Mihemed Hesko (Birasoz) – Bêje

Bêje…!? Bêje, ne xweda çarin Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî tawane Ji dînan re meydane Dildar tirsonekin Bê helwest jî wêrekin Azadî lele û bende Bi êş û jan û derde Bo tirsokan armance Ji mêrxwazan re kince Bêje, ne ceh birince Reşreng li spî digunce Zanebûn êş û Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Ji romana pêjna baranê

Ji romana pêjna baranê ´´Rojeke ji rojên bûka salê dawiya meha nîsane bû. Mirov li ber bêhna gul û giyayên cur bi cur yên biharê mest dibû. Ji herderê dengên awazên çûk û tilûran dihate guhên mirov. Tîrêjên tavê yên dawiya rojê ji paş çiyayên Çiravê û Herekolê dirêjî asîman dibûn. Bi windabûna tîrêjên rojê yên dawî re me xwe amadekir. Çawa şevê rengê xwe diyar kir û rengê xwe berda ser newal û dolan, em meşîn. Ne min û ne jî hevalên min nedizanî bê ev meş dê çi li bîranînên jiyana me zêde bike. Me jiyan weke meşeke Hemûyê bibînê…

Muqedes Agirî – Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran

Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran  22 Nisan 2021 Perşembe Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cudatir e. Yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd ê mezin Feqiyê Teyran, li gorî lêkolîneran, di sala 1590’an de, li Miksa ku berê girêdayî Colemêrgê bû ji dayîk bûye. Di sala 1660’an de di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Hozanê mezin, gelek caran di helbestên xwe de, dîroka dema jiyana xwe diyar dike. Wekî ku di vê Hemûyê bibînê…

Farûqê Feroyî – ROJA JİYANA ME

ROJA JİYANA ME Rojê serî bilind kir ronahî da nas û dostan Li Rojhilatanavîn warê şêr û mêrxasan Bilind bû Roja şêrîn sitara keç û xortan Bi tîna xwe germ kir deriya êş û eleman ROjÊ bi ronahiya xwe vekir ew çavên girtî Germ kir bi tîrêjên xwe ew dilên qerisandî Vekir bi zeraya xwe ew rengên çilmisandî Bi keda xwe mezin kir vî gelê çewisandî Rojê xak perçivand bi şewq û şemala xwe Li ser çand gul û sosin bi hewldana xwe Her saet ew avdan bi xwîn û xwêdana xwe Her tim ew parastin bi aram û evîna Hemûyê bibînê…

Bêrîvan Xizêmzêr – Bernameya 27 Adarê ya Koma Helbestê

Bernameya 27 Adarê ya Koma Helbestê Koma Helbestê ya Înstîtûya Kurdî Li Stockholm ê , êş û şahiyên Kurdan yên li meha Adarê qewimî ne li 27 Adarê li bernameya bi sernavê, Bihar Mizgînî û Helbest e Adar, rengînî û Mebest e bi bîranîn. Bernamê bi axaftina Moderator Bêrîvan Xizêmzerê despê kir û Xizêmzerê wisa axaftina xwe ya li ser giringî û wateya rojê domand; Wekî hûn jî dizanin meha adarê ji ber bûyer û qewîmên dîrokî, di nava me kurdan de xwedî giringîyeke taybet e. Ji roja jinên kedkar heta komkujîya Qamişlo , ji cejna Newrozê heta qetlîyama Helepçe Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Rojên pîroz

Rojên pîroz Gelên ku rojên xwe yên hêjayî pîrozkirin û cejnên xwe yên pîroz afirandin, gelên mezin in. Gelên ku nekarîne pîroziyên xwe biafirînin, neçar in bi pîroziyên gelên din xwe îqna bikin. Bi awayekî din bêjim, gel û netewên ku sî ji xwe re çênekirine, neçar in li ber siya gelên din xwe hênik bikin. Ti gel û netewan cejn û rojên xwe yên pîroz bi gotinan ne afirandine. Bi keda lehengan û xwedî derketina li lehengiyên xwe cejnên xwe afirandine. Gelên ku bikêr nehatine an jî ji wan nehatiye ku li leheng û lehengiyên xwe xwedî derkevin, neçarî Hemûyê bibînê…