Yaşar Eroglu – Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim

Dikim ku ‘Roman’ekê Bikujim

Romaneke Firat Cewerî heye, navê wê ‘Ez ê Yekî Bikujim’. Di sala 2008an de li Stenbolê ji Weşanxaneya Avesta derketiye, ji 147 rûpelan pêk tê.

Roman ji du beşan pêk hatiye. Divê her beşek bi serê xwe jî bê nirxandin. Di beşa yekî de teşeyê romana Dostoyevskî Sûc û Ceza û lehengê wî Raskolnîkov hatıye  ceribandin. Di vê beşê de lehengê sereke ‘Ez’ e. Lehengê Firat Cewerî ‘Ez’ bi awayekî qels dişibe Raskolnîkov. ‘Ez’ ê jî yekî bikuje lê weke Raskolnîkov micîd nîn e. Rasko gelek li ser çalakiya xwe difikire, amûrê kuştinê çawa dest bixe ji xwe re dike xem. Lê xema ‘Ez’ nîn e, kêreke metbexê dike amûra kuştinê. Çima kêra metbexê, ne yeke kujer, ew pirs li hewa dimîne. Pereyên wî hene, du kîlotên jinan belasebeb dikire, diçe Dîanayê re bikeve helwetê pere dide, yanî pirsgirêk ne pere ye.

Di ‘roman’ê de xema teknîka honaksaziyê tune. Ew li pey tiştekî din e. Min ji bo bêcidiyetê, navê lehengê wî danî Eznîkov; şibandiyê Raskolnîkov. Eznîkov Raskolnîkovê kurd e lê fason e. Armanca kuştina yekî di berhemê de nîn e. Kî were pêş dixwaze bikuje, heta diya xwe jî lê ecêb e kesî nakuje. Hingê pirs hewce dibe, armanc kî û çi ye? Ji ber çi ew qas nediyarî? Em di herka romanê de fêr dibin ku nivîskar xwestiye hêmaya kuştinê bike amûreke pêlîstok a ji bo gihîştina Dîanayê. Ji ber ku mifteya romanê Dîana ye. Berî ku em werin ser mijara Dîanayê divê ez çend tiştan raxim ber çavan.

Eznîkov panzdeh salan di girtîgehê de maye û derketiye derve. Belasebeb bûye dijminê Amedê û amediyan. “Ev bajarê ku berî panzdeh salan em ji bo rizgariya wî rabûbûn, niha, piştî panzdeh salan êdî bi awayekî eşkere ji bo têrkirina zikê xwe keçen xwe difroşe.” (rp.32) “Navê bajêr jî guherandine. Hinan ji wan navê bajêr ê berê li xwe kirine. Ev nav ji xwe re kirine nişana mêrxasiyê. Lê tirsonek di siya mêrxasiya bajêr de dijîn.” (rp.30) “Ew ji ber xwe ve nayên û nabêjin ku ez ji bo rizgariya warê wan panzdeh salan di hepsan de mame; nayên bi desten min nagirin, di ber dilê min nadin, dilên xwe naspêrin dilê min û laşe xwe ên bedew pêşkêşî min nakin. (Amedê weke kerxaneyekî dibine û hûn pê dihesin bê amedî ji bo wî çiqas ‘bêşêkirandî’ ne(!)”(rp. 31) Weke pêkenokên Kemal Sûnal lê di eslê xwe de karesat û întixara Firat Cewerî ye. Çima ew qas dijminahî û heqaret ji Amed û amediyan?

Firat Cewerî dike nake nikare xwe ji Eznîkov veqetîne, bide aliyekî. Gava Eznîkov pênase dike û dikeve têkiliyan, xwe terîf dike. “Bila nebe mîna pesnekî, ez ji gelekî ji wan spehîtir im û kincên min ji ên wan xweşiktir in.”(rp. 34)  “Ma tu ji kîjan koma rewşenbîran î?” (rp.43) “Dizanim ew li ser min dipeyivin, lê bere xwe min venakin û naxwazin bi kirinên xwe bala min bikişînin.” (rp.47) “Mamoste, hûn jî ji bo festîvalê hatine?”(rp.51) Kesekî ku mehek e ji girtîgehê derketiye rastî ew qas dilxweşkirinan tê, enteresan!

Eznîkov ji kuştina yekî xwe avête pastexaneyekê, pê rê di odeyeke ‘hotel’ê de xwe Dîanaya fahîşe ya tazî û rût re rû bir û dît. Ji bo cidiyetê ranexe erdê xwe ji minasebetê re radigire û guh dide dilê Dîanaya xemgîn. Fahîşe dibe jineke liserxwe, birûmet û xwedî exlaq. Lê bîst deqan berê hatibû ser maseya Eznîkov û wî gotibû, “Meraq dike bê ez oral, anal, an jî vajinal dixwazim.” (rp. 66) Nakokiyeke mezin. Dîana dibêje, “Ez dixwazim ji vê jiyanê xelas bibim.”(rp. 70) Û Firat Cewerî mifteya derîveke ji xwe re diafirîne.

Jixwe nivîskar bingeha kuştina Eznîkov amade kiriye, ew nexwaş e, carinan xwe ji bîr dike. Wê yekser bixwe bikeve dewsa Eznîkov. Bi vî awayî perda beşa yekî tê girtin.

