Kadir Çelik – Rexnegiriya wêjeyê

Rexnegiriya wêjeyê.. Kadîr Çelîk Rexnegiriya wêjeyê, nirxandinên berfireh in ku lêhûrbûn û lêkolîna pirs û pirsgirêkên wêjeyê ji xwe re dike armanc. Di xebat û tevgerîna xwe de felsefe, şayesandin (teswîr kirin) û nirxandinê weke bingêh hildigre. Rexneya felsefî di çerçeweya teoriya estetîzmê de li berhemên wêjeyî dinêre û li çawabûn û li taybetmendiyên edebî û hunerî ku berhemekê dikin ”berhemeke wêjeyî” digere. Rexnegeriya wêjeyî her wiha form û taybetmendiyên wateyî jî weke pîvanên esasî li ber çavan digre û li gor wan pîvanan berheman dinirxîne. Li Yêwnan a kevin, di diyalogên Platon de, meriv pêrgî dîtinên felsefî yên di Hemûyê bibînê…