Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû -Mihemed Kurdî

Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm beriya Wêranşarê.  Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3

Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3 Destan, Wêje(edebiyat) û Dengbêj Destana Memê Alan, ji çend destanên sereke yên kurdan yek e. Destan di parzûna sedsalan re derbas bûye, ji her serdemê bêhn, reng, awaz û wesfek girtiye û di nav hêtûna sedsalan de hatiye, keliyaye û pijyaye. Bi têne tiştê ku nehatiye guhertin, mora edebiyata devkî ye. Bi qasî ku em ji çîrok û destanên din jî dizanin, di destana Memê Alan de  jî mora edebiyata devkî ango zargotinê heye. Ew tê wê wateyê ku ev jî mora çîrokbêj û dengbêjan e. Êdî ne hewce ye em ku Hemûyê bibînê…

Di Berhemên Nivîskî de Girîngiya Sitandartkirina Ziman-Mihemed Kurdî

Kurd netewek kevnar û dêrînin, kurdî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Lê ji ber ku wêjeye kurdî nebûye wêjeya deshilatdar, wêjeya kurdî ya nivîskî jî li gorî neteweyên din gelekî dereng destpêkiriye û ji ber vên sedeman ji heta roja îro zimanê kurdî nehatiye sitandart kirin. Heke zimanek gîhaşt asta xwendin û nivîsandinê, bêgûman ew ziman êdî zimanekî parastiye û dê metirsiya windabûnê jî li ser wî zimanî nemîne. Lê belê heke zimanek ne zimanê xwendin û nivîsandinê be, vêca  ew ziman dê roj bi roj lawaz bibe û bihele. Ango bandora xwendin û nivîsandinê li ser hebûn û Hemûyê bibînê…

Çima bêtifaqî 3 – Kamran Simo Hedilî

“Hercî bire şûrî destê hîmmet Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet Bê ceng û cidal û bê tehewwir Qet vê şixulê mekin tesewwir” Ehmedê Xanî Seydayê Xanî dibêje, her miletên dest avêtine şûrê hîmetê ji xwe re avakirin dewlet. Kurdan jî gelek caran dest avêtine şûrê hîmetê û xwestin ji xwe re ava bikin dewletê. Lê ji ber bi hev re dest ne birin şûr û bi hev re ne tifaq bûn bi serneketin. Min li nivîsa berî vê got, ji sedsala heftan heta hezar û pêncsedan ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve ji bona bi Hemûyê bibînê…

Di Derbarê Cînavka ”EW” de-Mihemed Kurdî

Peyvên ku di hevokan de cihê navdêran digrin re cînavk tê gotin. Cînavk ji bo cihê navdêran tên bikaranîn. Ango heke li cihê navê bingehîn bêjeyeke din hatibe nivîsîn ew cînavk e. Cînavk hemî taybetmendiyên navdêran digrin ser xwe. Cînavk ji sedî 15 bandorê li rastnivîsa kurdî dikin. Gelek cûreyên cînavkan hene. Bes ez dixwazim behsa cînavkên kesane yên xwerû bikim. Cînavkên kesane yên xwerû wiha ne: *Cînavkên Kesane Yên Xwerû* ”`Yên Yekjimar”` Ez ‌ Tu *Ew* ”`Yên Pirjimar”` Em Hûn *Ew* ‌ Weke hûn jî dibînin cinavka kesê sêyemîn a yekjimar û cînavka kesê sêyemîn a pirjimar jî bi Hemûyê bibînê…

Mihemed Kurdî – Xeteriya li ser zaravayê kirdkî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc.

Xeteriya li ser zaravayê kirdkî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc. Ziman ne tenê alava ragihandin û têgihiştina di navbera mirovan de ye, di heman demê de xala herî girîngê ku netewan ji hevdu cuda dike jî ziman e. Her wiha  hişmendiya netewî jî bi rêka zimanî ava dibe. Ziman nirxek netewî ye û heyînîyek zindî ye, heta ku ziman hebe, netewe jî dê hebe, ger ziman tune bibe, netewe jî dê tune bibe. Her wiha ziman tixûbên netewan jî diyar dikin, heke zimanê netewekê heta kuderê bê axaftin , tixûbê welatê wê netewê jî heta wê derê ye, lewre parastina ziman, Hemûyê bibînê…