Hema di serê beşa dudan de Eznîkov rastî qezayeke trafîkê tê û dimire. Hûn li vê tesadifê binerin niştecihê Ewrûpayê nivîskar Firat Cewerî yê ji bo konferansekî hatiye Amedê taksiyê de ye. Ji bo ku Firat Cewerî bixwe biketa serê govendê divê Eznîkov bimira.

Kaxizê nîşe ji bêrîka Eznîkovê rehmetî derketiye di destê Firat Cewerî de ye, Dîanayê digere û dibîne. Meger Dîanaya fahîşe, gerîlayeke berê ya PKKê bûye. De hûn vê tesadifê binerin! Û kêlên serboriya Dîanayê dibişkivin heta wê kêliyê tên. Ji Firat Cewerî jî dixwaze, “Tu ê min xelas bikî ne? Tu ê min ji vê dojehê rizgar bikî?” Û prensê xilaskar ê porspî yê ser pişta hespê boz ji xwe re rê rewan dike. Divê gerîlayeke ku PKK bûye sedem bibe fahîşe, bilewite Firat Ceweriyê xwedî îdeolojiya kadûk xilas bike, ne yekî/e din.

Çîroka Dîanayê balkêş e. Ji Ewrûpayê diçe akademiya Lubnanê. Li Botanê dikeve destê artêşa tirk. Sereheng tiştekî jê re nabêje wê serbest berdide û çavdêriya reva wê bixwe dike. Dîana dikeve destê qoriciyan, qorîcî weke xwîşka xwe lê dinerin, xwarin û vexwarinê didinê, namûsa Dîana ji qoriciyekê tecawizkar diparêzin. Serqoricî dibêje, “Me rahiştiye sîlehan, lê heqê me nîne ku em bênamûsiya bikin, dest bavêjin namusa xelkê…” rp.137-138)  Nivîskar bi yek derbê dewleta tirk û qoriciyan dişo, paqij dike û textîmî kurdan dike: Kurdino ji artêşa tirkan netirsin, ew dost in ên ji rê derketî şoreşgerên kurd in. Şervanino werin teslîm bibin îşkence tune, deriye pêş re digirin ê paş re berdidin, fikaran nekin.

Serqoricî Dîanayê li trambêlekê siwar dike dişine. Nivîskar ji bo Dîanayê bike fahîşe ji nişkê ve senaryoya romanê diguherîne. Di şert û mercên asayî yên ew qas qencî lê kiribin de divê berdin nav civakê lê na, wisa nabe. Dîanayê radestî hêzên herî kujer û dirinde dikin. Bi dehan caran tecawizî Dînayê dikin û Dîana dibe fahîşe, berdidin nav bajarê Amedê. Ev rûpelên dawî final û kakilê romana F. Cewerî ne. Tev peyamên wî tê de veşartî ne.

Firat Cewerî biryar dide ku bibe prensê xilaskar ê Dîana yê. Lê ji nişkê ve deriyê odeya Firat Cewerî re Eznîkovê kuştiyê trafîkê dikeve hundir. Di destê wî de kêreke bixwîn êrîşî wî dike. Destikê telefonê ji destê wî dikeve, kêr dikeve erdê. Mirov nizane Firat Cewerî mir an ma, çi bû. Bi awayekî nepen, ‘roman’ bi awayê Dostoyevskî dest pê dike, bi terzê Nanaya Emîle Zola dewam dike, bi terzê Alfred Hîtchcock dawî dibe. Ev jî enteresan.

Honaksaziya ‘roman’ê hemû hêmayên ku ji bo PKKê nirxên bilind in, kiriye armanc. Amedeke têkçûyî, girtîgeheke têkçûyî, şerekî têkçûyî, jineke têkçûyî, perweî, di ‘roman’ê derxistine ser dikê. Jixwe dilê Firat Cewerî yê di çil salan zêdetir ev hesret tê de veşartîmaye ew yek nedixwest? Ji bo di kûrşhiş de be, di hestan de be jî carekê bi riya romanê ev tolhildan ne bes e?

Ji bo ku ew jî bûbûya prensê xilaskar ê ser pişta hespê boz, Dîana xilas bikira û bi riya ‘roman’ekê bi namûsa Dîanayê re bûya, weke ku namûsa PKKê binpê bikira çima kêm serkeftinek bû ji bo wî?

Kî dikare bêje ev roman e? Belge û wesîqayeke reşkirinê ye ya ku mîna bernameya Ertûrk Yondem ‘Perde Arkasi’ ya salên 90an, pirtûkên reşkirin û îftirayê yên JÎTEMê bi navê îtirafkaran dihat weşandin. Wî wêje kiriye amûra kûrhiş û îdeolojiya têkçûyî û mirî pê dilê xwe rihet kiriye. Ketiye bin sîwana romanê, xwestiye hesabê ku nikare bi riya îdeolojiyêa têkçûyî veke bi vî awayî bigihîne encamê. Zelal e, ne ji bo berhemeke wêjeyî binivîse, ji bo toleke derin a hê ji sûkên Dêrikê mayî destê wî çûye ser klavyeyê.

Mînakeke hişk e ku roman û wêje çawa erzan tê qurbankirin ji bo siyaset, hest û kûrhişê takekesî.

Yaşar Eroglu

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *