Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.

Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE. Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin… Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê,  ji bo qewmê xwe Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Sofî Osê

Sofî Osê Çawa ji der ve hate malê li ser qenepê rûnişt û rahişte komandê. Bi komanda di destê xwe de televizyon vekir. Ew kenal girt yekî din vekir her ku kenal guhartin mahdê xwe tirştir dikir. Li hemû kenalên televizonên kurdî nêrî. Kîjan vekir, penêlên jinan, meşên jinan û axiftinên li ser tund û tûjiya li dijî jinê hebû. Li benda nûçeyan bû, lê di tu kenalan de nûçe tunebûn. Bi wê mahdtirşiyê li pêşberî televizyonê li ser qenepê xwe dirêj kir. Hê nû qelpaxên çavên wî çûbûn ser hev ji nav komê keçeke ciwan dest bi qêrîna dûrûşman Hemûyê bibînê…

Kadir Çelik – Rexnegiriya wêjeyê

Rexnegiriya wêjeyê.. Kadîr Çelîk Rexnegiriya wêjeyê, nirxandinên berfireh in ku lêhûrbûn û lêkolîna pirs û pirsgirêkên wêjeyê ji xwe re dike armanc. Di xebat û tevgerîna xwe de felsefe, şayesandin (teswîr kirin) û nirxandinê weke bingêh hildigre. Rexneya felsefî di çerçeweya teoriya estetîzmê de li berhemên wêjeyî dinêre û li çawabûn û li taybetmendiyên edebî û hunerî ku berhemekê dikin ”berhemeke wêjeyî” digere. Rexnegeriya wêjeyî her wiha form û taybetmendiyên wateyî jî weke pîvanên esasî li ber çavan digre û li gor wan pîvanan berheman dinirxîne. Li Yêwnan a kevin, di diyalogên Platon de, meriv pêrgî dîtinên felsefî yên di Hemûyê bibînê…

Têngîz Siyabendî – Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Rya teze

«Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Rya Teze»   Radyoya Yêrîvanê Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” – Ev cumle, hê sala 1931-ê cara pêşîn bi lutfê Hecîyê Cindî û hevjîna wî Zeyneba Îvo bi Radyoya Ermenistanê belayî çar qulbê dinyayê bû. Cara yekemîn beşa radyoya kurdî ya Rewanê (Yêrîvan) di sala 1930-an dest bi xebata xwe dike û ji bo weşanê rojane nêzîkî saet û nîvek tê dayîn. Di salên 1950-an de beşa radyoya kurdî ya Ermenîstanê yekane bû ku çand û hunera kurdî bi zaravayê kurmancî diweşand. Di dehsalan de,bi milyonan kurdên cîhanê di heman Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Cin ji misîn derket

Cin ji misîn derket Îro bîranîneke min ya berî vêgavê bi salan hate bîra min. Sala hezar û nehsed û heftê û şeş yan jî heftê û heft bû. Demsal havîn bû û ez ji bajêr çûbûm gundê ku lê hatim dinyayê, û zarokiya min lê mirî. Çend sal derbas bûbûn jî ku me mala xwe anîbû bajarê Batmanê, lê ruhê min î sêwî li gundê Hedilê mabû. Li her firsendê min berê xwe dida bihuşta di xeyala xwe de. Min xwe li Hedilê azad û serbixwe hîs dikir. Lê li bajêr ez ne yê xwe bûm û min xwe Hemûyê bibînê…

Têngîz Siyabendî -Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)

Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)  Pêşgotin Berî ku em li ser mijara lêkolîna xwe rawestin divê  em berê xwe bidin û bi kurtahî binihêrin ku ka Kurd kî ne. Kurd yek ji kevintirîn gelên dinyayê ne ku li rojhilata kevnar de li ser axa jiyane. Li vir lazim e  ku  bala xwe bidin ser wê yekê wekî gelek neteweyên din ku di gel kurdan jiyan dikirin  ji dîrokê wenda bûne an bi gelên din re asîmîle bûne. Di heman demê de kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî Hemûyê bibînê…

Şoreş Reşî -Gelo kroat (xirwat) kurdin?

Gelo kroat (xirwat) kurdin? Di van demên dawî de, di nava civaka me û medya civakî de min gelek caran bihîstîyê ku dibêjin: ”mîletê kroat, kurdin û ew jihev veqetîne!” Ji bo ku rastiyê meselê ji nêzik ve bibînim, hinek çavderîyan bikim û hinekê jî wesanîya xwe derxim îsal çûm Kroatîstanê. Gor zanyarîyên heyî, li ser navê xirwat teorîyên cuda hene û nav bi gelek curayan tê ser ziman: Wek Hrvatî/krawat/Kroat/Cruat û hwd. Li ser ve peyve, di belgeyeka ji sala 885 an de mayî ”Cruatorxvm” hatiyê nivîsîn lê tam nê zanîn ku wata wê çiyê û ji ku hatiyê. Hemûyê bibînê…