Ji raya giştî re.

 

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

ئەنیستیتۆی کوردی لە ستۆکهلم

Kurdiska Institutet i Stockholm

Kurdish Institutet in Stockholm

Ji raya giştî re.

 Bi navê xwe yê fermî ”Înstîtuya Kurdî li Stockholmê | ئەنیستیتۆی کوردی لە ستۆکهلم | Kurdiska Institutet i Stockholm |Kurdish Institutet in Stockholm” di 14ê Rezbera1996an de ji aliyê rewşenbîr û nivîskar û welatparêzên Kurdan ve hatiye damezirandin û ev 27 sal in ku çalak e.

Armanc û karûbarên wê ev in:

* Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda Kurdî.

* Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de semîner, panel û civînan amade dike.

* Li ser zargotina Kurdî xebat dike.

* Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, înstîtu alîkariya wan dike û bi wan re hevkariyê dike.

* Li gor îmkanên xwe bulten, buroşur, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diweşîne.

* Di her pileyî de kursên zimanê kurdî dide.

* Berhemên bi Kurdî û yên li ser Kurd û Kurdistanê derketine û derdikevin berhev dike.

* Li gor îmkanên xwe pirtûkxaneyeke Kurdistanî ava dike.

* Înstîtiya Kurdî li Stockholmê, di qad û çarçova xebatên xwe de, bi înstîtu û dem û dezgehên çandî yên Swêdî, Kurdî û yên din re pêwendiyan datîne, hevkarî û alîkariyê dike…

Bi nav û navnîşana www.kurdiskainstitutet.org malpera wê heye û xebatên xwe bi riya vê malperê li raya giştî û xwendevan û kesên pêwendîdar re par ve dike.

Înstîtu xebatên wêjeyî weke atolye û komên nirxandin û komên xwendinê li dar dixe û bi rê ve dibe. Herî zêde jî valahiya di der barê wêjeya Kurdî de dixwaze dagire û van xebatan bixe rojeva Kurdan û dinyayê. Di vî warî de komxebatên weke; ”Dîroka Wêjeya Kurdî”, ”Helbesta Kurdî”, ”Perwerdeya Helbesta Kurdî”, semînerên weke; ”Awa û Şêweya Nirxandina Romanê”, komên weke; ”Koma Helbesta Kurdî”, ”Koma Romana Kurdî” gelek çalakî û xebat û komxebat li dar xistine. Ev înstîtu digel rêveber û endamên xwe gelek kesên ku eleqeya wan bi Kurdî û Kurdewariyê ra heye, gelek kesên welatparêz ên  Kurd û dost û hezkiriyên Kurdan li dora van xebatan kom kiriye û li ser nirxên Kurd û Kurdistanê û tekoşîna Kurdan bilind kiriye. Înstîtu di her mercî de xwedîtî li nirxên Kurdan kiriye û her tim jî ew ê bike.

Di nava van xebatan de ”Koma Nirxandina Romana Kurdî” heye û bi awayeke bi pergal xebata xwe dimeşîne. Ev kom li ser bingeha ”nirxandina romanên bi Kurdî” hatiye avakirin û pergala wê wiha ye; ”Di meha 11an û 12an de ji aliyê endamên komê ve ji bo salê kîjan roman ew ê bêne xwendin têne pêşniyazkirin û ji aliyê rêveberiya komê ve ahenga navbera nivîskarên jin û yên mêr, ahenga navbera weşanxaneyên Kurdan bi baldarî tê diyarkirin.” Koma Nirxandina Romanên Kurdî, weke komek (lê bi rengê nîv-saziyek) salewext bernameya xwe bi vî awayî çêdike û ji bo her mehekê romanekê diyar dike. Her meh romanek tê xwendin û di dawiya romanê da digel niviskar (ku nivîskar guncaw be) nirxandin li ser tora înternetê tê kirin, tê tomarkirin û li ser malpera înstîtuyê tê parvekirin.

Dema ku 12 berhemên salê diyar bûn, li ser navê komê bi weşanxaneyan ra pêwendî hate dayîn hate danîn û armanc û mexseda stendina van romanan yek bi yek ji weşanxaneyan re hate vegotin û bi çi rêbazî ew ê xebat bimeşe hate hatiye gotin. Armanca vê xebatê jî ji bo bazirganî û ticaretê jî nîn e, lew re weşanxane bi dilnizmî nêzik bûn û ji bo vê xebatê spasiyên xwe gotin.

