Çima bêtifaqî – Kamran simo Hedilî

Çima bêtifaqî? Ger dê hebûya me padîşahek Layîq bidiya Xwedê kulahek Tayîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Ger dê hebûya me itîfaqek Vêkira bikira me inqiyadek Rum û Ereb û Ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Hê wê demê zanayê mezin Ehmedê Xanî, gazinc ji bêtifaqiyê kiriye û em hê wê gazincê ji xwe dikin. Ehmedê Xanî ev gotin berî niha bi sê sed û hinek salan gotine. Em îro nabêjin ku bila hin ji me re xulamtiyê bikin. Em tenê dibêjin, ne em xulam bin û ne ti cîranên me bila Hemûyê bibînê…

Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji bo raya giştî!

Ji bo raya giştî! Wekî di rojevê de tê şopandin, Dewleta Turkiyeyê bi hemî hêz, çek, çeteyên alîgir û dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi awayekî koordîneyî û bêyî ku ti sînorên mirovatiyê nas bike, êrîşî destkeftîyên Kurdan û gelên Kurdistanî dike. Rêveberiya Erdogan û Bahçelî, serê pêşîn êrîşî baxçeyên zarokan (kreş) ên bi zimanê zikmakî û dibistanên Kurdî kirin û deriyên hemî baxçeyên zarokan, rojname, kovar û saziyên çandî girtin. Pişt re hemî hilbijartiyên Kurd ên temsîlkarên îrada gelê Kurd avêtin zindanan û diktatoriya xwe nîşanî hemî cîhanê dan. Herî dawî jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ji Hemûyê bibînê…