Wêje – Kamran Simo Hedilî

Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an edebiyat dibêjin. Latînî re lîteratur dibêjin.

Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje gotin.

Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêje mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê.

Heta ji wêjenivîsan hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina wan. Bi xisletê wêje cîhanî ye. nayê wateyê cudatî di navbera wêjeyên civak û netewan de tune ye. Her gel li gorî jiyana xwe ya civakî, aborî û siyasî çand û wêjeya xwe diafirîne.

Wêjehez bi riya rêkûpêkkirin û xweşikkirina peyvan derd, kul, keser, şadî û xweşiyên xwe tînin ziman. Raman, hêvî û xeyalên xwe bi peyvên spehî dixemlînin û pêşkeş dikin.

Wêje ne ew e ku tenê tiştên hatine nivisîn derxe pêş. Her wiha ji tiştên nenivisî re wêje gotin. Wêjeya nivîsandî û wêjeya dev, dibin du beş.

Li nav gelek gelên negihiştine serxwebûna xwe, wêjeya devkî li pêşiya wêjeya nivîsandî ye. Wêjeya hemû gelên cîhanê bi wêjeya devkî destpêkiriye û piştre hatiye nivîsandin.

Bi guhartin û xwenûkirina jiyana mirov û neteweyan re wêje formên digire û xwe dike. Ez dikarim bêjim wêjeya neteweyan neynika (awêna) netewe û gelan e. Weke mînak, mirov di gelek sitranên sedsalên bihurî yên kurdan de evîna di navbera evîndarên olcuda de dibîne. Mirov di nav sitran û çîrokên demê de dibî gelên cuda li Kurdîstanê bi hev re jiyane û têkiliyên wan ên civakî bi hev re hene. Van têkiliyan kiriye ciwanên olcuda bûna evîndarên hev. Mînak, sitrana Matran Îsa, ya evîna Meyrema xiristiyan û Elimisilman tîne ziman. Ya din Derwêş Evdi êzdî û Edula misilman. An sitrana Kirîvo ya evîna keçika êzdî û kurikê misilman tine ziman. Weke van sitranan bi dehan sitran hene jiyana hevbêş ya kurd, sûryan, ermenî, misilman, êzdî, sûnî û elewiyan nîşanî me didin.

Tiştekî dinê îro em li nav wêjeya kurdî nabînin, ew e, sitran û çîrokên bi giranî şerên êlan anîne ziman in. Ew sitran li ser şerên êl û bavikan e, li ser şerên xal û xwarzêyan e, yên li ser şerên hevşêlandin û rêbirîna hev, em îro wan nabihîzin.

Em li sirûda kurdan a neteweyî Ey Raqîb binêrin, em ê baştir xwe nûkirin û guhêrîna wêje bibînin.  

´´Ey reqîb her maye qewmê kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.

Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´

Wê demê helbestvanê hêja Dildar li zîndanê ye û Ey Reqîb li zîndanê dinivîse. Ey Raqîb heta roja me weke sirûdê neteweyî hatiye. Ji gotinên sirûdê tê fêhmkirin, neyarên kurdan xwestine wan tune bikin û kurdan , ji bona nemirin li ber xwe daye.

´´Kes nebê Kurd dimirin kurd jîn dibin.

Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´

Dildar helbestvanê neteweyî, lewaziya kurdan a wê rojê bi van gotinan tîne ziman. Ez bawer dikim heke îro sirûda kurdan hatibûya nivîsandin, Dildar dê negotibûna, ´´kes nebê kurd dimirin.´´ Dê bigotbûna, ´´kes nebê kurd dê bêazadî bijîn, dê azad bihêje ala kurdan.´´ Ji ber kurdan kefenê mirinê dirandin û îro serkêşiya azadiyê di herêma xwe de dikin. Kurd ji wêjeya mirinê, derbasî wêjeya azadî û serkêşiyê bûne.

Dîsa sitranên kurdan ên nû, ne li ser lehengên şerên nav xwe ne, li ser rizgarî û azadiyê, helbest, sitran, çîrok û romanên kurdan têne nivîsandin. Xwenûkirin û guhêrîna wêje bi jiyana gel û neteweyan re di wêjeya kurdan de gelekî vekirî xuya dike.

Heke îro dengbêjekî/e kurd rabê û sitranekê li ser şerê hevkuştina êlan bisitrêne, kêm kes dê lê guhdar bikin û gelek kes dê pê bikenin.

Wêjevan wênekêşên dema xwe ne û wêje jî neynika dema hatî gotin an hatî nivîsandin e.

19.09.2016

Kamran Simo Hedilî

Parveke