SARYA – Osman Kapan

Pala xwe dabû darê, bi çar çavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên kuskusandî, dixwest hemû derdorê di çavên xwe de bi cih bike. Guhên li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinî! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevdu re dipêşbirkê de bûn. Her duyan bi hev re hestên ditixtixandin

Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja ve dibir. Hest zindî dibûn. Carinann ew di nava deryaya kul û derdan de dixeniqand, carinan hestên  di navaşahî û keyfxweşiyê de difurand!

Demekê dilînî , gewriya tije , nikariqorziya xwe ne bibe, ne bîne. Ji qorziyê xwe hilda jor, çav bi rondikan tije , bayekî xerbî li porê da, çend peşkên baranê barîn. Pêşkekê li çavê çepê da, bi peşkê re bêyî vîna rondikan xwe bera jêr da. kêliyê bi xwe û paşeroja xwe ve mijul . Ne deng di bihîstin, ne tiştek didît. kêliyê ew, rondikên çavan û fizîna bayê xerbî, di hembêza hevdu de bûn!

Piştî qederekê bi ser xwe ve hat, qorziya vebûbû û henase diçû û dihat.  Dîsa bi heman awayî, lebat derdor raçav dikir.  Dema ku bayê xerbî porê mizda û rondik barandî, min ew raçav dikir.  Erê ez ji xwe amin bûm ku nas dikim li ku û ew ? kêlîkê min dikir û nedikir nedihate bîra min.  Ez ketim bîra xwe.  Bîra min ez li çiya gerandim, birim ciwaniya min. Na ew di nava demê de tune

Min xwe berda kolanên zarokatiyê, carinan dibîbikên çavên min de hevalên zarokatiya min zindî dibûn.  Ew carinan dihat û di çû. Na, na û sed carêndin na. Nedihat, di kûrahiya bîra min de winda ! Çiqasî min xwe berda bîrê, sancoyê zor da mêjî, demekê min got ji êşa serî ha çavên min birijin, ha birijin. Ew çiqas ez li bîra xwe digeriyam, ew derdor welê raçav dikir nizanim.

Bi dengê Murat Karayilan re, Serê xwe rakir, bişrînekê xwe li pêça û di heman demê de çavên min li çavên aliqîn. Her tiştê bîra min belav , ew tenê ma. Erê ew , heval û cîrana zarokatiya min. Em  di heman rojê de ji dayîk bûbûn, malên me cîranê hevdu bûn. Me di heman rojê de dest bidibistana seretayi kiribû û bi hev re ji destê mamosta ku me bi zimanê nizanibû û ji bona ku me zimanê nizanî zile xwaribû. Erê ew , ji xwe bawer çûme nik rûniştim û bi dengekî bilind silav dayê. Hîç berê xwe bi min ve nekir, tiliya xwedanî ser lêvên xwe û got hiiiişşş!’

Tenê li hêla dikê dinerî û bi baldarî li Murat Karayilan guhdar dikir. Min heman tişt kir. Çawa axaftin qediya li min nerî û bi navê min î got;hevalê Xoşeng. Me hevdu hembêz kir. Bi bêrîkirina salan me nedixwest ku ev hembêz kirin bi dawî bibe. Hestên min serî ji hiş, vîn û her tiştî stand, rondik mîna baranê barîn û îskeîska min. Bi ken got:Min nizanîbû tu ew qasî dilîn î, lewra bi awayekî din min kirinên te dibihîstin.

Çawa haya ji min hebû, li ku bihîstibû? Dema ku neyar gundê me şewitandî, em deh salî bûn. Ew çûbûne metropolan, em mabûne li bajarokê xwe. Îca min pirsî çawa kirinên min bihîstine. Bi ken got: Min wêneyê te û hevalan dît. Min tu di cih de naskirî. bîra te dema ku em li mala we ji xwe re dilîstin, te hîle li min kir, ji hêrsa bi kêra kalanî min lamikate birîbû, bi dirhê min tu naskirî.

Çawa nedihate bîra min hîn cihê belî . Destê xwe danî ser lamika min û dom kir: Min ji hevalan pirsa te kir, gotin li Heftenînê ye, di demeke kin de bi vir ve were. Îca min ji hevalên ku hûn bi hev re mayî pirsa te dikir, kirinên te ji wan hîn bûm…”

Sohbeta me dirêj . Çend carî di şer de birîndar bûbû, ji hevalan qetiyabû, bi tenê mabû. ligel hemû zor û zehmetiyê xwe gihandibû hevalên xwe. Min pirsî bersivand, pirsî min bersivand. Em li heman herêman, di demên cuda de mabûn, di şevreşên welat de me pêl şopa hev kiribû. Haya min hîç tune bi wêneyê min, ew ji min haydar . Piştî çil salî me li Dortmunda Almanya di Festîvala Aştî û Civaka Demokratîk a 33yan a Çand Û Huner a Navnetewî ya Kurd de hevdu dît. Ew du meh ku ji çiyê hatî. Em bi coş û moral bûn. Lewra xeyala me hasil bûbû. Gel kurd û dostên xwe bi coş bûn. Hemûyan dilsoziya xwe ya bi serok û welat re raber dikir.

Dema em ji hev veqetiyan got: Heval bi hêviya ku em li nava baxçeyên xeyalan hevdu bibînin, bimîne di nava hêviyê de…”

Me careke din hevaltiya pêncî salî kir û min navê çiyê pirsî. Bi ken got: Sarya. Belê min navê pir bihîstibû min nizani ku ew Sarya ye…

Osman Kapan

Parveke