Kamran Simo Hedilî – Helbest û Felsefe
Helbest û Felsefe Mirov dikare bêje, helbestvan û feylezof hevalên hev yên li rêwîtiya dîrokê ne. Ji destpêka dîrokê ve ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman. Lê mijar ne li ser têkiliyên helbest û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye. Helbest û felsefe du amûrên ku ji destpêka Hemûyê bibînê…




