Kamran Simo Hedilî – Helbest û hestên hevpar

Helbest û hestên hevpar

Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramana civakan. Cîhana xwe bi xwendevan re parve dikin. Bi şêweyekî din bêjim, helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê biqasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye.
Ev afirandin yek ji berhemê herî hêja yê mirovan afirandiye. Êş û şadî lihevparkirin, taybetmendiyeke tenê bi mirovan re heye. Bi taybet kesên pêdivî bi alîkariyê dîtine û alîkarî girtine vê çêjê baştir dizanin. Ev jî bi riya helbestan, çîrokan, romanan, semîneran û konfarasan têne ziman.
Li serdema pêşî di destê mirovan de tenê helbest hebû, yanî berî çîrok, roman, semîner û konfarasan peyde bikin, amûra ragihandina giştî helbest hebû. Bi riya helbestê xemgînî, bextewar, serkeftin, têkçûn ji hev dûr ketin, hezkirin û nefretên xwe ji hev re digotin. Li nav civatan hinan digot û hinan jî li wan guhdar dikir. Bi vî awayî mirovan gelek caran ew şerbeta xweş vedixwarin. Ji destpêka ciwaniya mirovahiyê û heta vê gavê, mirovan jan û dilxweşiyên xwe ji hev re gotin. Ne karîne li hemberî vê evîna hêja rawestin û xemgînî û bextewariyên xwe nebêjin.
Ji roja mirovan hest, pêhesîn, xeyal û ramanên xwe gotin ve, ev evîna parvekirinê wan li peyî xwe digerîne.
Roman Jakobson di nirxandina hevpariya helbestê de dibêje, ”ne Macha tenê jankêşê evîna têkçûyî bû, ew êş a gelekan e.”
Dibe helbestvan evîna xwe ya têkçûyî tênine ziman. Lê em baş dizanin di nav civatê de pir kesên evîna wan têkçûyî hene. Ev kes para xwe di helbesta evîna têkçûyî de dibînin. Ji ber ew nikarin têkçûna evîna xwe bêjin, bi zimanê helbestvanan, êşa evîna xwe tînin ziman.
Hin jî ji ber nikarin êş û şadiyên xwe bînin ziman wiha dibêjin.
”Heke ez zehmetî, kul û serpêhatiyên xwe vebêjim, hûn ji guhên xwe bawer nakin û bi mercên jiyanê ve girênadin.” Ev gotin destpêka gotina her kesên zehmetî, belengezî, jana bindestiyê kişandin, derdê evînê dîtin, yan ji welatê xwe derbiderbûyî ne.
Hin kes jî di kêliyên bextewariyê de wisa dibêjin, ”Ax, ax ez wisa şad im, wisa şad im, ez nizanim ji te re çawa bêjim.”
Bi van gotinan dixwazin derd û dilxweşiyên xwe ji yên pêşberî xwe re bêjin. Ev kesên şad an jî jankêş weke yên li pêşberî xwe êş û şadîzan in. Ew dixwazin dilên xwe vekin ji yê pêşberî xwe re û bi vî rengî şewata dilê xwe hênik bikin. Em hemû dizanin li hevpar kirin, ne tiştekî xirabe û ne tawan e.
Lê helbestvan jan û xweşiyên xwe bi riya helbestê tînine ziman û ji herkesî re beyan dike. Ev êş û bextewarî carinan yên helbestvanan bixwe ne, carinan jî yên civata giştî ne. Lê helbestvan van êş û bextewariyên civatê yên xwe dibînin û di helbestên xwe de tînine ziman. Ji ber pirsgirêkên civatê tînine ziman û bala gel dikişînine ser pirsgirêkan, desthilatdar li pêş wan dibin asteng û destûrê nadin, şîn û şadiyên gel bêjin. Ev yek ji bo nivîsa helbestê, agirê nava wan geştir dike, serê pênûs û zimanê wan tûjtir dike. Peyv û hevokên ji binhişînê wan difûrin û di helbestên xwe de bi cih dikin, dilê xwe hênik dikin. Lewra jî helbestvan ji vegotina leza herika daxwaziya derd û şadiyan gavên xwe bi paş ve na avêjin. Li her fersendê şêrînî an tahliyên xwe, di helbestên xwe de bi cih dikin û vedibêjin.
Ji ber helbestvan, hemû aliyên jiyanê ji xwe re dike mijar û bi civatê re parve dike. Tê gotin, helbest hunerê herkes êş û şadiyên xwe di nav de dibînê ye. Helbest hunereke bi zîrekiya helbestvanan, li ser gelek bûyeran tê ava kirin û dibe wijdana hevpar. Ji bo wê kesên nikarin vekirî evîna ji agir, şerm û tirsê an kovanên xwe bêjin bi devê helbestvanan dipeyîvin û bi derdorên xwe re parve dikin. Bi riya parvekirinê mirov ji êş û şadiyên xwe kêm be jî rizgar dibin.
Vê vegotinê gelek caran serê helbestvanan kiriye belayê jî, lê helbestvanan serî netewandine. Mabesta min helbestvanên ji berdêla gel dihizirin û xwe berpirsê gotinê dibînin e. Ne ew kesên bi navê helbestvaniyê xulamtiyê ji stemkaran re dikin e.
Ji çaxên buhurî û heta vê demê, hevparkirina şîn û şadiyan, qeyîka helbestvanan ji bahozan rizgar kiriye û hezkirina hevparkirinê ew kirine pêşengê civantê.
Giovanni Boccaccio, di vê derbarê de dibêje: ”Êş li hev parkirin taybetmendiyeke tevgera mirovan e”…
Ew êş û şadiyên dema pêşî mirov bi zehmetî xwe li ber digire, piştî li hev parkirinê dibin bîranînên şîrîn. Bi riya parvekirinê mirov ji wan çêjê werdigirin.
Piştî em xweşî û nexweşîyên xwe li hev parve dikin, kêm be jî em xwe ji bandora wan rizgar dikin û xwe azad dîbînin.

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *