Kamran Simo Hedilî – Çima bêtifaqî? – 2

Çima bêtifaqî? 2 Ev dem û hemû demên we xweş bin, xwendevanên hêja û birûmet. Ez ê cara duyem jî bi gazind û rexeyên zaneyê mezin Ehmedê Xanî dest bi nivîsa xwe ya li ser bêtifaqiyê bikim. ”Kurmanc ne pir bê kemal in Ema yetîm û bê mecal in, Fîl cumle ne cahil û nezan in Belkî sefîl û bê xwedan in.” Ehmedê Xanî Bi vê kurtenivîsê mabesta min ne ew e, dîrokê binivîsim. Lê dixwazim hin sedemên bêtifaqiya îro û bersiva pirsa çima Kurd ji fersendên têne ber deriyê wan nizanin sûd jê werbigirin, binivîsim. Ji bona bersiva vê Hemûyê bibînê…

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê-Mihemed Kurdî

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye.Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê hatiye cihanê. Ji ber ku Mirado  ji mala kinê ye, ew jî bi vî navî( Miradê kinê) tê naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hene, lewre Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab ,çîrok û sitranên kurdî dibe û êdî ku digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê.  Piştî  derketina wî ya ji Hemûyê bibînê…

Zembîlfiroş – Lema Mihemed Elî

Zembîlfiroş zembîla tîne Sûk û kolan digerîne Gulxatûn ji bircê dibîne Aqil diçe sewda dimîne Zembîlfiroş lawkê derwêş e Kerem ke tu were pêş e Qîmetê zembîlên xwe bêje Xatûnê ez tobedar im Ez ji rebê jorê nikarim Zarok birçî ne li mal in Xatûnê gerdenbimorî Şixul nabe bi kotek û zorî Kê ji me çîroka Zembîlfiroş nebihîstiye! An ji devê dapîr û bapîrên me, an ji devê dengbêjên me yên mîna Karapetê Xaço, an jî ji nivîsên wêjevan û helbestvanên me yên mîna Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî û hin wêjevanên din. Marûf Xeznedar di pirtûka xwe ya bi navê Hemûyê bibînê…

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1-

ÇEND GOTIN LI SER DESTANA  MEMÊ ALAN   -1- Yaşar Eroğlu Ev nivîs ji xwendina min a pirtûkeke nivîskarekî ya li ser destana Memê Alan derket. Min pirtûkeke binirx a liser vê destanê xwend. Her çi qas pirtûk bi nirx û rûmet be jî, şîroveya wê li min şaş hat. Min dîtinên xwe weke gotarekê amade kirin. Ev gotara ku ez der barê Destena Memê Alan de dinivîsim ne li ser dîtinên kesekî ne. Min xwest ku beriya rexnekirinê ez di vî warî de çi difikirim, destanê çawa dinirxînim diyar bikim û bi navgîna vê gotarê bi we re parve bikim. Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – ESTETÎK ÇI YE?

Estetîkê çi ye? Estetîk: felsefa lêkolîna xwezaya hunera xweşik e. Estetîk, bê ferqa huner û xwezayê bike, ber bi xweşikbûnê ve çûyîn e. Felsefa bi tenê di berhemên hunerî de berê xwe dide xweşikiyê ye. Ji ber vê yekê zanîsteke xweser e. Kêftelfeta lêkolîna hizirkirina li ser xweşikiyê ye û lêgerîna bicihkirina xweşikiya di berhemên hunerî de ye. Xweşikî û nirxandina felsefa dîroka xweşikiyê bi estetîkê dest pê kiriye. Ji ber vê sedemê, çi aşkere an jî sergirtî be, di hemû beşên çand û felsefê de estetîk heye. Estetîk bi mêzîna hest û pejirandinê, nirxandina pêhesî (sehekî) û hestdariyê dike. Hemûyê bibînê…

Lema Elî – ŞEFEQ

Şefeq  Nizanim çi bi min hat? Çaxa ku çavên min bi çavên wê ketin. Mîna guleyek di nîvê aniya min de biteqe. Ez di cihê xwe de hişk bûm. Her dever di gewdê min de tevizîn. Te yê bigota qey ez felc bûme. Tenê min çavên ez hingavtim didîtin. Çavên hingivîn çirûsk ji wan diçûn. Mîna çavên sihrbazekê bin, ewqas ez kişandim nava lehiyên deryaya xwe ya nenas. Tenê wan her du çavan cîhana min serûbin kirin. Ez bi gavên tirsok nêz bûm ji bona bala ti kesî nekişînim. Tiliya min li ser tetîka qelêşa min bû û bi dilekî Hemûyê bibînê…