Çend pirs – Kamran Simo Hedilî

Çend pirs
Li nav Kurdan hin derdor û kes hene, sedema êrîş û hovîtiyên dagîrkeran, hêzên Kurdistanî berpirsiyar dibînin. Van nêrînên xwe yên teng û pûç jî, bi nave Kurd û Kurdisatanê tînin ziman. Bi axaftinê, xwe ji herkesî welatperwertir nîşan didin. Van rojên dawî jî, ji serxwebûnê kêmtir tiştekî din naxwazin.
Tiştên wisa ne di cih de dibêjin, mirov dikeve gumanê û ji xwe dipirse: gelo bi rastî, şêx Seîd û hevalên xwe bûn sedem ku zêdeyî şêşt hezar mirovên Kurd yên wê serdemê werin kuştin? Wan xwest ku bi hezaran gund werin şewitandin û wêrankirin? Wan xwest ku bi sedhezaran kal, pîr, jin û zarok di rêyên koçberkirinê de bimirin?
Seyîd Riza, Alîşêr û pêşengên wê demê bûn sedem ku şikeftên çiyayên Koçgîr û Dêrsimê ji laşên jin û zarokên Kurdan tijî bibin? An ew çûn ku welatê tirkan dagîr bikin û şer derket? An jî leşkerê dewleta tirkan hatin welatê wan dagîrkirin û ew di komkujiyê re derbas kirin?
Her wisa Biroyê Heskê Têlî û Îhsan Nurî paşa bûn sedem ku ev dewlet piştî komkujiyên xwe li ser serê çiyayê Agirî binivîse Kurdistan li vir hate veşartin? Gelo dibe ku ew mirovên di êrîşên Jon Tirkan de jin, zarok, bav û dayîkên xwe winda kirin tawanbar bin? Ji bona ku li berxwedan?
Gelo Şêx Mehmûdê Barzancî û bawermendên wî bûn sedem ku dewleta Îngilîzan were û beşekî ji welatê wan dagîr bike? An jî tawanbar in ku li dijî dagîrkeran serîhildan û balafirên Îngilîzan bajarê Silêmaniyê bombebaran kirin?
Gelo pêşeng û serokên Xerzan bûn sedem ku bi hezaran jin, zarok û mêrên wan li çiya, gelî, newal û deşta Xarzan werine kuştin? Gelo Xarziyan êrîşî Anqara û Antoliya kirin û bûn sedem ku tirk hemû hovîtiya xwe nîşanî wan bikin?
Gelo Simkoyê Şikakî bû sedem ku şahê îranê rojhilatê Kurdistanê wêran bike û wî bide kuştin? Yanî Simayîl axayê Şikakî xwest ku dewleta Îranê welatê wî dagîr bike û wî ji bona qezanca dewleta Îranê xwe feda kir?
An jî Qazî Muhemed û hevalên xwe bûn sedem ku li meydana çarçira werine kuştin.
Mela Mistefa û hevalên xwe bûn sedem ku bi destên baasiyên nîjadperest bi sedhezaran mirovên Kurd werin kuştin? Bi hezaran gund werin şewitandin û bi hezaran werin valakirin?
Ev kesên ku ji nêrînên partiya xwe pê ve tiştekî din nizanin wer dihizirin ku her kes weke wan in.
Bi wan re jî nivîskarên ku sere xwe ji komputerên xwe dernaxin û tenê aloziyê dixine navbera partiyên Kurdistanî hene. Ev rebenên ku ji civaka xwe îzole bûne hemû tawanbariyên ku dijmin dikin, hêzên Kurdan sedemê kirinên dijmin nîşan didin.
Sedam jî digot, ´´pêşmerge bi leşkerê Îranê re ketin Helepça ji ber wê me li wan da.´´ Bi çekên kîmyayî li Kurdan dida û sûc jî dikire sûcê Kurdan. Enfalkirina sed û heştê û du hezar jin û zarokan jî dikir tawanê pêşmergan.
Îro jî dewlata dagîrker ya tirkan herêma Şengalê, Qerçoxê û gelek deverên din yên Kurdistanê bombebaran dike û sedemê jî hebûna PKKê nîşan dide. Ew dagîrker in, dikarin sedema kirinên xwe bikin sûcê Kurdan. Lê ên ku bi navê Kurd û Kurdistan dipeyivin, çawa dikarin bêjin, sedem hebûna PKKê ye ku balafirên tirkan vê hovîtiyê dikin?
Gelo serdema ku welatê Kurdan dewletên dagîrker di nav xwe de par kirin, ev nivîskar û siyastmeder li wir bûn? Wan ev dabeşkirin pejirand û li ser navê Kurdan îmzekirin ku welatê wan dê bibe çar beş? Heke wisa be û sînorên ku heye nas dikin, dabeşkirina Kurdistanê dipejirênin, bila vê vekirî bêjin. Lê van rojên dawî hemû axaftin û nivîsên wan pesnê serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna Kurdistanê ji xwe re kirine maske. Lê ji bona serxwebûnê jî karekî nakin.
Qet kesî nebihîstiye ku bêjin çi karê leşkerên dewleta tirk li başûr û rojavayê Kurdistanê heye?
Her dibêjin, çi karê filan hêza Kurdan li filan devara Kurdistanê heye?

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *