ÇÊKIRINA KULAVAN – Bahadîn ROBAR

Kulav, ev heyber e ku ji hirî û (ji hiriyê nayê çêkirin, bila aya hevalê Bahadîn jê hebe) livayê hatî çêkirin a berê gel û bi taybetî koçer û gundiyan li şûna merşik, berik, mehfûr û hwd. li nava malên xwe radixistin. Beriya ku em qala kêrhatin û girîngiya wî bikin em ê pêvajoya çêkirina wî vebêjin. Lewre divê em di serî de bidin xuyakirin ku hirî yan jî liva ji ku tê û çawa dibe kulav. Her wiha em ê cudahiya ”hirî” û ”liva”yê jî bibêjin.

Hirî, pûrta pezê mêşin e, ango pûrta mih û beranan e. Li gorî rêgez û pîvanên sewalkariyê di hundirê salekê de careke pez tên qusandin. Lewre li herêma Botanê ji berî ku koçer ber bi zozanan ve bi rê kevin, di meha gulanê de hiriya pezên xwe diqusînin. Bi gelemperî qusandina hiriya keriyê pezî di heman rojê, yan jî di heman demê de pêk tê. Ji ber pez hemû pev re tê qusandin jê re ”pezbir” an jî ”cewêzî” tê gotin. Pîraniya şivanan ji berî pezbirê keriyê pezê xwe dibin ber gol an jî çemekî û yek bi yek pezên xwe diavêjin nava avê û şivanek hiriya wan di avê de dişo. Armanc ew e ku hirî hem di qusandinê de hêsan be û hem ji bo bikaranîna tişt pê bên çêkirin rihet be. Piştî şûştina pezî qediya, roja din êdî cewêzî/pezbir dest pê dike.

Ji pûrta berxên 5-6 mehî re ”liva” tê gotin. Tayên livayê ji yên hiriyê kintir in. Herwiha liva ji hiriyê paqijtir e. Ji qusandina pûrta berxan re jî ”berxbir” û tê gotin. Jixwe navê giştî weke me li jor jî gotî ”cewêzî” ye. Berxbir bi gelemperî di tîrmehê tê kirin. Rojekê ji berî berxbirê berx jî weke mih û beranan di aveke boş de tên şûştin.

Piştî hiriya pezî û livaya berxan tê qusandin, careke din di aveke herikbar de tê şûştin û ji hemû qirêj û qirşikan tê paqijkirin.

Em ji vir û pê de bêjin hirî, lê bila liva jî di nava gotina hiriyê de fêmkirin. Piştî hirî hat şûştin ji hêla jinan ve tê şikinandin ango tê veçiriandin. Karê şikinandinê pê amûra bi navê şehê hiriyê tê kirin. Şehê hiriyê, ji du rêz têlên mîna bizmaran sertûj û bi qasî şûjinekê dirêj ên di depek pehn ê bi qasî nîv mitroyê dirêj û 15-20 cm fireh pêk tê. Mirov qevdek hirî digirin destê xwe û bi herdu destan di serê şehî de dixin xwarê û û ji herdu hêlan ve hiriyê hemwext ji nav dikişînin. Bi vî awayî hirî tê şehkirin û şikinandin heta livlivî dibe.

Şehkirina hiriyê karek gelekî zor û zehmet bû. Bi rojan ji bo kulavekê hirî dihat şehkirin. Piştre amûrek din ya bi navê qetenjen peyda bû. Qetenjen di şêweyê kevanan de bû. Darek bi qasî 2 mitroyan dirêj û mîna kevanî hatî çevandin bû. Tayek taybet ê ji bûjenek weke naylona hikş an jî ji têlek nerm a mîna sifirê hatî çêkirin bi herdu serên darê çevandî ve hişk û ragirtî dihat girêdan û asêkirin. Amûrek bi navê kutilok ya ji darî hatî çêkirin, a destiyê girtinê bi qasî 15 cm’an û serê wî 10-15 cm’an stûr û nêzî 10 cm”an dirêj û di şêweyê şûnikek gilover ê kin de, tayê (têl) qetenjenê pê dihat jentin. Hostayên vî karî hebûn û gund bi gund û êl bi êl digerîyan û hirîya xelkê dijenîn.

Di nava kon an jî avahiyek din de li ser merşik an jî cilikek din hirîya ku dê bête jentin dihat raxistin. Hêlekê cilika raxistî vala dihat hiştin. Ji bo hiriya bê jentin bidin aliyê vala.

Hostayê qetenjenê, serê qetenjena xwe bi stûna nava kon ve girê dida û ji aliyê jêr ve serê qetenjenê diket nava hiriyê. Hosta darê wê digirt û hirî diavet ser têla wê û bi kutilokê her çirkekê carekê li têlê dixist. Dema kutilok li têlê dihat xistin hiriya li ser têlê, li têlê dialiya û hirî livlivî dibû. Bi vî awayî hirî dihat jenîn.

Kulavçêker û qetenjen karê hev nakin. Lewre piştî karê hostayê qetenjenê diqede ew heqdesta xwe distîne û diçe. Êdî karê çêkirina kulavî dest pê dike. Hema hema di her maleke koçer de kesekî ji çêkirina kulavî fêm dikir. Lewre kesekî pispor cilikeke tenik a mîna capon an qumaşekî weke rûlihêf an jî rûdoşekeke nedirûtî li erdekî rast û tekûz rast dikir û hiriya (livaya) vemirandî ango hiriya hatî jenîn ji serî heta binî li ser wî qumaşî/cilikê dihat raxistin. Santîm santîm hirî mîna hev dihat belavkirin. Li gorî pîvana ku dihat xwestin firehî û dirêjiya wê dihat sazkirin. Ji kulavên rengîn ên reş, sor, pirteqalî, qehweyî û hwd. ên berê hatine amadekirin pê cawbirek (meqes) taybet li ser firehiya 3-4 santîman û dirêj dirêj dihat birîn. Pê wî kulavê rengîn ê hatî birîn, li gorî daxwaza malbatê û hunersaziya kulavçêker nexş li ser hiriya ji bo kulav raxistî dihat bicihkirin. Carinan gul, xezal, roj, wêneyê nêrî û pezkovî û hwd. li ser kulavî xêz dikirin. Hema hema her kesî çarnikalê (çarmedor) kulavî bi şikil û nîgarên xweşik dinexişandin.

Dema hirî li ser cilika hatî raxistin hat bicihkirin û bi parçeyên kulavên rengîn hatin nexişandin û xemilandin, stûnek çarmedor bi qasî 10 santîman stûr û gilover a hulîsk/şahîk û dirêj ji teniştekê ve li ser hiriya hatî raxistin tê dirêj kirin. Hostayê kulavçêker bi alîkariya du kesan bi awayekî baldar û hêdî cilika/qumaşê hirî li ser raxistî li stûnê dipêçin. Dema hirî bi qumaşî ve li stûnê tê pêçan divê gelek şidandî û bê qurmîç be, lewre her sê kesên karê pêçandinê dikin santîm bi santîm pev re dimeşin û hiriya xwe bi qumaşî ve li stûnê dipêçin heta hemû tê pêçan. Li gorî mezinahiya kulavî stûrî û dirêjahiya pêçekê tê guhertin. Lê piranî stûrbûna pêçekê bi qasî 30-50 santîman bû. Piştî karê pêçana hiriyê diqede tiştekî weke betaniye yan jî merşikeke kevin dubare li ser tê pêçan. Li ser wê jî bi werîsan bi awayekî hişk şidandî tê girêdan. Bi vî awayî ji bo gerandinê amade dibe. Êdî navê vê hiriya di nav qumaşî de li stûnê hatî pêçan bor e.

Pîştî bor amade dibe, her êvar keç û xortên gund/zomeyê bi pehînan borê dibin meydaneke rast û paqij. Bi dehan keç û xort li ser borê kom dibin û dibin du bir. Her du bir/kom borê dihêlin di navbera xwe de û koma pêşîn destên hev digirin û koma dudan jî destê hev digirin û stranên rîtmîk distirên. Dema stranan distirên, komek li gorî rîtma stranê borê dide ber pehînan û pêşve dibe. Çar-pênc gavan borê pêşve dibe û koma din jî bi heman rîtmê çar-pênc gavan paşpaşkî paşve diçe. Piştî bor gihişt ber lingê koma dudan, vê carê koma dudan li gorî rîtma stranê borê dide ber pehînan, koma din paşpaşkî bi heman rîtmê paşve diçe û kom borê tîne ber lingên wan, bêyî ku bisekinin ev dubare dibe. Bi vî awayî bi rojan ciwanan li ser borê bi stran û govendê dilîstin.

Ji vî karî re dibêjin; borgerandin. Karê borgerandinê hem weke şahiyekê hem jî weke karekî bingehîn dihat dîtin. Hem ciwanan stresa xwe diavêtin hem jî hunera xwe ya stran û bêlîteyan pêşkêş dikirin. Piştî dihat bawerkirin ku kulav bêkêmasî çêbûye bor dihat vekirin.

Piştî bor tê vekirin kesek ciwan û zexm kulavî dibe devereke nêzî avê û li ser tehtekî mezin ê serê wî rast û tekûz û 70-80 santîman ji erdê bilind û dest bi hêsandinê dike. ‘Hêsandin’, karê bi ser hev de dewisandina kulavî ye. Kulavhês ango kesê kulavî dihêse destpêkê kulavî li ser tehtî rast dike, hemû pêş û paşê kulavî avreşandî dike û piştre weke destmalekê kulavî li hev dipêçe. Bes ev pêçan gilover tê çêkirin. Kulav sê çar caran li hev tê pêçan heta dibe bi qasî 65-70 santîman dirêj û li derdorê 30-40 cm stûr dibe. Kulavhês kulavî datîne ser tehtî û bi hemû hêza xwe singa xwe bi ser kulavî de berdide. Her cara kulavhês xwe bi ser kulavî de berdide kulav tê dewisandin û kulavhês wî werdigerîne aliyê din û dîsa xwe bi ser de berdide. Kulavhês 4-5 saetan bi vî şêweyî kulêv dihêse heta êdî mû ji mû nebe û kulav hevgirtî û hişk bibe. Piştî kulavhêsandinê kulav amade dibe û êdî tê bikaranîn.

Du-sê cure kulav hene. Kulavên 2 m fireh û 2-2,5 m dirêj piranî di bin doşekan de tên raxistin. Ev cure kulav kêm tên nexişandin û xemilandin. Lê kulavên 3-3,5 m dirêj 1-1,5 m fireh weke tekene tên binavkirin. Ev cure pir tên xemilandin û bi taybetî ji bo mêvanan tên bikaranîn. Her wiha kulavê şivanan jî bi borê dihat çêkirin û piranî li ser piştê û her du kêlekên wî wêneyê rojê yan jî wenêyê xezalan çêkirin.

Kulav, di çanda kurdan de û bi bi taybetî li herêma Botanê di nava koçeran de cihekî girîng digire. Li gorî lêkolînên me kirî kulavê baş hatî çêkirin ji 10 salan heta 40 salan dikare bê bikaranîn. Her wiha kulav, ji ber ku ji hiriyê hatiye çêkirin antî bakterî ye. Yanî zû bi zû bêhn pê nakeve û nexweşî jê çênabe. Kulav pê sabûnê û tiştên kîmyevî nayê şûştin, lewre sabûn û tiştên kîmyevî hem rengê wî xirab dike û hem jî temenê wî kurt dike. Bila sobeya we her tim vêxistî û kulavê we raxistî be.

Parveke