Îrfan Yildiz – Li ser pirtûka Pêxemberê jibîrbûyî Manî

Pêxemberê jibîrbûyî Manî (Kamran Simo Hedilî)           Nivîskar Kamran Simo Hedilî li ser pirsekî wiha dibêje; niha felsefeya me, felsefeya ku îro Kurd, yan duhoyî Kurd, yan pêr, Kurd  piştî împaratoriyê em ê bêjin, împaratoriya Medan ku 150 salan hukum kir, sê fîlozafên nemir dane me Kurdan. Yê yekem, Zerdeşt da me, Zerdeşt em kirine bajarî û gundî. Gote me çandinahîyê bikin, bicih bibin êdî ne koçerî tenê. Xêr e ku mirov cot bike, erdê bikole, bi cih bibe xêr e, kire sewab. Yê duyem, Manî ye ku Manî jî ev rastiya me ji ber ku Hemûyê bibînê…

Bêrîvan Xizêmzer – Rola wergerê di wêjeya kurdî de

Rola wergerê di wêjeya kurdî de ‌Giringî û bandora wergerê ya di wêje de berbiçav e. Nasîn û danasîna wêje û çandê bi navbeynkariya wergêr re sînorên navwelatî û sînorên zimanî ji holê radike. Em dibînin ku îro bi sedan berhemên wêjeyî ên nivîskarên wekî Tolstoy, Dostoyevskî, Victor Hugo, Johann Wolfgang von Goethe û hwk. çawa bandor li wêjeya dinyayê kirine. Di vir de jî ev pirs li me pêyda dibin ” gelo wergera wêjeya Kurdî di çi astê de ye, rola wergerê di wêjeya kurdî de çi ye?” ji Lewre me jî wekî Koma Helbestê ya Înstitûya Kurdî Li Hemûyê bibînê…

Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê

Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê     Di van demên dawî de bi taybetî jî ji ber şert û mercên pandemîya vîrûsa covîdê pirranî kar û xebatên civakî, edebî û aborî êdî li ser platformên dîjîtal tên kirin. Her wiha em zanin gelek sazî û dezgehên ziman û edebiyata kurdî jî vê qada online baş bi kar tînin û heta niha gelek program û proje jî di vê qadê de didomin. Yek ji wan bernameyan jî di pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê de ”Komxebata Helbestê” ye û em jî li ser kar û xebatên Hemûyê bibînê…

Mihemed Hesko (Birasoz) – Bêje

Bêje…!? Bêje, ne xweda çarin Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî tawane Ji dînan re meydane Dildar tirsonekin Bê helwest jî wêrekin Azadî lele û bende Bi êş û jan û derde Bo tirsokan armance Ji mêrxwazan re kince Bêje, ne ceh birince Reşreng li spî digunce Zanebûn êş û Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Ji romana pêjna baranê

Ji romana pêjna baranê ´´Rojeke ji rojên bûka salê dawiya meha nîsane bû. Mirov li ber bêhna gul û giyayên cur bi cur yên biharê mest dibû. Ji herderê dengên awazên çûk û tilûran dihate guhên mirov. Tîrêjên tavê yên dawiya rojê ji paş çiyayên Çiravê û Herekolê dirêjî asîman dibûn. Bi windabûna tîrêjên rojê yên dawî re me xwe amadekir. Çawa şevê rengê xwe diyar kir û rengê xwe berda ser newal û dolan, em meşîn. Ne min û ne jî hevalên min nedizanî bê ev meş dê çi li bîranînên jiyana me zêde bike. Me jiyan weke meşeke Hemûyê bibînê…

Muqedes Agirî – Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran

Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran  22 Nisan 2021 Perşembe Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cudatir e. Yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd ê mezin Feqiyê Teyran, li gorî lêkolîneran, di sala 1590’an de, li Miksa ku berê girêdayî Colemêrgê bû ji dayîk bûye. Di sala 1660’an de di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Hozanê mezin, gelek caran di helbestên xwe de, dîroka dema jiyana xwe diyar dike. Wekî ku di vê Hemûyê bibînê…