Kamran Simo Hedilî – ESTETÎK ÇI YE?

Estetîkê çi ye? Estetîk: felsefa lêkolîna xwezaya hunera xweşik e. Estetîk, bê ferqa huner û xwezayê bike, ber bi xweşikbûnê ve çûyîn e. Felsefa bi tenê di berhemên hunerî de berê xwe dide xweşikiyê ye. Ji ber vê yekê zanîsteke xweser e. Kêftelfeta lêkolîna hizirkirina li ser xweşikiyê ye û lêgerîna bicihkirina xweşikiya di berhemên hunerî de ye. Xweşikî û nirxandina felsefa dîroka xweşikiyê bi estetîkê dest pê kiriye. Ji ber vê sedemê, çi aşkere an jî sergirtî be, di hemû beşên çand û felsefê de estetîk heye. Estetîk bi mêzîna hest û pejirandinê, nirxandina pêhesî (sehekî) û hestdariyê dike. Hemûyê bibînê…

Hunermendiya Yilmaz Gûney-Nûser Hozan

Kesayetên girîng, mezin û bi bandor; li devreyî şert û mercên dîrokî, civakî, aborî, siyasî, çandî û hunerî yê welatê xwe dernakevin holê. Yilmaz Guney jî, di demeke ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanên Kurdan hatibûn perçiqandin û nasname, ziman, çand û hunera Kurdan hatibû qedexekirin û li ser gelê Kurd asîmîlasyon, dagirkerî û zordariyek mezin hatibû pêşxistin, her wiha li Tirkiyê jî hemû qadên siyasî, demokratîk, civakî, çandî û hunerî di bin kontrol û zordestiya dewletê de bû, hatibû dunyayê. Yilmaz Guney, di hundurê van şert û mercên dijwar de û di nava malbateke Kurd, feqîr û bindest de; di Hemûyê bibînê…

Lema Elî – ŞEFEQ

Şefeq  Nizanim çi bi min hat? Çaxa ku çavên min bi çavên wê ketin. Mîna guleyek di nîvê aniya min de biteqe. Ez di cihê xwe de hişk bûm. Her dever di gewdê min de tevizîn. Te yê bigota qey ez felc bûme. Tenê min çavên ez hingavtim didîtin. Çavên hingivîn çirûsk ji wan diçûn. Mîna çavên sihrbazekê bin, ewqas ez kişandim nava lehiyên deryaya xwe ya nenas. Tenê wan her du çavan cîhana min serûbin kirin. Ez bi gavên tirsok nêz bûm ji bona bala ti kesî nekişînim. Tiliya min li ser tetîka qelêşa min bû û bi dilekî Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – BEKOYÊ RASTEQîN Kî YE?

Bekoyê Rasteqîn Kî Ye? Wêje bi taybetî jî roman karekî micîd e. Bi wêje û romanê re hate lîstin ev yek derdikeve derveyî rê û rêbazên wêjenasiyê û wê diherimîne. Beşek ji nîvîskarên kurd hene weke înat bi vê yekê re serê xwe diêşînin. Xwezî qasî herimandina roman û wêjenasiyê ji bo serkeftina karê wêjeyê hewl bidana ku ew rade û rêjeya kalîteya wêje û romana kurdî dikarin çawa bilind bikin. Mixabin diyar dibe ku hest û ramanên îdeolojîk ên mirî û bêkêr derdikevin pêş û berê xwe didine tolhildana yan ramanî yan jî takekesî; pê re rihetkirina dil û Hemûyê bibînê…

Suwariyên sersor Nivîskar Şoreş Reşî – Înstîtûya kurdî li Stockholm ê

Semînera “Suwariyên sersor” Nivîskar Şoreş Reşî Instîtûya kurdî li Stockholm کۆری سوارانی سەرسوور ـ نوسەر شۆرش رەشی ئەنیستیتووی کوردی لە ستۆکھۆڵمê   Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Dagîrker û Kurd 2 – Kamran Simo Hedilî

Dagîrkar û kurd Dîmenek ji berxwedana Xerziyan ya sala 1926´an. …Piştî axaftina dirêj, fermandarê tirk berê xwe da leşkerên ku her sê qurban anîne odê û got. -Ji min re destên Migirdîç girêdin! Leşkeran destên Migirdîç baş girêdan û serê wî danîne ser teştê. Tahirê Tûj rahişte kêrê û çû cem Migirdîç. Ji berdêla Migirdîç dilê kurdên li odê ji tirsa dilerizî. Hinan çavên xwe digirtin da ku nebînin. Migirdîç bêtirs axivî. -Ev zilm di ti dînan de tune. Ev zilme û hûnê di nav zilma xwe de bifetisss… -Baş bigirin! Da xwîna vî gawirî min pîs neke! Bi axaftina Hemûyê bibînê…

Wêje û ziman – Kamran Simo Hedilî

Wêje û ziman Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, çîrok, roman, cerbandin û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ezê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bişiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim. Gelo çawa wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, wêjevan çawa dikarin xwendevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Û pirseke din, zimanê berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje çi bandorê li hev dikin? Hemûyê bibînê…