Muhsin Özdemir – Rewendîya Li Bin Stara Çiyayê Helgurdê

Rewendîya LiBin Stara Çiyayê Helgurdê Dibe ku hin kes nizanibin rewend û rewendî çi ye. Rewend ango koçer, rewendî jî koçerî ye. Rewend ji rewanê tê, rewan jî herikane, ji tevgera herikînê tê. Li hinek herêmên welatê me ev bêje bi vî hawî tê bikaranîn. Wateyê cihê jî yên vê bêjeyê hene. Ji ber ku ne mijara gotinêye, em jê derbaz dibin. Emê werin ser mijara xwe ya sereke. Kesek nizane ev bû çend sal, ji dûr nêzîk ve rewend têne vê deverê. Her wiha di gel ewqasî şer û pevçûnên li vê herêmê de qewimîn jî, rewendan çima ev Hemûyê bibînê…

Bêrîvan Xizêmzer – Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê

Bernameya 24.04.2021 ya Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê Şêwra berhema Rafel Akgun Tespo ya bi sernav ”Ra Hanorya” bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê axaftina xwe bi helbesta Rafel Akgun Tespo ya bi sernav Mirin e domand : Mirin Her kes li dû hezar û sed mirinên şevê ye Talde, kozik, xendek, xwîn û agir Kemîn, şer û pevçûn, pî û pepik Her kes xemgîn e, biêş e, di nav kederekê de ye Her kes di nav hezar û sed tirsên şevê de ye Xubar, ax, berf, bahoz, baran Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re

Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re ´´Min nikarî li pêşberî vir û hîleyên we biserkevim. Ev ji min re bû dert. Lê min jî bejna xwe li ber we netewand. Bila ev jî ji we re bibe dert.´´ Seyîd Riza Pîrê min, me vê carê maskeya li ser rûyên Kemalîstên nîjadperest û ya li ser rûyên melayên sextekar baştir naskiriye. Êdî hew dikarin rûyên xwe yên bi qirêj bi maskeyên cuda veşêrin. Ji ber wê mîna gurên devbixwîn bi awayekî sîstematîk êrîşî ser hemû rayên jiyana kurdan dikin. Her ku diçe êrîş û zextên wan mîna êrîşên dema we dijwar dibin. Hemûyê bibînê…

Mihemed Hesko (Birasoz) – Bêje

Bêje…!? Bêje, ne xweda çarin Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî tawane Ji dînan re meydane Dildar tirsonekin Bê helwest jî wêrekin Azadî lele û bende Bi êş û jan û derde Bo tirsokan armance Ji mêrxwazan re kince Bêje, ne ceh birince Reşreng li spî digunce Zanebûn êş û Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Ji romana pêjna baranê

Ji romana pêjna baranê ´´Rojeke ji rojên bûka salê dawiya meha nîsane bû. Mirov li ber bêhna gul û giyayên cur bi cur yên biharê mest dibû. Ji herderê dengên awazên çûk û tilûran dihate guhên mirov. Tîrêjên tavê yên dawiya rojê ji paş çiyayên Çiravê û Herekolê dirêjî asîman dibûn. Bi windabûna tîrêjên rojê yên dawî re me xwe amadekir. Çawa şevê rengê xwe diyar kir û rengê xwe berda ser newal û dolan, em meşîn. Ne min û ne jî hevalên min nedizanî bê ev meş dê çi li bîranînên jiyana me zêde bike. Me jiyan weke meşeke Hemûyê bibînê…

Muqedes Agirî – Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran

Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran  22 Nisan 2021 Perşembe Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cudatir e. Yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd ê mezin Feqiyê Teyran, li gorî lêkolîneran, di sala 1590’an de, li Miksa ku berê girêdayî Colemêrgê bû ji dayîk bûye. Di sala 1660’an de di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Hozanê mezin, gelek caran di helbestên xwe de, dîroka dema jiyana xwe diyar dike. Wekî ku di vê Hemûyê bibînê…