Kamran Simo Hedilî – Kurd û keşifkirina netewebûnê

Kurd û keşifkirina netewebûnê Kirin û gotinên biyaniyên welatê Kurdan dagîrkirine, dikin Kurd lezê bidine netewebûnan xwe û ji nû ve netewebûna xwe keşif bikin. Ji ber dema gotin tê ser azadiya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê, av li ber berpirsên dewletên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî disekine. Li her gav avêtina Kurdan a ji bona azadiyê, ev her çar dewlet bi hev re şer li dijî wan îlan dikin. Li pey van dewletan hemû dewletên Misilmanan bi yekdevî dibêjin, ”em li dijî dewleteke serxwebûn a Kurdan in. Ev dibe perçebûna misilmanan û dibe xizmeta dewleta cihûyan -yahûdîyan.” Piştî Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Zanîna hilbijartina peyvan û hûnandina hevokan

Zanîna hilbijartina peyvan û hûnandina hevokan Mercê nivîsên wêjeyî yê yekem ew e, nivîskar zanibin bi hostatî peyvan hilbijêrin û bi zanîn wan di hevokên xwe bi kar bînin. Zanîna bicihkirina peyvan di hevokan de zîrekiya nivîskaran dide nîşandan. Weke tê zanîn dîwarê nivîsên wêjeyî bi peyv û hevokên bijartî tê lêkirin. Ji bona wê divê dîwarê wan gelekî saxlem be, da bi ser wan de newê herifandin û di bin dîwarê xwe de nemîn in. Paul Eluard dibêje; ”Ji bona helbestê, pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bona ev pêk were ji me re hemû hevok pêwîst in.” Ev Hemûyê bibînê…

Dilbêzar Bêkes

Dilbêzarê Bêkes – Çîroka Şermîn û Şirîn.

ÇÎROKA ŞERMÎN Û ŞIRÎN. Belê, carek ji caran spas ji bo xwendevan û  guhdaran. Di serdemeka berêya niha da, du kesên bi navên xwe yê Şermîn û Şirîn hebûne û ew kes bi dîtina yek carê dibin evîndar û aşiqê hevûdin. Ji ber ku, her yek ji wan li du bajarên hinek ji hev dûr dimînin, destan û helbestan li ser hev dinivîsin û dişînin. Piştî demekê, ew her du kes di encamê da bi hev ra dizewicin. Herweha, rewşa aborîya şirîn zêde ne başbûye. Ji ber wê yekê, her ku  diçe navbera Şermîn û Şirîn sar dibe û zarokên Hemûyê bibînê…

Melevan Resûl – Helbestvan Kejal Ibrahîm Xidir

HELBESTVAN KEJAL IBRAHÎM XIDIR Ji xelka devera Kladiz e û akinceya bajarê Silêmaniyê li herêma başûrî kurdistanê ye. Sala 1968 an ji dayik bûye, du keç û kurek hene, Wekî mamoste di dibistanên Silêmaniyê de dixebitî , ji hêla ronakbêriyê ve, pêşî dest bi nivîsandina helbestên zarokan kiriye, hin bi hin zîrekiya wê di hûnandina helbestê de pija ye û beşdarî di hemû ahing û fistîvalên di herema başûrê kurdistanê de kiriye. Bi qasî 70 xelat û spasname ji bo rêzgirtinê bi dest xwe ve anîn e, di rêza pêşin de ji bo dîwana xwe (Keladiz) ê wergirtiye, her wisa Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Çîrok

Serokwezîr kaxeza axaftina xwe lê nivîsandî, pêşî ji Sîwezîrê bawermederê xwe re xwend. Sîwezîrê qet navê wî nedigot û her jê re digot, ´´serokwezîrê min.´´ Wî jî jê re digot, ´´kengî ez bûm serokwezîr, divê tu zanibî, tu jî wezîrî. Ma ji te nêzîktirî min û yê ji wan bawer bikim, kî heye? Zanîn û hişên wezîr û serok wezîrên vê dinyayê hemiyan dênin ser hev biqasî zanîn û hişdariya te nabe. Berî şîvê çend caran û piştî şîvê çend caran din axaftina xwe ji xwe re bi dengê bilind xwed. Berî razê çû ber awêna li salona mezin û Hemûyê bibînê…