Sedemên Koçberiya Kurdan – Mihemed Kurdî

Sed sal berî niha Kurdistan bi keftinaLozan”ê, jialiyê dewletên emperyalîst ve hate perçe kirin. Bi rêkeftina qirêj, li ser axa Kurdistanê tixûb hatin danîn û bi rengî kurd ji hev hatin belavkirin û dûrxistin.

Piştî dagirkeran Kurdistan dabeş kirin, carê ji bo misogerkirina deshilatdariya xwe ya li ser axa Kurdistanê çi şêweyên zilmê neman ku li ser serê gelê kurd neceribandin. Dagirker ew qasî hov û xedar bûnku çi caran li ser serê  kurdan ferman, kuştin, jenosîd, komkujî kêm nedikirin. Dagirkerê her beşeke Kurdistanêji yên beşên dîtir zêdetir kurd dikuştinmirov digot qey ev mêtîngerên hov ji bo kuştina kurdan ketine pêşbirkê. Ji ber ku dagirkeran hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiribûn, lewre hebûna kurdan ji bo xwe wek gef didîtin, ji ber ziman, nasname, çand, huner û her tiştên kurdewarî qedexe dikirin. Gelê kurd li hember zilm û zordariya neyaran nerazîbûn û berxwedana xwe nîşanî wan dida û carina li hember wan se radikir.

Gelo çima kurd ser axa xwe koç dikin ? 

Gelek sedmên pirsiyarê hene, wek hûn baş dizanin çi kes eger û sedem ji ser axa xwe bar nake û berê xwe nade  cihekî din ê biyanî. Kurdistanî gelek caran ji bo mafên xwe yên xwezayî û bingehîn li hev civiyane û ketina nava koşîna felatê. ev hewldanên kurdistaniyan bûne sedem ku dagirker tundîtiya xwe li ser wan zêdetir bikinDagirkerên Kurdistanê paşê ji bo ku pêşiyê li berxwedan û rêxistinbûna kurdan bigrin dest bi poltîkayên guhertina demografîk kir. Lewre ji bo ku kurd koç bikin her roj bacên û giran li kurdan ferz kirin, ji bilî berjewendiyên xweçi razemendî li Kurdistanê nekirin, çi derfetên kar li Kurdistanê nehiştin û xortên kurdan bi darê zorê dibirin leşkeriyê . Ev kiryar û reftarên hovane dibûn egera koçberbûna kurdan bo dewletên rojava. Ango kurd gelek caran  neçar diman ku jKurdistanê bar bikin.

Helbet dagirkeran ne tenê di aliyê darayî ve şerê kurdan dikir, di heman demê de di aliyê çandî, leşkerî, siyasî û derûnî de şerê kurdan dikir. Bi kurt û kurmancî dagirkeran rêk deynabûn pêş kurdan an hûn ê ji bo me bîat bikin an hûn ê ji vî warî bar bikin. Ji bilî van her du rêkan çi mafê din ê kurdan tune . Lewre her sal bi deh hezaran kurd  ji bo ewlehiya jiyana xwe qesta Ewropa û dewletên rojava dikirin. Li gel ku rêkên çûyina Ewropa gelekî metirsdar bûn , dîsa kurdan ji ber zilmên giranên dagirkeran neçar diman ku berê xwe bidin van rêkên xetere. Li seranserê Kurdistanê rewş bi heman şêweyê

Gelo ev koçberbûna kurdan bandoreke çawa li Kurdistanê bike ?

Helbet koçkirina kurdan yek polîtîkayên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê ye. Mebesta  dagirkeran jivan polîtîkayên qirêj ew ku demografiya Kurdistanê biguherînin û Kurdistanê ji kurdan vala bikin û paşê li cihê wan gelên dinên ku bîata wan dikin bi cih bikin. Lewre ji bo ku bigihîjin mebesta xwe her roj guvaşên li ser kurdan zêdetir dikin. Biçûyîna her kurdekî/ê re destên neyaran xûrtir dibe û yên kurdan lawaztir dibe. Mixabin encamên van koçan bandorên gelekî neyînî li pêşeroja Kurdsitanê dike.

Pêşiyên me rewşa kurdan a gavê wiha şîrovekirine :Dayika xelkê nabe dayika mirov û welatê xelkê nabe welatê mirov.” Lewre divê em baş bizanibin dayika me kurdan tenê Kurdistan e, ne welatekî din e û ne hewce ye em ji bo xwe li dayikeke din bigerin. Divê em ji bîr nekin dayik dema ku tên jibîrkirin dimirin. Lewre divê em vê îxanetê li dayika xwe nekin. Ji ber yekê divê kurdên li Kurdistanê axa xwe nehêlin û xwedî lê derkevin û divê yên li derve bizîvirin bo Kurdistanê û ji bo felatiya bixebitin. An heke em hemû dev ji  Kurdistanê berdin û koç bikin, dê Kurdistan heta heta ji bo neyaran bimîne. Ji bîrnekin bes me Kurdistanek heye, heke ew tune bibe, ji xwe em kurd tune dibin.

Belê bi rastî ev mijaraSedemên  Koçberiya Kurdan” mijareke bi qasî zeryayekê fireh û kur e lê em kurtasî li ser çend xalên girîng rawestiyanÎca hêvî û daxwaze min ew e ku dumahîk likoçberbûna kurdan .

 

 *Mihemed Kurdî / Mêrdîn

 

25.07.2023

Emaîlmihemedkurd47@gmail.com

Parveke

2 Replies to “Sedemên Koçberiya Kurdan – Mihemed Kurdî”

  1. Li her çar parçên kurdistanê koçkirin berdewame, sedema herî girîng pirsgirêkên kurdan û rêxistinên navxweyî yên kurdan bi xwene, heta Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neken neşên pirsgirêkên xwe yên bi xelkê û dagirkeran ra çareser bikin, oêvîste Kurd şûjina di çavê xwe da bibînin paşê derzîya di çavên xelkê û dagirkeran da bibînin, bi vê rewşê koça cortên kurda dê berdewam bike û yên koçî metropolan kirîn jî dê hestên xwe yên kurdû û zimanê xwe jî ji bîr bikin

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *