Muqades Agirî – Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-1

JINÊN KU MOHRA XWE LI DÎROKÊ XISTINE- 1

Hêza jinê bêguman hêzeke taybet û bêhempa ye. Gelek jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine hene.

Ji siyasetê heta hûnerê, ji zanistê heta karkeriyê jinên wisa bi hêz û bêhempa hene ku bi kiryarên xwe ve, berê dîrokê guhertine û deriyên zanistê ji cîhanê re vekirine.

Wek mînak bi hezaran, bi sedan jin  meriv dikare bijimire. Hêza jinê, ji hemû mirovahiyê re qîriya ye.

Bêguman gelek jinên Kurd ên helbestvan, nivîskar, zanist, hunermend û siyasetmedar hene ku bi serketinên xwe ve navên xwe bi herfên zêrîn di dîrokê de nivîsandine.

Mestûre Erdelan – Mestûre Kurdistanî (1804-1848)

Yek ji van jinên Kurd, Mah Şeref Xanima Kurdistaniye ku, helbestvan, nivîskar û  dîroknasa  ewilî ya jin a Rojhilata Navîn e.

Di sala 1804an de li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbatek xuyanî û ronakbîr bû, bi huner, zanist û dîrokê eleqedar dibûn.

Dêya wê ji malbata wezîrên Kurdistana Sineyê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbatek desthilatdar bû.

Mestûre Xanim piştî ku digihêje temenê salên perwerdehiyê bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike. Lewra di wê serdemê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne jî pêwîst bû.

Mestûre Xanimê piraniya helbestên xwe, bi Kurdiya zaraveyê Goranî nivîsandine.

Her wiha bi zimanê Farisî û zaraveyê Soranî jî helbestên wê hene.

Mestûre Xanim bi vê taybetmendiyê bala zanyarên biyanî jî dikişîne.

Nav û berhemên Mestûre Xanimê di nav Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cih digire.

Vîrgînîa Woolf (1882-1941)

Nivîskara jin, rexnegir û femînîsta Îngîlîz e.

Wekî tevgera modernîst ketiye nav rûpelên dîrokê. Woolf di pêşketina romanê de gelek ked daye.

Pirtûkên Vîrgînîa Woolf ji 50 zêdetir zimanan hatiye wergerandin.

Magdalena Carmen Frîda Kahlo Calderon (1907-1954) 

Wênesaza navdar a jin Meksîkî ye. Frîda Kahlo jin wekî surrealîst were pênasekirin jî bi xwe surrealîzmê red dike.

Wêneyê wê êş û rastiyê nîşan dide. Di wêneyên Frîdayê de çanda Meksîkayê û nasnameya têkoşer a neteweyî tê dîtin.

 Marîe Skłodowska Curîe (1867 –1934)

Marîe li Polonyayê jidayik dibe.

Çalakiya wê ya profesyonel di lêkolîna radyoaktîvîteyê de wê Xelata Nobel a Fîzîkê û Xelata Nobel a Kîmyayê wergirt.

Piştî lêkolînên ûranyumê radyoaktîvîte kişfkir.  Di sala 1903an de Xelata Nobel a Fizîkê di sala 1911an de jî Xelata Nobel a Kîmyayê wergirt.

Her wiha damezînera  zanist a radyolojiyê ye jî. Wê bi xebatên xwe yên serketî mohra xwe serdemekê xistiye.

Marie Skłodowska Curie, jina ewilî ya Xelata Nobelê stend.  Her wiha ew, zanista jin cara yekem e ku Xelata nobelê du caran ser hev hilgirtiye.

Teresa of Calcutta (1910 – 1997)Li seranserê cîhanê tê zanîn, Teresa of Calcutta Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê damezirand da ku   jiyana xwe, ji bo alîkariya kesên mexdûr veqetîne.

Rahîbe Teresa, di sala 1979-an de. Xelata Nobelê ya Aşitiyê stend.

Di sala 1950an de bi destûra Vatîkan “Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê” damezirand.

Ev saziya ku bi 12 kesan ve hate damezirandin wisa mezin bû ku, li seranserê cîhanê li 450 cihî vebû û 4000 hezar rahîbe tê de erkdar bûn.

Indîra Gandhî (1917 – 1984)

Mîna bavê xwe, Indira serokwezîra navdar a Hindistanê bû,  du caran serokwezîrtî kiriye.

Di dîroka Hindistanê de serokwezîra yegane ya jin e. Her wiha duyemîn kes e ku herî dirêj serokwezîrtî kiriye.

Carmen Martín Gaîte (1925 – 2000)

Di jiyana xwe ya nivîskariyê de ji 50yî zêdetir roman, çîrok, helbest, şano nivîsiye. Gelek xelatên Wejeyê yên Neteweyî hilgirtiye.

Bi saya xebatên xwe yên naskirî ketiye dîroka nivîskarên mezin ên Sipanyayê.

Amelîa Earhart (1897 – 1937)

Amelia Earhart jina yekem a pîlot e ku di ser Okyanûsa Atlantîk re bi tena serê xwe bi balafirê, derbas bûye.

Her wiha Amelia kesayetiyeke wisane ku wê demê di civakê de maf û têkoşîna jinan temsîl dike.

Rosa Parks (1913 – 2005)

Rosa Parks di sala 1943an de tevlî  Tevgera Mafên Welatiyên Emerîkayê bû. Di sala 1955an de li parêzgeha Alabamayê li dijî  cihêkarî û zexta li ser çermreşan bû pêşenga xwepêşandanan.

Malala Yousafzaî (1997 – niha)

 Malala ya ji Pakîstanê çalakvaneke jêhatiye ku ji bo perwerdeya jinan dixebite.

Wê di sala 2014an de Xelata Aşitiyê ya Nobelê stend, û bû kesa herî ciwan ku di dîrokê de kesa ku ewilî 17 saliya xwe de xelata Nobelê stendiye. Xebatên wê li ser mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan e.

Emma Ihrer (1857-1911)

Sendîkavana sosyalîst û parêzvana mafê mirovane ku ji tevgera jinên Elman navê herî tê nasîn e.

Sala 1885’an Komeleya Nûneriya Berjewendiyên Jinên Karker vekir û pêdiwistiyên jinên karker kire mijara xwe ya sereke.

Piştî ku li Elmanya rêxistina jinên karker pêşket sala 1898’an pirtûka bi navê di têkoşîna çînan de jinên karker dinivîse.

Muqades Agirî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *