Muqedes Agirî – Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran

Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran

  •  22 Nisan 2021 Perşembe

Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cudatir e.

Yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd ê mezin Feqiyê Teyran, li gorî lêkolîneran, di sala 1590’an de, li Miksa ku berê girêdayî Colemêrgê bû ji dayîk bûye. Di sala 1660’an de di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Hozanê mezin, gelek caran di helbestên xwe de, dîroka dema jiyana xwe diyar dike. Wekî ku di vê çarîna jêrê de dibêje ez 70 salî me û dîrok jî sala 1041ê ya (hicrî) ye.

Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hezar û çil û yek çûn
Ev xezel anî diyar e

Navê Feqiyê Teyran ê rastîn Mihemed e. Di vê çarînê de navê xwe yê rastîn bikar aniye.

Gul im di destê xaran
Bi ismê Mihemed nav im.
Bilbil im di gulzaran
Ji işqê lew zerbav im.

Feqiyê Teyran, ji binemala mîrê Miksê ye. Kurê Mîr Ebdal e. Navê dayîka wî Hizna Xan e û ew jî ji malbata mîrên Colemêrgê ye. Ji ber vê taybetmendiyê, Feqî ji xwe re ”Mîr Mihê” dibêje. Di helbestên xwe de çend mexlesên wek Feqiyê Gerok, Mihemed, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê, Feqî, Feqe, Feqê Têra û Feqiyê Teyran  ji xwe re bikar aniye. Lê di nava gel de, herî zêde bi navê Feqiyê Teyran tê nasîn. Feqî, ji xwendekarên medreseyê re tê gotin.

Tê bawerkirin ku wî ji zimanê çûkan fêm kiriye û bi wan re axifiye. Ji ber vê, ji wî re Feqiyê Teyran hatiye gotin. Feqî, zehf ji xwezayê hez kiriye. Helbestvanê xwezayê ye. Çawa tê gotin, helbestên xwe, li ber ahenga dengê çem û avan di nava dengê çûkan de nivîsiye.

Helbestên Feqî felsefîk in. Mirov ku helbesta wî ya “Ey Av û Av” dixwîne vê kûrahiyê dibîne. Dema ku ew bi avê re diaxive, avê û dilê xwe dişibîne hev. Dema ku mirov li ser vê şibandinê hûr dibe, mirov dibîne ku zehf watedar û kûr e. Çawa dilê Feqî evîndarê Xwedê ye û di evîna gihîştina ber bi Xwedê dilê wî lê dide, bi kelecan bendê ye ku bigihîje xwedê. Avê jî dişibîne dilê xwe ku av jî biherike bigihîje deryayê û bi deryayê re bibe yek.

Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra`hetê

Bê ra`het û bê sekne yî 
Yan `aşiqê baxwe xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitê

Feqiyê Teyran, xwediyê têgihiştinaka pir kûr e. Di felsefeya xwe de, li pey lêgerîneka haqîqetê de ye. Feqî, bi nêzîkatîyeke felsefîk, li xweşik axiftinê dinere. Feqiyê Teyran, di nav civata xwe de, ew weke mirovekî ku bi aqilê xwe êdî ji xwe bihurandî tê nasîn. Di nav civakê de nêzîkatîya li şêxekî li wî tê kirin. Ew di derbarê têgihiştin, fikir û dîroka olê de, xwediyê zanebûn û têgihiştinaka pir kûr e. Ew dixwaze ku çi aqil di serê wî de heye bide mirovên li dora xwe ku wan ji nezaniyê xilas bike.

Şêwazê Feqî cûda ye

Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cûdatir e. Fîlozofê mezin, di serdema xwe de helbestên xwe ne bi zimanê dîwanî,  bi zimanê gelêrî nivîsiye. Feqî, hostayê qesîdeya Kurmanciyê ye. Di nav helbestên wî de ‘xezel, mesnevî û dîtir qalibên helbesta klasîk li ber çavan nakevin.

Feqiyê Teyran helbestvanê gel e

Feqî, li dijî zilm û zextên mîran bûye. Digel ku ew ji malbata mîran e xwe ji xelkê dîtiye. Zilma mîr, axa û began ti caran nepejirandiye û xwestiye gel jî nepejirîne û li hemberî zilm û zordariyê têbikoş e. Her tim di nav gel de bûye. Gava em li helbestên wî binêrin em ê bibînin ku gel ji derdên wî yên sereke ye. Êşên gel guhdar kiriye bi êşên wan re xemgîn bûye dilşadiya wan re şad bûye û ev yek bûye mijarên helbestên xwe.

Nesaxê êşan ez im

Bi kul û derdan ez im

Mecrûh ji qehran ez im

Tazî û ûryan ez im

Ê dûr ji şehran ez im

Feqiyê Teyran ez im

Tê gotin ku rojekî ew li Çiyayê Reş, rastî keçikekê bi navê Dîlber tê. Feqiyê Teyran, xwe dide nasîn û serpêhatiya Dîlberê guhdar dike. Dîlber, keça mîrekî ye û dilketiyê wê kurmamê wê ye û navê wî jî Dilşad e. Ew ji hevûdû hez dikin û bi hev re direvin tên xwe begê bi navê Reşîd digirin. Lê Reşîd Beg, çav berdide Dîlberê ji ber vê yekê jî, dildarê wê Dilşad dikuje û hewl dide ku dest bavêje Dilberê. Lê Dîlber ji destê wî direve û diçe xwe li Çiyayê Reş digire. Êdî çiyayê Reş dibe yekane stargeha Dîlberê. Êdî keçik, derdê xwe bi girî û hêstiran bi hawar û dilşewitî ji Feqiyê Teyran re dibêje û dibêje…

Dîlbera dilbirîn, ji Feqiyê Teyran dixwaze ku, ew here mala bavê wê derdê wê û serpêhatiya wê ji bira û bavê wê re bêje ku werin bi hewara wê de. Feqiyê Teyran jî bi gotina Dîlberê dike û alîkariya wê dike. Bûyera ku di serê Dîlberê re derbas bûye, evîna wê ya nîvco mayî ya bi keser, bandorekê mezin li ser hostayê mezin dike û li ser vê bûyerê qasîdeya Ey Dilberê dinivîse.

ey dîlbera qamet misal,
way nazika dilî hejar,
te ji xandinê kirim betal,
wêran ezim, malim xirab.

ey dîlberê, way dîlberê,
firyad ji destê keserê,
avik ji ava kewserê,
wêran ezim, malim xirab.

ey dîlbera gerden zirav,
dêm şûşeye, tijî gulav,
ey duxtera bejna zirav,
wêran ezim, malim xirab.

Mijarên helbestên Feqiyê Teyran

Feqîyê Teyran di helbestên xwe de behsa felsefe, dîrok wêje, hedîs û tesewifê dike. Ev jî dide nîşandan ku wî xwendineke baş kiriye. Helbestvanê me li gelek cihên mîna Misk, Hîzan, Cizîr û Finikê xwendîye. Hostayê mezin ê Kurd, ne tenê helbestvan bûye. Ew di heman demê de fîlozof e jî. Li gorî wî eşqa mecazî û eşqa rastî di nav hev de ne. Di mijarên helbestên wî de baweriya ol, Xwedê, Pêxember cih digre.

Miksî dibê avê we bû

Pêxemberan aqil hebû

Qet hewceyî pirsan nebû

Wan dest gihabû suhbetê

Zimanê xwerû bikar aniye

Feqîyê Teyran yek ji helbestvanên herî bi nav û deng ê Kurd e ku, helbestên wî ji helbestên helbestkarên Kurd ên din bêhtir belayî nav gel bûye. Sedema vê yekê jî ev e ku Feqî, helbestên xwe bi zimanekî sade û nêzîkî zimanê axaftina rojane ya serdema xwe nivîsiye. Ji ber vê yekê gelek kesan helbestên wî xwendiye. Fîlozofê mezin, Erebî û Farisî gelek baş zanibûye, lê helbest û berhemên xwe bi zimanê Kurmancî nivîsiye.

Hêstirim barîn ji xwînê, sotim ez derdê evînê

Kes ji min naket yeqînê, ay dilê min ay dilo

Da’x û kovan bê hisab in, mi‘hnet û êș û ‘ezab in

Xem ji qelbê min ve nabin, ay dilê min ay dilo

Hevaltiya Mela û Feqî

Tê gotin ku Feqî şagirtê Melayê Cizîrê bûye di heman demê de hevalên hevûdû yên qedîm bûne. Feqî ji bajarê Wanê diçe Cizîra Botan û serdana hevalê xwe Melayê Cizîrî dike. Gava Mela û Feqî digihîjin hev, bi gotinên xweş û helbestî dilê hev xweş û geş dikin. Her du fîlozof û hostayên mezin di gotûbêjekî de bi aweyekî edebî pesnê hevûdu dane. Ev gotûbêj hem di Dîwana Mela de û hem jî di Dîwana Feqî de cîh girtiye. Di vê gotûbêjê de Mela 25 malikan, Feqî jî 25 malikan dibêjin.

Feqî  

Sela ma min heqîrî    

Sedefek divê têkin

Îro li Cizîrê

Heqe li Melê kin     

Mela

Selamên Milyaketan

Bê Hed û bê Hesab in

Şibhetê ava şetan

Li Mela li Mîm û Hê bin

Feqî   

Birîndarê işqê me

Dûrim ji siha bihan  

Dizanim meddahê kê me  

D’hezar û yek û sehan

Senaxwanê Melê me

Li hemû erd û cihan 

Mela

Hindî ku digazehim

Dikêşim sebr û xîrê

Şubhetê çeng û zeh im

Hîlak in j’derba tîrê

Senaxwanê Feqeh im

Îroke di Cizîrê

Meriv ji pesindayîn û gotinan, wan baş fam dike ku hevaltiyeke zexm di navbera wan de heye. Feqiye Teyran piştî mirina Melayê Cizîrî, li ser wî helbesta bi navê “Qewî Îro Girya Me Tê” dinivîse.

Qewî îro ze’îf im ez

Dinalim ez li wî tayê

Di burhanan dihat fal im

Tilisma wesletan nayê

Hostayên mezin ên Kurd Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran beriya Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî jiyane. Ehmedê Xanî di berhema xwe ya Mem û Zînê de wiha behsa her sê hostayên Kurd dike.

Bi navê rûhê Melayê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Dê keyfek bida Feqiyê Teyran

Heta ebed bimaye Heyran

Berhemên Feqiyê Teyran

Berhemên Feqiyê Teyran bi teqez nayên zanîn lê Feqî bi xwe du helbestên xwe yên cuda de dibêje ku “du cild” helbest nivîsiye. Berhemên wî yên heta niha tên zanîn ev in:

  • Qewlê Hespê Reş
  • Sîseban
  • Xan Dimdim
  • Qiseya Bersiyayî
  • Ey Dîlberê
  • Zembîlfiroş

Ey Av û Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxaneya “El Hewadîs” li Bexdayê hatiye çapkirin.

Şêxê Sen’an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap bûye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.

Bersîsê ‘A’bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.

MUQADES AGİRÎ

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *