Jîr Aryen – LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2

LEHENGA QADA ŞER: FATA KURD -2 Jîn ARYEN Em ê navê Fata Reş, a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di rûpelên dîrokê de têra xwe cih negirtiye û tune hatiye hesibandin wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin. Lewre ew jî wek her pêşengeke/î kurd a civakî xwedî jiyaneke biarmanc bûye û ji bo pêşxistina civak û gelê xwe têkoşiyaye. Hemû dem û wextê xwe, hemû têkilî û nêzîkatiyên xwe li gor wê saz kirine; xwe ji bûyer û geşedanên civakî yên ku di serdema wê de rû dane dûr nexistiye, berovajî, hemû gavên xwe li gor Hemûyê bibînê…

Jîn Aryen – FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1

FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1 Jîn ARYEN Stenbol… Serê evarekê… Ewrên reş hêdî hêdî ber bi Uskudarê ve diçûn. Sir û sermayê dest pê kiribû êdî. Hewayê bajêr ê dilgivêş tevî rengên zer û porteqalî bi dîmeneke ku ji giraniya demsalekê gelek wêdetir hatibû nixumandin… Peravên Uskudarê, bi mirovên ku bi tariya li asoyê dihesiyan û bi bendewariyeke diltirs bi komî berê xwe dabûn kuçe û kolanan dagirtî bû. Stenbolê demeke dirêj bû qelebalixeke wiha mehşerî nedîtibû. Li qadê, di rojeke wiha ya ku jin, mêr, zarok û ciwanan ji bo ku dixwestin biçin herî pêşiyê hevdu dehf didan Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim

Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim Romaneke Firat Cewerî heye, navê wê ‘Ez ê Yekî Bikujim’. Di sala 2008an de li Stenbolê ji Weşanxaneya Avesta derketiye, ji 147 rûpelan pêk tê. Roman ji du beşan pêk hatiye. Divê her beşek bi serê xwe jî bê nirxandin. Di beşa yekî de teşeyê romana Dostoyevskî Sûc û Ceza û lehengê wî Raskolnîkov hatıye  ceribandin. Di vê beşê de lehengê sereke ‘Ez’ e. Lehengê Firat Cewerî ‘Ez’ bi awayekî qels dişibe Raskolnîkov. ‘Ez’ ê jî yekî bikuje lê weke Raskolnîkov micîd nîn e. Rasko gelek li ser çalakiya xwe difikire, amûrê kuştinê çawa dest bixe Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu -DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ

DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ Di ziman de jimarnav cihekî girîng ê rêzimanê ye. Ziman jî mîna civakê ye. Jixwe ziman amûrê ragihandinê ya civakê ye. Her hêmayên civak û xwezayê carinan yek bi yek, bi serê xwe, carinan jî bi piranî û bi hev re ne. Civakê hewceyî dîtiye ku van hêmayan bijmêre û bi nav bike. Bo vê yekê her zimanekî li gorî dengzaniya (fonetîk) xwe nav lê kiriye. Dema zimannas dest davêjin mijara ziman vê yekê weke rê û rêbazên ziman bi nav dikin. Tiştin hene yek in, tiştin jî hene pir in, dema zimannas li rastî vê Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Romana A. Hekîm Kozlûk “Temenên Li Ber Bahozê”

Romana A. Hekîm Kozlûk “Temenên Li Ber Bahozê” Romaneke şahkar li ber destên me ye: Temenên Li Ber Bahozê. Ji aliyê vegotin, honaksazî, sayeşandin, bedewkarî û ziman ve A. Hekîm Kozlûk berhemeke pir hêja daye ferhenga wêjeya kurdî. Tişta romanê bi nirx û hêja dike ev e; vegotin çiqas xwîner dikişine nav xwe yan jê dihetikîne. Ev yek li gorî serkeftîbûna romanê têkiliyeke germ di navbera xwîner, romanê û nivîskar de pêk tîne û çêjeke xweş di hişê mirov de dihêle. Dema ku mirov mijarê tê digihîje şûnde romana Temenên Li Ber Bahozê mirov cezb dike û pileya meraqê her Hemûyê bibînê…

Heval Dilbihar – Heqîqeta Serdemê

Heval DILBIHAR – Heqîqeta Serdemê   Li gor dane û belgeyên ku di encama bi hezaran lêkolîn û vekolînên zanistî hatine bidestxistin de bi awayekî aşkera û bi rengekî zelal tê dîtin ku di tu serdemên dîroka mirovahiyê de qasî di serdema ku em tê de dijîn de qesr û keleh û perestgehên wek benîtî/ezbenîtî, bindestî/serdestî, bûjentî/razbertî, xwebiçûkdîtin/xweperestin, gorîtî/celadî nehatine avakirin, tofan û qiyametên cur bi cur nehatine rakirin û dojehên cuda cuda nehatine sazkirin, hinde çerxên her cureyê kujî û jiholêrakirinan nehatine zivirandin û diran hinde nehatine zêdekirin, tûjkirin û dirindekirin û hinde tişt, diyarde, heyber û giyanewer pê Hemûyê bibînê…

Jîn Aryen – ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2-

ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -2- JÎN ARYEN Li Rojhilata Navîn Jineke Pêşeng Adîle Xanim, li malbateke mezin a Erdelanê gihîştibû. Wê, bandor û jixwebaweriya çanda malmeziniyê ya ku tê de jiyayî û hêza xwe ya li ser eşîrê kiribû yek. Ew li gel jîrîtî û xebatkariya xwe, bi rêveberiya xwe ya rêzkar û pêşbîn, li ber dilê hemû kesan xwedî qedr û qîmetekî bilind bû. Çanda mêrtiya serdest û kevneşopiyên eşîrî li Helebceyê gelek xurt bû. Adîle Xanimê, li gel vê rastiya herêmê wek jin û pêşengekê, ew der 15 salan bi awayekî serkeftî bi rê ve biribû. Hemûyê bibînê…