Yaşar Eroglû-Nameyeke Vekirî ji bo ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê

Ev name tenê ne ji bo Rêbera Rastnivîsînê, ji bo Weqfa Mezopotamyayê, Komxebata Kurmanciyê ye jî. Di navbera çend mehên derbasbûyî de min du tezên lîsansa bilind ên mezûnên  Zanîngeha Yuzuncuyilê nirxand. Min dît ku weke mode di çend salên dawîn de derdorên bi ziman re eleqedar pişta xwe dane zanyariya Celadet Bedirxan berê xwe dane Rêbera Rastnivîsîn’a’ Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê. Di heyama min xwest vê gotarê binivîsim de nîqaşek li ser agnostîsîzmê vebû, kesekî youtuberê bi navê Daîmond Tema tabûyên ol û baweriyê kirine mijara nîqaşê. Vê nîqaşê rastiyek derxist holê ku 1400 salan zêdetir e haya Hemûyê bibînê…

Em û Tifaq

  Em xwe li hemû deryayan diqelibînin, li hin peravan diqefin, li hinekan winda dibin. Peravên deryaya tarî ne, bêhna mirina sar ji wan tê! Hin caran ji cendekên me re dibin mazûvan hin caran jî nahewînin. Wê demê cendekên me jî bêserûşo dibin, mîna tariya welatê min, bi pêlin… Di nava reşahiya heftbehranê de pêl li pêlan dixin deryaya bêbini dinalî, ez li peravekî xirûxalî li cendekên bê seri digerim.. pêl hîn jî li pêlan dixistin… Tarî li welatê me hem mirin e, hem jiyan. Ax vê paradoksa li tu deveran ne bûyî, ne bînayî! Em gelekî tofanî ne, Hemûyê bibînê…

Hundir û derve…

Di navbera hundir û derve de bi tenê derî heye. Gava ku tu di derî re dakevî hundir êdî tu di hundir de yî. Gava ku tu ji derî derkevî derve tu êdî li derveyî. Di binhişê me de [ya jî bîra me ya hiş de] derve azadî ye, ya jî pêwendiya derve û azadiyê pir zêde bi hev re heye. Yekê/a li derve azad e, yekê/a li hundir ne azad e. Kombînezona [hevkêşe/denklem] derve û azadiyê û hundir û neazadbûnê çi qas rast e gelo? Ez ji vê hevkêşeya hanê zêde emîn nîn im. Ez ew qas bawer nakim Hemûyê bibînê…

Kela Memê- Kamran Simo Hedilî

Kêla Memê Roja em ji bajêr derketin, li gundê pêşiya me dest bi xebata siyasî kirî ji me re hate gotin, ”çiyayên vî welatî hemû xwediyên destan û serpêhatiyên navdar in û gelek çîrokên cuda li ser wan hatine gotin. Li gorî cih, bedewî û bilindiya çiyan çîrokbêjan, çîrokên wan gotine. Ev çîrok û serpêhatî her nifşî ji yên paş xwe re gotine û ji wan hatiye bawerkirin. Hin ji wan bûyerên evînê ne, hin yên wêrekî û lehengiyê ne.” Çiyayê Kêla Memê jî yek ji wan çiyayê xwedî serpêhatî ye. Kêla Memê bi bilindahiya xwe ya çar hezar metreyî, Hemûyê bibînê…

“Rengdêrên Namdariyé” û Pirsên Bi Xwe Re Tîne-Yaşar Eroglû

                     Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin. Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi Hemûyê bibînê…

ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -1- Jîn ARYEN

Jineke Pêşeng Jîr û Jêhatî Li Başûrê Kurdistanê, ji ber avûhewayeke hişk û ziwa kumirov ji germahiya çolê diqemirîn, têkiliyên tevlîhev ên şer dinavbera eşîran de hatibûn sazkirin. Di gelek mijaran de pirsgirêk û aloziyên civakî di asta jor de bûn. Di cih û rewşekewiha de jineke gelek zana, jîr û jêhatî, bi hêza xwe ya xweserû pêşengiyeke xwezayî derketibû pêş… Ev jina ku bi vantaybetmendiyên xwe yên sereke û bi cewhera xwe ya civakî diserdema ku tê de dijî de bûbû mînakeke bibandor û binavûdeng Adîle Xanim e. ***                     Hemûyê bibînê…

Nexşerewş -Heval DILBIHAR

Raperîna Giyanê Dîroka Xwebûnî Li gor rasteqîniya zagonên gerdûnî her dem, heta her kêlî dinava xwe de dîrokê dihewîne. Lê hinek dem û kêlî hene ne ku tenê dîrokê di nava xwe de dihewînin, di heman demê de dîrokê ji nû ve vedihonin  û radiçînin. Ew dem û kêlî di bin bîr, hiş û laşê dîrokê yên wê demê û hemû demên piştî wê…  Dem û kêliyên ku em behsa wan dikin, bêguman dem û kêliyên vejîner, raperîner, şoreşger, afirîner û sazker in. Tiştên li dijî rasteqîniyê vediçirînin/hildiweşînin, li şûna wan tiştên rasteqîn radiçînin/ava dikin. Ev dem û kêlî li gor dualîtiya rasteqîniyê hem Hemûyê bibînê…