Wêje – Kamran Simo Hedilî
Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin. Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin. Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê. Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina Hemûyê bibînê…