Kamran Simo Hedilî – ESTETÎK ÇI YE?

Estetîkê çi ye?
Estetîk: felsefa lêkolîna xwezaya hunera xweşik e. Estetîk, bê ferqa huner û xwezayê bike, ber bi xweşikbûnê ve çûyîn e. Felsefa bi tenê di berhemên hunerî de berê xwe dide xweşikiyê ye. Ji ber vê yekê zanîsteke xweser e. Kêftelfeta lêkolîna hizirkirina li ser xweşikiyê ye û lêgerîna bicihkirina xweşikiya di berhemên hunerî de ye. Xweşikî û nirxandina felsefa dîroka xweşikiyê bi estetîkê dest pê kiriye. Ji ber vê sedemê, çi aşkere an jî sergirtî be, di hemû beşên çand û felsefê de estetîk heye.
Estetîk bi mêzîna hest û pejirandinê, nirxandina pêhesî (sehekî) û hestdariyê dike. Bi felsefa hunerê re di nav hevkarî û têkildariyeke nêzîk de ye. Xwezaya giyana helbestê û bingihê dîwarê helbestê ye. Estetîk, kaniya kêfxweşiya hestê ye û di xwezayê de nîn e. Berhemê afirîneriya mirovan e. Tiştê estetîk dixwaze bike, zanîna hizirkirina hunera xweşik e û helbest pêşenga hunera xweşik e. Helbesta bê estetîk ne helbest e. Hemû berhemên hêja û resen bi riya estetîkkirinê têne pêşkêşkirin.
Estetîk felsefa xwezaya çand, wêje û hunerê ye. Ti berhemên hunerî û wêjeyî bê estetîk di dil û mêjiyên mirovan de cih nagirin. Estetîk bala mirovan dikişîne ser berhemên hunerî û wêjeyî. Bi riya estekîkê helbestvan, hunermend û wêjevan peyama xwe digihînin mirovan.
Dîroka jiyana mirov ya bi zanîn bi estetîkê dest pê kiriye. Ji ber vê sedemê, çi eşkere an jî sergirtî be, di hemû beşên çand, ol û felsefê de estetîk heye. Mirovan estetîk peyde kirin û estetîkê jî mirov zana û sipehî kirin û pêşve birin.
Estetîk giyan û bingehê huner û wêje ye. Kaniya kêfxweşiya hest, xeyal, raman û peyvê ye. Hemû berhemên hunerî û wêjeyî bi riya estetîkê têne hûnandin û dibin berhemên mirovan hestiyar dikin.
Form, giyan, hûnandin û derbirîna helbestê hemû bi estetîkê dibin.

Kamran Simo Hedilî

Navnîşana Maîla Nivîskar: kamransimo@hotmail.com

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *