SERPÊHATIYA STRANA SÎNEMÊ
Zeyneb Şirnexî
Strana Sînemê weke gelek stranên kurdî yên kevin (klasîk) xwedî çîrok û dîrokeke girîng û watedar e. Di dirêjahiya dîrokê de gelek stranên kurdî yên dengbêjiyê, li ser bûyerên weke şer, evîn, bêrîkirin, xerîbî, welatperwerî, lehengî û hwd. hatine gotin. Ji ber ku di serdemên kevin de piraniya kurdan, nexwenda û ne xwînerbûn yanî xwendin û nivîsandina wan tûne bû. Lewra bûyerên di nava wan de rû didan bi riya dengbêjiyê vediguhestin nivşên nû. Ev rêbaz hem weke nivîsandina dîrokê û hem jî weke amûra pêşvebirin û parastina ziman, çand, huner û kelepora kurdî dihat bikaranîn. Weke mînak; strana Ebabekirê Şekir Axa, li ser şerî ye. Strana Derwêşê Evdî û Edûlê li ser evînê ye. Strana Evdalê Zeynikê, Qulingo li ser xîzaniye hatiye gotin û gelek stranên din li ser mijarên cur bi cur hatine gotin.
Strana Sînemê jî straneke ji van stranan e ku li ser bêbextî û zilma li ser jinan hatiye strandin. Li gorî lêkolîna me çîroka vê stranê li Botanê, li geliyê Goyan, nêzî Sêgirgê hatiye jiyîn. Li wir kela binavûdeng Kela Gurgêl heye, li rex kela Gurgelê kelhek din bi navê kelha Sînemê (an jî kelha Seîd Begê) heye. Ev bûyer li wir qewimiye. Piraniya dengbêj û lêkolînerên li ser mijarê xwedî zanîn û agahî ne wisa difikirin û wisa bawer dikin. (li gorî hinekan jî bûyer li Xîzanê hatiye jiyîn).
Sînem keçeke jîr, jêhatî, bedew û berketî bûye. Li herêma Botanê zilamekî nîvser re tê zewicandin. Hevserê Sînemê kesekî oldar û sofî ye. Piştî zewaca xwe di serdema çûyîna hec de, hevserê Sînemê jî biryar dide ku biçe hec. Di wê serdemê de hecî ango kesên dê biçin hec bi peyatî diçûn. Lewre çûn û hatina wan bi mehan dom dikir. Hevserê Sînemê jî difikire ku di vê serdema dûr û dirêj de, heta ew ji hec vegere Sînem wê li kû û çawa debara xwe bike û li cem kê bimîne. Li ser vê yekê biryarê dide, ya herî baş ew e ku Sînemê êmanetî Melayê gundê xwe bike. Hevserê wê diçe cem Melayê gund û jê re dibêje, “ez ê herim hec, lewre kesê ez pê bawer bim ku Sînemê êmanet bikim tenê tu yî. Bila Sînem hem li cem te Quranê bixwîne û hem jî tu wê hay jê hebî. Mela jî bi keyfxweşî vê pêşniyarê erê dike.
Piştî hevserê Sînemê berê xwe dide oxirê û pişta xwe dide gund, Sînem jî li cem Melayî dest bi xwendina Quranê dike. Her roj di demê hatî diyarkirin de Sînem elîfba û cizûyên xwe digire û berê xwe dide mizgeftê. Piştî çend caran seyda dersê nîşanî Sînemê dide û şûnde, dilê xwe lê xira dike û destdirêjî û dehw li Sînemê dike. Sînem destdirêjî û xwesteka wî red dike û li hemberî wî bertek nîşan dide. Her wiha tiştên ku mela jê dixwaze hemû pê pirtilkê teyr û hibrê li ser kaxezekê dinivîse û weke delîl li cem xwe vedişêre.
Melayî bi israr xwesteka xwe ya destdirêjiyê didomîne. Li ser vê yekê Sînem ji seydayî re dibêje, “êdî ez nayêm dersê” û dev ji xwendina Quranê berdide. Melayî ji Sînemê re dibêje, “ger tu neyê û daxwaza min qebûl nekî, dema hevserê te hat ez ê bêjim Sînem ji sibehê heya êvarê bi xortan re, radibe û rûdine û li kêfa xwe dinêre.” Sînem diçe mala xwe li bendê ye ku hevserê wê vegere û giliyê melayê ku destdirêjî û daxwazên bêexlaqî jê kirî jê re vebêje. Bi vî awayî mela li mala xwe li pey dek û dolaban e ku li Sînemê bike, difikire. Dem diherike û dema hatina heciyan a ji hec tê. Heçî mela ye ji ber çûn û hatina cimaet û mêvanan a ji bo mizgeftê agahiya hatina heciyan a ji hec seh dike ku nêzî gund bûne. Sînem jî di mala xwe de li bendê ye ku hevserê wê di demeke nêzîktirîn de were malê. Lê mela bi tevî çend kes û gundiyan diçe pêşwaziya heciyan. Hêj hecî dûrî gund nêzî Rezê Mîran pêşberî kelhê xwe digihîne wan û hal û hewalê wan dipirse. Piştî xêrhatina wan dike hevserê Sînemê ji bi kelecan pirsyariya rewşa Sînemê ji melayî dike. Dema hevserê Sînemê pirsyariya wê dike, Mela axîneke kûr dikêşe û dibêje; ma ez ji te re çawa vebêjim. Ji roja tu çûyî heya niha mala Sînemê bûye cihê xortan. Kî diçe û kî tê nediyar e, sibe heya êvara bi xortan re radibe û rûdine, li keyf û karê xwe dinêre. Her min çi kir û nekir min çare jê nekir.
Hevserê Sînemê jî baweriya xwe bi gotinên melayî aniye. Ew ji xwe re dibêje, mela ye, alim e û ehlê xwedê ye, ew derewan nake. Lewre dilê wî li hemberî Sînemê tije hêrs û kîn dibe. Ji hêla din ve Sînemê xwe ji bo pêşwaziya hevserê xwe xemilandîye û li ber derî li benda hatina wî sekiniye. Dema hevserê wê digihêje biniya pêlpêlikên kelhê Sînem jî ber bi wî ve berjêr diçe. Hevserê wê bi wê hêrs û kîna ku melayî ew tije kiriye, bêyî ku pirs û pirsyarê bike, radihêje xencera xwe û li singê Sînemê dixe. Dema xencer di canê Sînemê de diçe xwar, Sînem fêm dike ku melayî bêbextî lê kiriye, lewre pê re pê re kaxeza ku kiryarên melayî tê de nivîsandî ji paşila xwe derdixe û raberî hevserê xwe dike û dibêje, “xwedê mala bêbextiyê xirab bike.” Dema hevserê wê berê xwe dide kaxezê û dixwîne, dibêje, “Hey hooo min çi kir?” Dest diavêje Sînemê vir ve û wir ve radike, lê mixabin feyde nake û Sînem ranabe, canê xwe dide. Piştî vê bûyerê hevserê Sînemê gelek poşman dibe û vê strana li jêr li ser Sînemê distire.
Sînem
Ay lê Sînem delalê çima tu Ii min damayî
Mehbûba li ber dile min ê, çima li min damayî,
Sînem ay lê Sînem lê hêhê lê, Sineeem ew belekena çavan
te wê Ii min kil dayî xwedê xira bike mala vî melayî
Ew melayê rihikê xwe berdayî,
Sînem ay lê çawa kaxeza min li cem rebê alemê spî bû,
vî teresî hibra reş lê dayî wey delalê,
hey hey hohoo hohoo hohoo ey Sînem hêhêêê
Ay de rabe Sînem, mehbûbê Sînem, şengê şoxê şirînê Sînem
Wey te derd heye ooy wey delalê derman nîn eee.
Ay lê Sînem rabe ji xewa şirîn, ev çi dem e Sînem
Mehbûba li ber dile min ê rabe ji xewa şirîn ev çi dem e
Sînem ay lê hêhê lê Sînem, dev û lêvên te taxim in,
Sing û berî û bedena Sînema min mîna qumaşê li nav ecem e
Sînem ay lê çavê xelk û alemê rojikê îd û erefatan
fitrê serê xwe didinê wey delalê êêê ey
hê hêê hêê hohoo hohoo hohoo oy lê êêê
Sînem Hêhê hêhê wey delalê, ez fitra serê te me Sînem
De rabe Sînem, dilberê Sînem, mehbûbê Sînem Şengê şoxê şirînê Sîneeem
Hey derd heye eee hohoo mala min derman tunî ne
Ay lê Sînem ez ê li Hizanê d’meyzînim bihar e
Sînem Mehbûba li ber dile min ê
w’ez ê li Hizanê d’meyzînim bihar e Sîneeem
Ay lê hêhê lê Sînem kulîlkên sosin û beybûnan
Hey hey hohoo hohoo hohoo Sînem hêhê êè
Ax de rabe Sînem, dileberê Sînem
Mehbûbê Sînem, şengê şoxê şirînê Sînem
Hey te derd heye ee, ooy ooy evdalê derman tunî ne
Pala xwe dane guhara Sînem
Ax lê gelî birano ditîna min û Sînema min
bûye carek yek carê wey delalê hêhê
Li gorî dengbêjên herêma Botanê Hecî Ehmedê Şilyanî, Xelîlê Serigî û nivîskarê Antolojiya Dengbêjên Botanê Bahadîn Robar dema strana Sînemê li ber giyasînemê tê strandin pelên wê weke ku bayek dijwar lê bide diweşin. Li ser vê angaştê H.Ehmedê Şilyanî dibêjê, “min bi çavên xwe dît birayê min Hacî Smaîl li ber tayekê giyasînemê strana Sînemê stra û pelên wê weke baranê weşiyan xwarê.” Ew dibêje, “me got dibe ku jixwe pelên wê weşiyabin an jî ev nazik û lawaz bibe lewre pelên wê weşiya bin, ka li ber kursek din vê stranê dîsa bistire. Wî li ber kursek (tayek) din strana Sînemê dîsa stra û dîsa li pêşberî çavên me ve pelên wê jî yek bi yek weşiyan.” Her çi dibe bila bibe di nava gelê Botanê de wisa tê bawerkirin.
Zeyneb Şirnexî
