Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.
Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE. Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin… Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê, ji bo qewmê xwe Hemûyê bibînê…