Kamran Simo Hedilî – Cin ji misîn derket

Cin ji misîn derket
Îro bîranîneke min ya berî vêgavê bi salan hate bîra min. Sala hezar û nehsed û heftê û şeş yan jî heftê û heft bû. Demsal havîn bû û ez ji bajêr çûbûm gundê ku lê hatim dinyayê, û zarokiya min lê mirî.
Çend sal derbas bûbûn jî ku me mala xwe anîbû bajarê Batmanê, lê ruhê min î sêwî li gundê Hedilê mabû. Li her firsendê min berê xwe dida bihuşta di xeyala xwe de. Min xwe li Hedilê azad û serbixwe hîs dikir. Lê li bajêr ez ne yê xwe bûm û min xwe azad hîs nedikir. Li bajêr, tirsa girtinê û lêdana polîsan, min her di nava xwe de hîs dikir.
Ez xort bûm û ez jî mîna gelek hevalên xwe bûbûm sempantîzanê tevgera azadiyê. Min jî, pirtûkên ku wê demê li ser siyasetê hatibûn çapkirin, dixwendin û bi siyasetê mijûl dibûm. Me dizanî ku em Kurd in û mafê me jî heye bi zimanê xwe bixwînin û divê ku navên me jî weke yên Tirkan neqedexe bin.
Her cara ku diçûme gund, min ev tiştên nû ji hevalên xwe re digotin. Ciwanan bi baldarî li min guhdarî dikir, salmezinan bi awirên li navbera dilxweşî û tirsê tenê li min dinihêrîn.
Ez dîsa çûbûm gund û roja dawî ya ku ez ê ji bihuşta azadiya xwe derkevim hatibû. Min xwe amade dikir ku berê xwe bidim dojeha tirsa xwe. Havîn bû, demhijmêr li derdorên deh yanzdehan deng hat ku romiyan jinên gundê Gizrê girtine û bi xwe re wan dibine Midehê. Wê demê tenê qereqola dewleta Tirk li gundê Midehê hebû. Li wan gundên derdorê ne rê hebû, ne dibistan û ne jî leşker hebûn. Çûn û hatin hemû peya bûn. Gundê Hedilê dikete navbera gundê Gizrê û gundê Midehê û riya wan di Hedilê re derbas dibû. Min xwe amadekiribû ku herim navçeya Hezexê û ji wir li erebeyekê siwar bibim, herim Midyadê. Ji wir jî bi erebeyeke din heta Batmanê biçim. Lê dema ku gotin leşker di Hedilê re derbasî Midehê dibin, min xwe amade kir ku bi wan re heta Midehê herim. Ji ber ku erebeyên ku ji Hezexê diçûn Midyadê di Midehê re derbas dibûn.
Leşker hatin û bi wan re jineke pîr, du jinên ciwan, çar zarokên di navbera seş û deh salan de hebûn. Li Hedilê gelek kesan xwe veşart da ku leşker wan nebînin û ti gotinên xirab ji wan re nebêjin. Ez û muxtar li ber deriyê hewşa mala muxtêr bi tenê mabûn li benda hatina cinên tirsê û sembolên xirabiyê.
Gelekî xweş tê bîra min, berî silavê li me bikin, bi gotina ”ulan muxtar” av jê xwestin. Sê leşker bûn, ne gelek bûn jî, lê quretiya wan ji ya serleşkerên ku bi hezaran leşker di bin fermana wan de pirtir bû û kesî nediwêrî bersiva wan jî bide.
Min ew zilma ku me di pirtûkan de dixwend û di axaftinên me yên siyasî de dibihîst, di kiryarê de bi çavên xwe wê rojê dît. Bi rê de çend caran di nav min û leşkeran de axaftinên hişk çêbûn. Ji bo heqaretên wan yên li jin û zarokan dikirin û min bersiva wan dida çima hûn van heqaretan li van rebenan dikin. Ji ber zanîna min ya bi Tirkî û bajarîbûna min, newêrîn ku li min bidin. Wer dizanîn ku ez kurê berpirsekî me, nexwe dê ez jî bi jin û zarokên ji berdêla bav, mêr û kurên xwe hatine girtin, bigirtama û bi rojan min ê lêdan bixwara. Dixwazim vê bibêjim, li wê dema melûl û zelûl ev karwanê azadî û serketinê da rê. Karwanê ku hin jê re dibêjin romana dawî lê nehatî, hin dibêjin helbesta nehatî nivîsîn û ez jî jê re dibêjim, çirûska bi henasa lehengan bûyî birûsk. Li wê çaxê wêraniyê dest bi rêwîtiya xwe kir.
Dem melûla melûliyê bû. Kal û pîr naxwazin wê demê bi bîr bînin.
Nayê bîra zarokan jî, destpêka çirûska bi henasa lehengan bûyî birûsk.
Hêviyan beravêtibû. Daran nediwêrî pelan biweşînin.
Çûk bê destûr nedifirîn. Ba baweşîn nedikir.
Ewran tîbûna hişkebeyaran nedidît.
Daristanan keskeşîna henasê vedişartin.
Bihar nedihate welatê çiyayên êşê…
Keftelefta başûr bêçaretiya kitikên çêlîk kuştî bû.
Bêdengiya bakur jana dayîkên zarok windakirî bû
Rojhilat û rojava di xewa mirinê de bûn…
Tîrêjên sorzerê zêrîn dilop dilop palîne malzaroka evînê û rûbar bû girava vejînê.
Çirûskê hêdî hêdî daxwaza pîroz neqişand.
Keç û kurên zanîna xwe xemilandî, govenda pakrewaniyê gerandin…
Belê lehengên pêşengên destana nûvejînê li wan rojên nexweş û wêrane rabûn. Bi bedenên xwe yên nazik û narîn guh dane civaka ker, çav dane civaka kor û ziman dane civaka lal. Lê ya herî girîng bi fedekariya xwe wêrekî dane civaka tirsandî û tirsa mirinê bi mirina xwe kuştin. Me salmezinan ew rojên nexweş dîtin û îro jî coş û zanebûna heyî dibînin. De vêcarê çawa dê Kurdistanî ji vî karwanê lehengan û pêşengên wî hez nekin?
Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *