Têngiz Siyabendî – Kurmanciya Ermenistanê

Kurmanciya Ermenistanê  NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ Êzdiyên ku niha li Ermenistanê  dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê ve hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Çîroka Sînemê

ÇÎROKA SÎNEMÊ Min dixwest serboriya çîroka Sînemê fam bikim. Tevî ku ji zaroktiya xwe ve min guhdariya strana-payîzoka Sînemê kiriye jî, min peyam û çîroka wê ji binî ve nedizanî. Min xwest ji devê mirovekî ku ew jî bi qasî min hez ji vê payîzokê dike bibihîsim û tevnekê jê re deynim ku bibe roman, efsane û wekî tomarkirî ji kelepûra kurdî re bimîne. Lê ewqasî derfet û wext û cihwarê min nebû wisa berfereh binivîsim. Min jî guhdarî birayê xwe kir wexta ku strand, tomar kir û kurteya vê serboriyê, efsaneyê nivîsand, .Mesela ”çîroka sînemê”, meseleya zelamekî mela ye. Hemûyê bibînê…

Nirxandina Romana Bayê cîlo

Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de Nêzikî du mîlyon kurd li Xorasan ê dijîn. Gor zanyarîyên di dest me de, ew di sala 1497 an de hatinê şandin ku li hember êrîşên tirkmenan, sinûrên Îranê bi parêzin. Ji bo wê yekê heta niha gelêk bedelên giran danê û di dawî de herêm ji tirkmen, qazak û rûsan pakij kirine. Lê îro bixwe jî bi tunêbûnê re rûbirû ne! Xorasanî, ji bo ku ji mafên xwe netewî bêparin; ew nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û neçarin ku xwendina xwe bi Farisî bikin. Ji ber ve yekê Hemûyê bibînê…

Ahmet – TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN

TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN Ji ber ku felsefe û helbest gelek berfireh û kûr e, meriv bes dikare li ser hêleka wê, aliyekî wê biaxive; bi destûra we, ez ê jî li ser hinek aliyên wan, nêrînên xwe rave bikim. Felsefe, baştirînkirina ramanê, liv, lebat, tevger, hîs, hest û jiyanê ye. Bi hindikî û kurtasî mebesta wê ev e; ez bawer im wê helbest jî ji vê pênasêyê ne dûr be ango li gora min ew bi xwe ye. Peyitandin û îsbata vê ev e: Beriya ku zanist û teknolojî dest biavêjê tiştekî, hema bibêje her tişt Hemûyê bibînê…