Bo Çi Rasterast? – Heval Dilbihar
Bi hezaran sal e derbarê bûn, pêkhatin, hebûn, xwebûn û pêşketina gerdûn, cîhan, jiyan, dem, dîrok, civak û her tiştên ku bi wan ve û bi me ve têkildar in,gelek pênase, nirxandin, dahûrandin û şiroveyên piralî yên cuda hatine kirin û hê jî tên kirin; diyar e ku dê heta hetayê jî bên kirin… Bêguman her kes vê yekê li gor nêrîn, hişmendî, rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha xwe ya bîr, hiş, bawerî, zanîn, danehev, hest, giyan û armanc, anku ligor rastî û rasteqîniya xwe dike. Em hemû jî wisa ne. Dixwazî bi zanebûn be, dixwazî ku encama herikîna jêrhişî be, her Hemûyê bibînê…