Dagîrker û Kurd 2 – Kamran Simo Hedilî

Dagîrkar û kurd

Dîmenek ji berxwedana Xerziyan ya sala 1926´an.
…Piştî axaftina dirêj, fermandarê tirk berê xwe da leşkerên ku her sê qurban anîne odê û got.
-Ji min re destên Migirdîç girêdin!
Leşkeran destên Migirdîç baş girêdan û serê wî danîne ser teştê. Tahirê Tûj rahişte kêrê û çû cem Migirdîç. Ji berdêla Migirdîç dilê kurdên li odê ji tirsa dilerizî. Hinan çavên xwe digirtin da ku nebînin. Migirdîç bêtirs axivî.
-Ev zilm di ti dînan de tune. Ev zilme û hûnê di nav zilma xwe de bifetisss…
-Baş bigirin! Da xwîna vî gawirî min pîs neke!
Bi axaftina xwe re kêr danî ser sukora Migirdîç û serê wî jêkir. Teperapa piyên Migirdîç di bin leşkerên ku digirtin de hat. Piştî teperepa piyên Migirdîç sekinî. Av û sabûn ji Tahirê Tûj re hat, destên xwe şûştin û li cihê xwe rûnişt. Destê xwe dirêjî zerika avê ya li ber xwe kir û li ber lerza cendegê Migirdîç, firîn ji ava xwe anî.
Piştî bêdeng bûna Migirdîç, li Silêmanê Çeto û Manûg yê filih nêrî û ferman dîsa da.
-Bi daran li Silêmanê Çeto xin, heta ku bimirê! Bila bibîn e, bê mirov çawa gawiran di malên xwe de vedişêre. Ev ceza jê re kêm e, lê wextê me tune ye. Divê ez sibe herim, nexwe min ê ew bi saxî çerm kiribana, da ji yên din re bûbana îbret. Bila dua bikê ku wextê min kêm e û ezê sibe ji vir harim. Nexwe min dizanî bê ezê çi pê bikim.
Leşkeran Silêmanê Çeto avêtine erdê û li ber çavên Tahirê Tûj û kurdên xiznetkarên wî bi lêdanê kuştin.
Bi mabest Manûg nîşanî civatê bike, destê xwe bi aliyê wî ve bilind kir û axift.
-Li vî gawirî binêrin, gawirbûna xwe înkar nake û xaçê di stoyê xwe de naveşêre. Ji bîst misilmanên weke Silêmanê Çeto merdtir e û çêtir e. Ez ji mêrên merd hez dikim wî pir ne êşînin Ökeş teyman, singûyekî li dilê wî xin da zû bimire. Bila ev qenciya min be ji wî re.
Du leşkeran hişk milên Manûg girtin û Ökeş teyman kêra di destê xwe de danî ser dilê wî. Kêra xwe çend caran di nav dilê Manûg de zîvirand.
Di nav destên leşkeran de serê Manûg bêdeng bi berjêr de xwahr bû. Cendegê wî jî derxistin û avêtine gel cendegên Mîgirdîç û Silêmanê Çeto. Tahirê Tûj li werger û rêzanên ku bi şev û rojê ji wî û leşkerên wî re xizmet dikirin nêrî û got.
-Hûn ne misilman in û ne jî gawirin, mirov fêhm nake bê hûn çi ne. Hûn çawa dikarin van qonda di nav xwe de xwedî bikin?
Bi peyva qonda re Turanê dibîstana leşkerî hate bîre û êş hate ser dilê wî. Ew gotin gelek caran ji Turanê ku her cara gazî wî dikir ji berdêla navê wî bêje, digot, ´´Qonda´´ û Bi gotina xwe re bi pehîn û kulman lêdabû. Gelek şevan ji tirsa mamosta û hevalên xwe yên mezin bi nivînên xwe de mîzkiribû û ne rabûbû neçû bû tewaletê. Her cara ku an mamostayên wî an jî hevalên wê yên mezin gazî kiribûn û bi xwe re biribûn ji xwe şermkir bû. Ji hebûna xwe şermkir bû. Ji mirovên mala Artêşê hem şermkir û hem nefretkir bû. Tiştên di mala artêşê de hatine serî ji lêdana rojane heta destdirêjiya mamosta û hevalên mezin, hemû bûbû nefret kirina ji mirovan. Bi wê kîn û nefretê li lîsta li ber xwe nêrî û nav xwendin. Ji xwendina navan westiye, bê ku navan bixwîne, navên di lîsteyê de hijmartin û ji zabitê cem xwe re got.
-Bi navên ku min xwendin re bîst û yek kes in hemûyan ji min re derxine derve!
Bi gotina xwe re rabû û çû ber devê axûrê ku navên xwendin tê de girtî bûn. Leşkeran her bîst û yek mêrên girtî ji axûr derxistin, destên wan girêdan û ji wan dûr ketin.
-Singûyan li devê tifingan xin û êrîşî wan bikin!
Bi fermana fermandarên xwe re, leşker êrîş kirin. Di nav nîv saetê de hemû bêdeng bûn. Piştî bêdengiya girtiyan Tahirê Tûj henaseka dirêj kişand û vegeriye oda ku ji bona wî amade kirin e. Xwe li ser nivînan dirêj kir û bi xew ve çû…
* Ji romana Qêrîneke Bêdeng Rindêxanê ye û dewama nivîsa beriya vê ye.

Kamran Simo Hedilî

Parveke