasêtan dengê Mirado  li hemî kurdên cihanê belav dibe û bi vî awayî gelek kes bi dengê Miradê Kinê dihese. Êdî gelek kesan hêvî dikirin ku di şahî û dawetan de biçine ber deng û ribaba Mirado, ji ber ku Mirado gelekî xweş li ribabê dide wek ”Mîrê Ribabê” jî tê pênase kirin.

 Ji aliyê darayî ve qedera Mirado jî wekî ya hemî dengbêjên  din ên kurd bû, ango lawaz bû.  Mirado ji bo ku karibe debara mala xwe bike ji aliyê  wezîrê avadaniyê yê wê demê Şerefettîn Elçî ve wek karmend li Sêrtê tê bicîhkirin. Mirado piştî ku bû karmend jî dev ji hûnera xwe bernade û her wekî berê sitranên xwe dibêje. Ji ber ku wê serdemê gotina sitranên kurdî qedexe bû Mirado jî wekî gelek dengbêj û hûnermendên kurd ji aliyê dewleta tirk ve gelek caran tê binçavkirin û îskencekirin. Mirado di gotareka xwe de wiha dibêje : Berî ku ez karmendiyê bikim dema ku polîsan ez digirtim û îşkence li min dikirin û ji min re digotin çima tu bi kurdî sitranan dibêjî û kasêtan tomar dikî, piştî ku ez bûm karmend îşkenceya  ku wan ji bo gotina sitranên kurdî li min dikirin zêde tir dibû û digotin , tu him  nanê dewletê dixwî  û dîsan jî bi kurdî sitranan dibêjî.

Gelek sitranên Mirado yên navdar wekî Seyrê û Eliyê Mamed,Xirabo, siwaro, Cîranê hene, lê di nav sitranên wî de sitraneke bi navê ”Firman e” heye ku li ser serhildana Mala Eliyê Ûnis bi xwe gotiye çi kes nikare wekî wî xweş bistirê. ka kerem bikin em bi hev re ii beşeka sitran mêzînin

Firman a…

Xalo li me firman a..

Bira bila kesekê zirtê xwe nedê

Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a

Û lê belê sond xwarina bi şêx Evdilqadirê Gêlanî

Maz û Evdiyê nava Nisêbînê

Û bi perda wî Weysel Qiranî

Sond xwarine wî sî salê Siltan şêxmûs

Bi wê qûbê û perda wan a

Û jin û namûs û pîrekên xwe

Bi sê telaqan berdana

Go emê serê xwe nakin şewqana

Emê destê xwe nakin kelemçana

Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a

Bira emê tu cara destê xwe nakin

Destê van bêbavên tirkan a

Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê

Me bixwe na

Bira bîra we nayê wextê ko şêx Seîd

Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê 

Û stûyê wî avêtina şerîtê

Bûkên serbizêrî

Bi serê mala xwe ve dageriyana……

Wek xuya dike dema mirov evê sitranê guhdarî dike, mirov gelekî hestiyar dibe û xwe di nîveka şer de dibîne.

Piştî evê sitranê Miradê  Kinê ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û îskencekirin.

Bi rastî jî bandora dengbêjan li ser civata me kurdan geleke, Miradê Kinê ji xwe li heremê ”Mîrê ribabê” tê pênasekirin. Bikaranîna ribab û deng gelek li hev tên ku tesireke mezin li nava dil dike. Bêgûman Miradê Kinê jî bi deng û sitran û ribab û bi şêweya xwe ya nûjen  bandorek gelek mezin li gelê kurd kiriye,  heta  niha jî gelek stranên wî tên guhdar kirin.Her wiha tesîr û bandora Miradê Kinê li ser gelek hunermendên wek Şivan Perwer û Ciwan Haco jî çêbû ye û gelek sitranên wî ji nûve ji aliyê hûnermendan ve tên şîrovekirin.

Miradê Kinê di dumahîka temenê xwe de nexweş dibe û ji ber nexweşiyê  17’ê kanûna 1984’an de li Sêrtê ji ber qeyranê rehmet dike. Gora Miradê Kina li Sêrtê ye.

Mihemed Kurdî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *