ŞOREŞA ROJAVA, JIN Û BANDORÊN WAN ÊN LI SER WÊJE Û HUNERÊ-Gulistan Kanîreş

Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civakê û lêgerîna nasnameya neteweyan in. Hem qadeke hilberînî ye hem jî pêvajoyên afirandinê yên estetîk û di heman demê de hilgirê mêjiyê siyasî û dîrokî ye.

Mînaka Lêyla Ariç di rastiya şoreşa Rojava de derkete holê. Hemû cîhanê ew weke şervaneke YPJ ê nas kir ku li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Her çiqas xêyalî be jî, bi riya vê fîlmê tevgera jinên kurd kesayetên îkonîk ên weke Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn.

Vê yekê jî hişt ku wêjerist di warê huner û wêjeyê de pirsên girîng ji xwe bipirsin; heke kesayeteke xeyalî bibe temsîla berxwedana rastiyê, wê demê kesayetên temsîlî yên wêje û hunerê jî dikarin werin hilberandin.

Şoreşa Rojava, di sala 2012an da bi pêşengiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) dest pê kir. Piştî şoreşê li rojavayê Kurdistanê di warê sîyasî û leşkerî de veguherînên mezin rû dan û her wiha di warê civakî û çandî de jî pêşkeftin û guhertinên radîkal ên mezin çêbûn. Yek ji armancên sereke yên vê şoreşê di nava civakê de avakirina hişmendiya neteweyî ye û ya dudan jî di qada giştî de veguherandina cihên jinan e. Rêveberiya nû ya li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha paradîgmaya azadiya jinan ava bû. Di warê wêje û hunerê de gelek bandorên vê modela nû li ser jinan çêbûn û vê yekê jî hişt ku rola jinan di qada wêjeyê de bi pêş ve biçe.

Tevgera azadîyê, ji bo azadî, çand û nasnameya kurdan zêdetirî 45 salan li dijî dagirkerên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa mohra xwe li dîrokê xist. Şoreşa Rojava jî li ser hîmên vê berxwedanê pêkhat. Rehên vê berxwedana ku mora xwe li dîrokê xistiye, li Rojava şax veda û ji nû ve şîn bû.

Şoreşa Rojava li ser paradîgmaya azadiya jinan û li dora dirûşmeya Abdullah Ocalan a bi navê “Jin, jiyan, azadî” hate avakirin. Armanca vê şoreşê ev bû ku jin beşdarî qadên rêveberî û siyasî bibin û di pêvajoyên girîng de bibin xwedî biryar. Her wiha dîsa di warê leşkerî de jî xwe bi pêş bixin û li dijî zordestiyan xwe bi rê xistin bikin. Piştî van handanan jinan bi deng û rengê xwe yê taybet çîrokên xwe afirandin.

Berî şoreşa Rojava dengê jinên kurd bêhtir di qada şer û siyasetê de dihat bîhistin. Jin di asta civakê de pirtir bi rolên kevneşopiyê dihatin temsîlkirin. Lêbelê, piştî şoreşê hewldanên jinan ên ji bo vegotina ezmûnên xwe yên subjektîf zêde bûn û bi perspektîfên xwe beşdarî nivîsandina dîrokê bûn. Her wiha jinên nivîskar xwe di warê wêjeyî de bi pêş xistin û jiyaneke kolektîfî ji xwe re kirin model.

Berî Şoreşa Rojava, nivîsandin û weşandina bi zimanê kurdî li Sûriye û rojavayê Kurdistanê qedexe bû yan jî bi sînor bû. Lê piştî şoreşê, zimanê kurdî (bi taybetî zaravayê kurmancî) li rojavayê Kurdistanê bû zimanê perwerdehiyê û paşê jî hilberîna çandê rê da ku wêje bi zimanê kurdî bi pêş keve.

Pêşketina nivîskarên jin û bandora jîneolojiyê bû sedema hebûna jiyana kolektîf.

Şoreşa Rojava bingeha xwe li ser azadiya jinan ava kir û bandorên wê jî di warê wêje yê de xwe da der. Piştî şoreşê, hejmara nivîskarên jin roj bi roj zêde bû. Berhemên ku ji perspektîfa jinan hatin nivîsandin bi awayekî zelal derketin pêş. Çîrok, roman û helbestên ku ji aliyê zanîsta jinan (jînolojî) ve hatin nivîsandin, dîroka berxwedana jinan ji nû ve anî bîra civakê. Rêxistinkirin û têkoşîna li dijî pergala baviksalarî weke mijarên girîng derxiste pêş. Bi riya wêjeyê vegotinên klasîk ên ku ji hêla mêran ve serdest bûn veguherîn awayên fireh, wekhevî û piraliyê.

Ne bi tenê mijarên trajedîk, her wiha mijarên weke estetîk, hêvî, hevgirtin û şêwazên jiyanê yên alternatîf jî hatin hilberandin. Wêjeya ku di siya şer û wêraniyê de tovê wê hat reşandin, şopa ûtopyayeke nû hilgirt.

Roman, helbest û şanoyên ku di pêvajoya şoreşê de derketin holê, mijarên wekî jiyana kolektîfî, pirçandî, wekhevî, fonksiyona mêjiya kolektîf, hemû bi riya huner û wêjeyê derketin pêş.

Berhemên edebî yên ku li Rojava hatin hilberandin ji bo civakê bûn hêviya paşerojê.

Lewra divê mirov wêjeyê ne bi tenê weke çalakiyeke estetîk bibîne, di heman demê de ji hêla dîrok û avakirina bîranînan ve jî girîngiya wê berbiçav e. Ji bo veguhestina bûyerên ku di pêvajoya şoreşê de qewimînin û dîsa ji bo afirandina mîrateyeke çandî û her wiha ji bo giyana şoreşê bigihîje nifşên pêşerojê hewldanên mezin hatin dayîn. Vê yekê jî huner û wêje bi xwe re xuliqandin. Zargotina wêjeyê bû dengê berxwedana li dijî zilmê, bû dengê azadiya jinan, bû dengê têkoşîna zimanê dayikê û zemîna xeyalên civakê. Mirov dikare vê weke namzeteke ku bibe nûnerê kevneşopiyeke azadîxwaz, piralî û alternatîfa ku bi gerdûnê re dibe yek binirxîne. Diyar dibe ku wêjeya Rojava ji bo wêjeya cîhanê jî mînakeke îlhambexş e.

Geşedanên ku li rojavayê Kurdistanê di warê çandî, wêjeyî û hunerî de qewimîne bû veguherineke rojane. Vê jî hişt ku şoreş bi xwe re pergaleke nû ava bike û paradigmaya xwe li ser esasên azadiya jinan damezirîne. Di nav şerekî dijwar de, fikriyata xwe bi paradîgmaya (azadiya jinan) bi rê xistin kir, sazî û dezgehên xwe ava kirin. Ango civaka birêxistinkirî esas girt. Ji qada leşkerî bigire, heta qadên weke aborî, perwerde, çand, ziman, ragihandin û di hemû qadên din de civakeke bisazî û dezgehên xwe rêxistinkirî damezirand. Vê yekê jî bi derbasbûyîna demê re fêkiyên xwe dan. Civaka Rojava ji aliye madî û manewî ve pir bi pêş ket. Konferans, festîval û çalakiyên wêjeyî, çandî û hunerî di hawireke azad de aj da û bejn avêt. Berhemên ji aliye sinema, şano û muzîkê ve hatine afirandin hêjayî pesaninandinê ne.

Li bakurê Kurdistanê piştî 1990an têkoşîn û afirandin bi hev re bi pêş ketin.

Rêwîtiyeke ji bêdengiyê ber bi axaftinê ve dest pê kir.

Jinên kurdan ên ku deng û nasnameya wan hatibû tepisandin, bi pênûsa xwe, derketin ser dika wêje yê.

Têkiliya jinên kurd bi wêjeyê re pir caran di bin siya zextên civakî, siyasî û çandî de bû.

Piştî salên 1980an şûnde, dengê nivîskarên jin ên kurd hêdî hêdî derket pêş. Di wê serdemê de, jinên ku bi kurdî û tirkî dinivîsandin bi wêrekî li ser mijarên wekke zayend, nasname, şer û koçberiyê dest bi nivîsandinê kirin.

Bi taybet piştî salên 90an helbestên ku ji girtîgehan hatine ristin, romanên ku li sirgûnê hatine nivîsandin û çîrokên ku bi zimanên qedexekirî hatine vegotin nîşan da ku wêje qadeke rizgariyê ye. Di salên dawiyê de, nivîskarên jin bi nivîsên xwe avahiya wêjeya kurdî ji nû anî bîra civakê.

Digel gelek astengiyên weke sansur, qedexekirina zimên, zextên siyasî û zehmetiyên aboriyê dîsa jî em navên jinên kurd di nava nivîskarên cihanê de dibînin. Tevî van hemû dijwarî û nexweşiyan dîsa jî wêjeyeke taybet ji aliyê jinên kurd ve hatiye hilberandin. Ev wêjeya ku ji aliyê jinên kurd ve hatiye avakirin cih û girîngiya jinan di di nav civaka kurd de raber kiriye.

Meriv dikare ji bo jinên kurd wêjeyê ne bi tenê qadeke îfadekirinê bibîne, her wiha bîranîneke dîrokî, rêbazeke berxwedanê û çavkaniyeke hêviyê ye. Û ev hêvî di hemû rêz û hevokan de şîn bûye.

Piştî salên 1990an, bi têkoşîna tevgera azadiyê jinên bakurê Kurdistanê di warê wêjeyê de hem bi rêbazeke îfadeyê ya subjektîf bi pêş ket û hem jî di warê civakê de ruhekî girîng ê berxwedêrî derxistin pêş. Di vê serdemê de tevgera kurd a siyasî di warê ziman û çandî de gavên mezin avêtin. Di wê pêvajoyê de, jinên kurd jî di hemû qadan de pêşengî dikirin.

Bi taybet di salên 1990an de wêje û hunera kurdan bi pêş ket û bû dengê bêdengiyê. Heta wê serdemê di wêjeya kurdî de perspektîfa mêran serdest bû. Piştre hunermendên jin hewl dan ku hem li dijî pergala baviksalariyê û hem jî li dijî zextên dewletê têbikoşin û li ber xwe bidin.

Di wê serdemê de, wêjeya jinan bi helbest û nameyên zindanan derket holê û van berheman jî bîr û nasnameya jinan derxistin pêş. Nivîskarên kurd ên jin berhemên xwe bi taybetî li ser babetên weke, laşên jinan, nasname, zextên navmalî û bandorên şer ên li ser jinan dinivîsandin.

Her wiha dîsa vegotinên kesayetên weke Delal Amed, Besê Hozat û Zeynep Kinaci û bi sedan jinên din ên berxwedêr û têkoşîna wan bû mijarên wêjeya jinên kurd.

Bi pêşveçûna demê re gelek sazî ji aliyê kurdan ve hatin avakirin, van saziyan bêhn, ruh û ferasetên nû di nava civaka kurd de derxist holê. Bi taybet jî saziyên ku di qada huner û muzîkê de hatin avakirin, zêdetir bandor li civakê kirin.

Saziyên weke NÇM û şaxên wê yên sînema, muzîk, folklor û şanoyê pêşengtiya vê şoreşê kir. Rola jinan di van saziyan de pir bi hêz bû. Di qada roman, helbest, çîrokan de berhemên hêja hatin afirandin. Sal bi sal nivîskar û helbestristên jin zêdetir bûn. Bi rastî jî li bakurê Kurdîstanê ji aliyê çand, huner û wêjeyî ve şoreşeke mezin pêk hat.

Jinan, di hilberandina berhemên wêjeyî, di weşanxane, kovar û platformên çandî de jî roleke çalak lîst. Yek ji taybetmendiya wê serdemê ew bû ku, weşan û kovarên ku di civakê de hêz û girîngiya jinan raber kirin, hem rê dan ku jinên kurd binivîsînin û hem jî ew teşwîqî nivîsandinê kirin.

Jinan di nivîsên xwe de ne tenê qala şer û berxwedanê dikir, her wiha mijarên berfireh ên weke evîn, jiyana rojane, zarokatî, koçberî û bajarvanî jî nivîsandin.

Dema em îro ji ast û rewşa jinên Kurdistanê dinêrin, tê xuyakirin ku têkoşîna femînîstiyê hîna berdewam e. Bi taybetî nivîskarên jin ên ciwan bi hibra pênûsa xwe ya pirzimanî derbasî lêgerîna nasnameyeke bêsînor kirine.

Ev jî nîşan dide ku nivîskarên kurd ên jin bi şêweyeke serkeftî deriyê cîhana wêjeyê vekirine. Digel ew qas zilm, sansur, şert û mercên şer û avahiyên baviksalarî jî, jinan bi hunera xwe ne tenê di qada wêjeyê de, her wiha di bingehên siyasî, çandî û femînîstiyê de jî derketine pêş.

Têkiliya di navbera berxwedana jinan û wêjeyê de, ne tenê bi dîtina vegotinên takekesî ve sînorkirî ye, her wiha ev têkilî ji bo eşkerekirin û veguherandina newekheviyên zayendî yên civakî bûye amûreke bihêz.

Mirov têgînên bingehîn ên civaknasiyê û potansiyela berxwedanê bi awayekî serkeftî di wêjeya jinan de dibîne. Dîsa têgînên weke şîdeta cinsî, newekheviya aborî û bilindbûna bertekên civakî jî di wêjeya hunera jinan de tê dîtin. Bi taybetî, gotarên medyayên dîjîtal û pratîkên weşanên serbixwe nîşan dide ku wêje li dijî pergala weşanê ya neoliberal xeteke berxwedanê ya alternatîf diafirîne.

Her wiha di encama berxwedana jinan de wekheviya avahîsaziyê ya civakê veguheriye mijareke siyasî. Vê veguherînê, fonksiyona wêjeyê di asta civakê de ji nû ve hunera jinan pênase kiriye.

Gulistan Kanîreş

Parveke