Vexwestina Kongreya Enstîtuya Kurdî li Stockholmê

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kongreya xwe 12.04.2025 pêk tîne û ji bo vê vexwendinameya kongreyê belavkir. Komîteya Amadekar bi vewestinameyê xwestin hemû hezkiriyên çand û wêjeyê bi rexne û pêşniyarên xwe tevlî kongreyê bibin. Naveroka vexwestinnameyê bi vî awayî ye; “Vexwendin ji bo Kongreyê Birêz endam, alîgir û dilxwazên Înstîtuya Kurdî li Stokholmê! Em weke Înstîtuya Kurdî li Stokholmê kongreya xwe ya salane li dar dixin. Em we hemûyan vedixwînin kongreya Înstîtuyê. Beşdarî û amadebûna we wê kongreya me xurt bike. Di heman demê de nirxandin û pêşniyazên we bi qasî hêzdanê wê tîneke gur a nû bide kar, erk Hemûyê bibînê…

Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji bo raya giştî!

Ji bo raya giştî! Wekî di rojevê de tê şopandin, Dewleta Turkiyeyê bi hemî hêz, çek, çeteyên alîgir û dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi awayekî koordîneyî û bêyî ku ti sînorên mirovatiyê nas bike, êrîşî destkeftîyên Kurdan û gelên Kurdistanî dike. Rêveberiya Erdogan û Bahçelî, serê pêşîn êrîşî baxçeyên zarokan (kreş) ên bi zimanê zikmakî û dibistanên Kurdî kirin û deriyên hemî baxçeyên zarokan, rojname, kovar û saziyên çandî girtin. Pişt re hemî hilbijartiyên Kurd ên temsîlkarên îrada gelê Kurd avêtin zindanan û diktatoriya xwe nîşanî hemî cîhanê dan. Herî dawî jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ji Hemûyê bibînê…