Kamran Simo Hedilî – Cin ji misîn derket
Cin ji misîn derket Îro bîranîneke min ya berî vêgavê bi salan hate bîra min. Sala hezar û nehsed û heftê û şeş yan jî heftê û heft bû. Demsal havîn bû û ez ji bajêr çûbûm gundê ku lê hatim dinyayê, û zarokiya min lê mirî. Çend sal derbas bûbûn jî ku me mala xwe anîbû bajarê Batmanê, lê ruhê min î sêwî li gundê Hedilê mabû. Li her firsendê min berê xwe dida bihuşta di xeyala xwe de. Min xwe li Hedilê azad û serbixwe hîs dikir. Lê li bajêr ez ne yê xwe bûm û min xwe Hemûyê bibînê…