ROMANA ”BAZBENDA DAYÊ” – Bahadîn Robar

  Romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê ”Bazbenda Dayê”, ji hêla weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatiye çapkirin. Roman ji 350 rûpelan pêk tê û bi zimanekî herîkbar ê gel hatiye nivîsandin. Ev roman ne tenê vegotina jiyanekê ye; ew neynikeke dîrokî ya qonaxeke tije birîn e ku tê de nifşekî Kurd di bin pêkutî û polîtîkayên asîmîlasyon û derbeyên leşkerî de mezin bûye û li ser sînorên sedsalî pira yekîtiya neteweyî ava kiriye. Bi taybetî berê projeksiyona xwe ji berbanga derbeya leşkerî ya 1980’yan heta destpêka salên 90’î daye rewş Kurdistana Bakur û Tirkiyeyê. Ev berhem, wekî yek ji Hemûyê bibînê…

Du çîrok û Romanek-Yaşar Eroglu

Kurteromana nivîskar M. Şirin Bulğa a bi navê Girava Mirazan di Weşanên Ar de deketiye. Kurteroman ji 135 rûpelan pêk hatiye. Ez ê li ser kurteromana Girava Mirazan nirxandinekê bikim. Nivîskar M. Şirin Bulğa di berhema xwe de bi çîrokên gelerî kurteromanek afirandiye. Honaksaziya berhemê li ser van du çîrokên gelerî ava bûye û du çîrok bi encameke hunerane gihandiye hev, veguhestiye terzê romansaziyê. Ez ê di destpêkê de li ser kêmasiyên romanê rawestim. Serê pêşîn destpêka çîroka Şivan û Tamarê ji qalibê çîrokê tam derbasî qalibê romanê nebûye. Ji ya gelerî zêdetir tiştek lê zêde nekiriye. Divê bi vegotin Hemûyê bibînê…

Tahamûla ji rexneyan re û pêşin hukimî-Şoreş Reşî

Di 4’ê meha Tîrmehê de, ”Koma Nirxandina Romanê ya Înstitûya Kurdî li Stockholmê” pirtûka nivîskar Yildiz Çakar a bi navê ”Deriyê Winda` xwend û li ser wê endamên komê dîtinên xwe pêşkeş kirin. Mehek berî wê jî romana min a bi navê ”Siwariyên Sersor” hatibû nîqaşkirin. Li ser her du romanan jî endamên komê, çi erênî, çi jî neyînî dîtinên xwe anîbûn ziman. Mirov dikarê bibêje ku çarçoveya nirxandinan, pesnan an jî rexneyên li ser berheman hatine kirin hema hema bi heman şîwêyî bûn. Li ser romana min a ku bi salan min li ser lêkolîn kirî, jiyana xwe bexşandiyê, Hemûyê bibînê…

Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû -Mihemed Kurdî

Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm beriya Wêranşarê.  Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me Hemûyê bibînê…