Mihemed Hesko (Birasoz) – Bêje

Bêje…!?

Bêje, ne xweda çarin
Her çar bê cî û warin
Bê bavin û sêwî ne
Him qelsin, him bawî ne
Bê sûdin û nekêrin
Aşin hestan dihêrin
Ramankirin gunehe
Bo gawiran dergehe
Bêje kurd bê welate
Bê tevger û xebate
Bi xwe cinok û hovin
Bê zarin ne mirovin
Jîn ne hest û helweste
Ew bo mirov mebeste
Ponijîn jî tawane
Ji dînan re meydane
Dildar tirsonekin
Bê helwest jî wêrekin
Azadî lele û bende
Bi êş û jan û derde
Bo tirsokan armance
Ji mêrxwazan re kince
Bêje, ne ceh birince
Reşreng li spî digunce
Zanebûn êş û jane
Nezan baş û hêjane

Pût û peyker avîne
Evîn jî dexs û kîne
Çem, derya bê masîne
Derdê debeng nasîne
Ba bê liv û tevgere
Av herdem hildigere
Av û ba tev dixewin
Kûçik jî qet narewin
Av bi reng û bi bîne
Pelê daran disotîne
Bêje, ma ne kurd têre
Û xew jî, jê re xêre
Kefen jî gewr û reşe
Lewra term jê bê beşe
Ba pir giran û tîre
Tîrkevan jî bê tîre
Kulîlk bê reng û bîne
Jiyan bê dexs û kîne
Bêje, ne agir sare
Zivistan jî bihare
Derewa pîroz raste
Ji bo ku di ser aste
Pê bawer dibin hejar
Ta bimînin berdîwar
Pisîk û mişk bûne xwîşk
Yek berdeste yek bijîşk
Hinguv tirş û him tale
Dewlet bê nexş û ale

Hevgirtin tar û mare
Xebat qet ne ti kare
Xebata ne bi şabaş
Mirov dihêle li paş
Gur û hever hevalin
Temen ne meh û salin
Bêje, ker bi qiloçin
Dê û bav hîç û pûçin
Neynik jî derewîne
Dil bê evîn û xwîne
Av bi xwe dere ser êş
Kes tune bi kul û êş
Kevir û zinar nermin
Berf û qeşa germin
Ezman bi sing û stûne
Banekî ji bêtûne
Derew rût û tazî ye
Rastî jê nerazî ye
Rehê kînê evîne
Hişmend nezan û dîne
Bêje, xinizî başe
Aş bê beraş,qeraşe
Nezanî pêşketine
Nasîn jî paşketine
Dilsozî debengîye
Dizîn jî lehengîye
Bêje, vireko bêje
Jehra neyran birêje

Bêje bêbexto bêje
Ev xapandin ji mêje
Ev karê bavên te ye
Virek ji navên te ye
Çi yê derewê raste?
Çawa teleme maste!
N,rastîya virê ewe
Ku tenê rast derewe!?
**
Almanya, 19.04.2021

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *