Di dîroka her neteweyekî de cihê serpêhatî û destanên wan hene. Hindek caran hin tiştên biçûk hene çiqas dikarin mezin bibin; yek ji wan jî cihê rumet û bexteweriyê, bajarekî biçûk ê ber ava Firatê ku milê wî deşt nêzî deşta Heranê ye ango bajarê Kobanê ye.
Li ser vê erdnîgariyê gelek serpêhatî, çîrok, destan derketine. Ev jî destaneke ji wan destanên ku di dîroka neteweya kurd de û di dîroka hemû mirovahiyê de ew cihê biçûk ê ku di xerîteyê de weke dilopek ji avê ye; çawa mezin bû gerdûnî bû û bû malê hemû mirovahiyê. Ew jî bajarê biçûk ê Kobanê yê ku şahidîtiya bi hezaran keç û xortên ciwan û her kesekî azadîxwaz kir. Çawa ‘biçûk’ dikare mezin bibe û gerdûnî bibe; bibe hêvî, bibe cihê rumetê û kerametê.
Dema mirov dibêje ‘Kobanê’ tiştek tê bîra mirov ku ew cihê şûnwarê merdan e, ew cih şûnwarê pêxembera ne, ew cihê şûnwarê gavên pîroz li ser vê xakê hatiye avêtin. Ev tiştekî tesaduf nîn e ji ber dîrok zindî ye û bi ruh e her demê xwe nûjen dike. Çawa ku Hz. Îbrahîm ser wê erdnîgariyê derbas bu Rêber APO jî di heman cihî de, di heman bajarî, ji heman erdnîgariyê re derbas bû. Çawa ku Hz. Îbrahîm hemberî Nemrûdan Rêber APO jî li hemberî faşîzma dewleta tirk li hemberî neheqiyê heman erdnîgariyê serî rakir. Nemrûdê serdemê cunta dewleta tirk bû. Ji wê rojê heta îro her demê ev bajar bu cihê welatparêziyê, merdanbûnê, bu cihê hêvî yê, bû şûnwarê fedaiyane yê keç û xortê kurd.
Salvegera Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê ya ku gerdunî buye bê guman ji ber xwe ve nehat; gelek bedel, gelek têkoşînên bêhempa hatin meşandin ji ber wê 1 Mijdarê bû roja ‘Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê’ li wir qîrînek derket, li wir dengek derket ew deng belav bû, berbelav bû, bû pêl, bû ba û bablîsok sînoran derbas kir û derbasî her cihekî bû. Êdî ev roj bû rojeke gerdûnî ji bo mirovahiyê.
Gelo çima cihanê ev roj weke roja Kobanê ya cihanê hilbijart?
Dema em dibêjin ‘DAÎŞ’, dema em dibêjin, ‘YPJ-YPG’ mirov careke din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş ve dizivire û dikeve nava gengeşeyeke mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî. Gelo di dîrokê de her demê mirov xwestiye ku azad bijî? Dema em li Rojhilatanavîn dinêrin bi taybet jî li Mezopotamyayê dinêrin meydika mirovahiyê ya ku mirovan li vir xwe afirandine, jiyan dîtine, hêvî dîtine û ji bo jiyaneke bextewar têkoşîneke çawa dane baş dibîne. Ev dîroka ku hatiye hûnandin bi fikir û ramanê jinan a ku derdora xwe civak, zanist, hêvî, nûjentî, evîn, heqîqet hûnandiye, tevna jiyanê vedaye û rastiya jiyana rast rêsaye em dibînin bi destê jinên xwedawend hatiye çêkirin. Ji ber wê bû ku pergala mêr a serwer a zalim xwe kom kir û bi taybetmendiya hesûd li hemberî xwedawenda Tîamat hev û din girtin, grûbên xwe çêkirin weke qatîlê qastîk di nava dîrokê de kom bûn, careke din hemberî xemla ku hatiye çêkirin, ev jiyana weke bihûştê hatiye afirandin û wekhevî, evîntî û demokrasî heyî li hemberî vê carekî din li hemberî jinan ketine nava şerekî û şerek dane meşandin. Lê dema em careke din vedigerin roja xwe ya îro şerê ku li Kobanê hatî meşandin hêzên DAÎŞê ku di bin navê Îslamiyetê tund- derew de xwestin mirovahiyê tûne bikin; tarîtiyê, qaosê û neheqiyê bikin Rojhilata Navîn, bikin gola xwînê û dayika xwedawend a ku vîna jiyanê rêsandiye û neqiş kiriye dixwestin bi tariyê careke din winda bikin. Ev qatîlên vê serdemê, serdema 21. qatîlê qastîk DAÎŞ bixwe ye. Li hemberî vê neviyê Huriyan jinên xwedawend ên ku tîbûna bîra azadiyê dil û mêjiyê xwe kiribûn çeper keç û xortên kurd, ên ku ji evîna azadiyê sermest bibûn li hemberî qatîlê qastîk DAÎŞê dest bi cengeke bêhempa kirin. Ew bi çeka destê xwe, DAÎŞ jî bi hemû derfetê ku ji wan re hatibû dayîn ango bi çekên pêşketî şerekî asîmetrîk dane meşandin. Lê wana tiştek ji bîr kiribûn ku ew keçên xwedawend ew lawên kurd ku bi hêviya evîndarî û demokrasiyê hişê xwe bi heqîqeta heyî hunandibûn û havêya dilê xwe, havêynê mêjiyê xwe bi fikir û ramanê ‘civaka ehleqî- polîtîk û aşîtî-demokratîk’ hûnandibûn. Bi evîna azadiyê dijîn. Hişmendiya xwe ya li hemberî pergala serdest bi hemû hûrgûliyên wê wekê nexşeyekî tû li ser desenekî xweşik çêbikî ava kiribûn û ew bêrîkirinên azadiyê cengeke bêhempa da meşandin.
Ew qîrîna ku li Kobanê dest pê kir êdî di guhê her kesî de olan da, xwe careke din ji nû ve afirand, jiyaneke nû hat avakirin. Êdî bi hezaran ji çarperçeyên Kurdîstanê, ji her derê ve; yê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dida, yê ku hêviyê azadiyê dijîn, yê ku ji bo azadiyê dil, mêjî û hişê wan bi bêrîkirinê tijî bû careke din berê xwe dan Kobanê ser wan sînoran. Ew bajarê biçûk her ku çû gerdûnî bû, bû hêviya mirovahiyê. Dema ku em îro jî temaşe dikin di Rojhilata Navîn de şerê mezhebî, şerê teyfî, şerê eşîrtî, şerê bêedaletî yê ku tê meşandin li hemberî wê tiştek pêwîst e ew jî çi ye? Hêviya jiyana azad e, hêviya xwişk û biratiyê ya ku bi hev re bijîn e. Ji bo ku ev were ava kirin keç û xortan ên ku bedenên xwe dane ber guleyan, yê ku canê xwe bi narincokên xwe teqandin her yek ji wan destaneke nû afirandin. Her yek ji wan hêviyên nû di jiyanê de çêkirin.
Di şexsê heval Peyman- heval Rodî de dibistana Serzorê, di şexsê Cûdî û Rêvana de, Arîn û Botanan de, di şexsê Zozanan de her yek ji wan hêviyek da ava kirin. Xaka Kobanê ne tenê bi xwînê av dan bi fikir û ramanekî nû, felsefeyeke nû, hêviyeke nû di morvahiyê de dan avakirin. Bi dehan keç û xortên kurd, ereb, fars, enternasyonal, tirk her kesekî ku bêrîkirina azadiyê di dilê xwe de bişkivandibû li ser vê axê têkoşiyan. Ji ber wê wateyê wê ne tenê cengekî bi çek bû; ev hişmendiyeke li hemberî serdestiya mêr, li hemberî pergala kapîtalîzmê ya ku mirovahiyê dadiqûrtîne hundirê xwe li hemberî wê bihûşteke ku hemû mirov bikaribin wekhev bi edalet tê de bijî şervanê heqîqetê yê ku dilê xwe, hêviyên xwe kiribûn rêwîtiya azadiyê di dilê xwe de hewandibûn û turikê li milê wan fikir û ramanê binhişê wan hêviyeke nû ava dikir. Ji ber wê roja Kobanê ya cihanî ji bo hemû mirovahiyê, ji bo kesên azadîxwaz, kesên ku dixwazin jiyaneke nû biafrînin û hemû netewe tê de cih bigirin û bikaribin ji bo azadiyê têkoşîn bikin li Kobanê mil dane milên hev û ketin cenga azadiyê. Lê dema ku em roja îro jî temaşe dikin çawa ku roja îro Roja Kobanê ya Cihanê ji bo mirovahiyê bû hêviyek û gerdûnî bû di heman demê de îro jî bi heman hişmendiyê, bi heman nêzîkbûnê dixwazin Suriyeke ne demokratîk ava bikin, dixwazin careke din hêviyên mirovahiyê vegerînin gola xwînê. Li beramberî vê hemû neteweyên din; kurd, elewî, sunî, durzî, suryanî, ermenî hemû gel bikaribin mîna bexçeyekî ku hemû cureyên kulîlkan tê de dijîn, hemû bêhna bi hev û din ve dide mirovahiyê, hênaseyeke nû dide jiyandin tevna jiyaneke nû diafrînin, fikir û ramanê Rêber APO yê ku ji bo mirovahiyê ji bo Rojhilata Navîn dibe hêviyeke careke din ê ku dixwazin dijberiya vê bikin, yê ku li hemberî vê nayênê demokrasiyê, nayênê heqîqetê û mafê her mirovekî yê ku haveynê xwe ji serdestiyê girtin, ji dagirkeriyê girtin, binhişê xwe bi wê hûnandin wê tû caran nikaribin serkeftinê mîsoger bikin.
Bi vê wesîlê em Roja Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê careke din bi bîr tînin û em dibêjin wê ev roj ji bo mirovahiyê taybet ji bo jinên wê bibe tevna jiyaneke nû, havêyna jiyaneke nû ku li vê derê hatiye hûnandin wê tirihê xwe ji nû de vebişkivîne û bibe hêviyeke mezintir ji bo gelê Rojhilata Navîn. Kaos û krîza ku li Rojhilata Navîn heye tenê dikare bi fikir û ramanê Rêber APO ya Civaka Demokratîk û Aşîtîxwaz re were çareserkirin. Derveyî vê tu hêz nikare pêşiya vê kaos û krîzê bigire; nikare bibe bersiva çareserkirinê. Ancax raman û paradîgmaya civakeke nû ser heman erdnîgariyê wê heqîqet bigihîje armanca xwe. Dîsa wê tevna jiyaneke nû li ser vê erdnîgariya pîroz bi destê jinên xwedawend, jinên azadîxwaz wê ji hemû mirovahiyê re bibe çirûskeke nû, wê bibe modela jiyaneke hevpar, wê bibe havêyna jiyana bi hev re bijî, bi hev re bide jiyandin û bi hev re biafrîne, bi hev re bikemilîne, bi hev re evîndariya jiyana rast bixemlîne.
Ez careke din Roja Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê li hemû kesên azadîxwaz, hemû jinên têkoşer li hemû girtiyên ji doza azadiyê li ber xwe didin ez li wan hemûyan pîroz dikim û ez dibêjim, ‘her kes weke wê rojê îro jî Rojhilata Navîn bi taybet ji bo rojavayê Kurdistanê milê xwe bidin hev du ji bo ku em bikaribin welatekî azad, demokratîk, wekhev hev dû re bijîn û ava bikin.
Meryem Kobanê
