Kamran Simo Hedilî – Helbest çi ye?
Helbest çi ye? Gelo helbest di pêşxistin û guhertina civatê de roleke çawa dileyîze? Sedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasîneke bi tenê? Çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û çawa me dibe nav hest û xeyalan? Mirov dikare bersiva pirsên jor wisa bide. Ji ber ku helbest xemila hizir û ramanê ye. Xweşikiya ku ji destpêka hebûna mirovan ve, bi mirovan re dimeşê ye. Ne tenê xemila ziman e, rêzana meşa hebûna mirov e. Avahiya bi kêmhevokan ava Hemûyê bibînê…