Piştî demekê meşandina vê xebatê, ji ber hin endamên Koma Nirxandina Romana Kurdî astengdarên dîtinê bûn, ango çavên wan nedidît, weke rêbaz di nava mehê da romana ku hatiye hilbijartin ji aliyê hin kesên dildar ve tê xwendin û endamên ku çavên wan nabînin guhdar dikin. Li ser tora girtî ya înternetê ev xwendin tê tomarkirin û di malpara Înstituyê de tê parvekirin. Armanca vê yekê jî ew e ku kesên astengdarên çav ji xwendina pirtûkan bêpar nemînin. Weke înstîtu me vî mafî dixwe de dît ku em xwendina bideng a van romanan tomar bikin. Ji romana destpêkê heta niha tu bertekeke neyînî ji me ra nehatiye nîşandan, bil aks spasdarî hatiye kirin. Piranî hem ji aliyê nivîskaran ve hem jî ji aliyê weşanxaneyan ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin.

Em weke înstîtu di vê fikrê de ne ku berhemek|romanek ku ji aliyê nivîskar ve hat nivîsandin û hat weşandin êdî ew berhem ê xwendevan/xwîneran e. Xwîner dikarin wê berhemê bixwînin û bi her awayî binirxînin û çi kêmasî û zêdeyiyê wê berhemê hebin dikarin rexne bikin. Ev weke maf ê xwendevan/xwîneran e. Mafê nivîskarê/î heye ku van rexne û nirxandinan ragire û ji bo ku berhemên xweştir û baştir û xurtir biafirîne bike sedema pêşketinê. Mexsed û armanca Koma Nirxandina Romanên Kurdî jî ev e. Heta niha bi vî awayî gelek berhem hatine xwendin û hatine nirxandin. Û gelek encamên baş jî hatine wergirtin. Gelek  nivîskar û romannûs spasiyên xwe pêşkêş kirine.

Di meha Pûşper|Hezîranê de romana salê ya 6an hate xwendin û di dawiya mehê de hat nirxandin. Lê ji aliyê nivîskar ve bertekeke nelicî û nerast hate nîşandan da ku em vê daxuyaniyê bi raya giştî ra parve bikin. Em dixwazin vê rewşê zelal bikin da ku înstîtu û endamên wê û xebatên wê di bin tohmetê de nemînin.

1) Hemû endamên vê komê, xwedî maf in ku weke hemû berheman, vê berhema meha Pûşper|Hezîranê jî binirxînin. Bi her awayî dikarin rexne bikin. Bi awayeke azad û zelal dikarin rexneyên xwe bi komê re û raya giştî ra par ve bikin.

2) Piştî ku berhem hatiye ketiye destê van endamên komê (weke pirtûk, li ser kaxid), endamên vê komê qîmet dane berhemê û her wisa qîmet dane nivîskara pirtûkê û xwendine. Em weke înstîtu qîmet didin berhemê, didin nivîskar û didin weşanxanê loma ku em dixin nava bernameya xwe ya salê û dinirxînin. Li gorî me xwendin û nirxandina berhemê qîmetdayîneke taybet e.

3) Bi haydariya înstîtuyê û organîzekirina rêveberiya Koma Nirxandina Romana Kurdî, hemû endamên komê weke pirtûka çapkirî (li ser qaxid) bi pereyê xwe stendine û li ber destê wan heye. Li hemû deverên ku endamên komê hene ev pirtûk hatiye belavkirin. Li Kurdistanê (bakur, başûr, rojava, rojhelat), li bajarên Tirkiyeyê (Edene, Mersîn, Antalya, Îzmîr, Enqere, Îstanbûl û yd.), li welatên Ewropa (Almanya, Swisre, Swêd, Fransa û yd.), li Rûsya û deverên din çend endamên vê komê hebin ji wan re hatiye şandin. (Di vir de, bi taybetî em têbiniyekê jî bi ber bîra raya giştî bexînin. Dema ku me van berheman ji endamên xwe re dişand, li Rûsyayê li herêma Novosibirsk Koçenevskyê (Sibirya) dima û şerê Rûsya û Ukrayna riya kargoyê girtibû. Ji ber wê daxwaza PDFa vê pirtûkê ji bo endama me ya ku li Sibiryayê ye, ji bo endamên me yên li Rojavayî Kurdistanê ne jî heman problem hebû, ji weşanxane û nivîskar hatibû xwestin. Lê ji aliyê wan va hatibû redkirin.) Em bi taybet dikarin bibêjin ku ev roman ji weşanxaneyê weke pirtûk hatiye temînkirin û ji endamên komê ra hatiye şandin. Bi tu awayî îthamkirina li ser belavkirina dijital ya înternetê nehatiye temînkirin û bi me ra PDFa vê berhemê tune ye.

4) Beriya ku berhem bê nirxandin ji aliyê rêveberiya komê ve haya niviskar pê hatiye xistin. Û nivîskar bi kêfxweşî qebûl kiriye. Lê berê bi çend rojan beriya roja nirxandinê ji aliyê rêveberên Koma Nirxandina Romanê ve li nivîskar hatiye gerandin, ango telefona wê hatiye kirin, lê mixabin bersiv nehatiye dayîn. Heta yek ji rêveberên komê bi taybet telefonî hevalmala nivîskarê kiriye û gotiye ku; ”Em xwe nagihîjînin nivîskarê, ji kerema xwe re tu bikaribî jê re bibêjî bila bersiva me bide!” Ji bo ku tevlî nirxandinê bibe gelek hewl hatiye dayîn.

5) Li gorî usûl û qaîdeyan, ku îtîrazeke mirov hebe, mirov hin nirxandinan qebûl neke jî mirov dikare bi taybet, bi riyên taybet xwe bigihîjîne komê, ya jî rêveberiya komê da ku rexneyên ku ne li cî ne bibersivîne. Lê nivîskara romana me ya salê ya 6an, bêyî ku haya komê û rêveberiya komê pê bixe li ser twetirê bersivandiye. Vê usûlê jî ne li cî ye. Em vê bersivê rewa nabînin û red dikin.

6) Carinan li zora merov jî here, carinan bi merov xweş ne be jî, rexneyên dostan, rexneyên hevalan, rexneyên hezkiriyên merov, rexneyên xwînerên merov ji bo nivîskariya mirov gelek biqîmet in û bihaya wan a manevî bêpîvan e. Di vir de ragirtin gelek muhîm e. Divê mirov karibe rabigire, hêza ragirtina rexneyan hêza nivîskariya xurt e. Lê mixabin me di nivîskara vê romanê da hêza ragirtinê nedît û em bi ber ketin. Nivîskar bi destê xwe qîmeta xwe daxist.

7) Kîjan nivîskar karibe rexneyan ragire ew nivîskar ew qas hêja û ew qas hêzdar û ew qas xurt e. Em bi nîvîskarên ku rexneyan ragirtine îftixar dikin û bi wan serbilind in.

8) Kesên ku nerazîbûnên xwe li hember nivîskar diyar kirine, endamên me yan jî ne endamên me bin, li ser navê xwe kirine, ew nêrînên wan in, ne yên Înstituya Kurdî li Stockholmê ne.

9) Weke encam;

* Em weke Înstîtuya Kurdî li Stockholmê li ser armanc û hedefên xwe xebatên xwe her didomînin.

* Xebatên ziman û çand û wêjeyê ew ê her bidomin.

* Weke rêveberiya înstîtuyê û ya Koma Nirxandina Romanê me li ser romana 6an biryar da ku em ê nirxandin û rexneyên di derbarê vê romanê û nivîskara vê romanê de vekişînin.

* Em weke înstîtu nirxandinên xwe li ser berheman dikin, em bi tu awayî kesayet û şexsiyeta nivîskar nanirxînin. Em li berhem û aferînekên nivîskaran dinêrin û li gorî wê nirxandinên xwe dikin.

* Em ji hemû endamên xwe û şopînerên xwe lêborînê dixwazin, ku me qîmet da vê romanê û nivîskara wê ji ber ku me xwend û nirxandinên xwe kirin.

* Hemû endamên me jî nirxandinên xwe vedikişînin.

  1. 07. 2023

Digel silav û rêzan

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *