Muqades Agirî – Dîroknas û helbestvana kurd Mestûre Erdalan

DÎROKNAS Û HELBESTVANA KURD MESTÛRE ERDELAN Di gelek civakan de, di gelek qadên jiyanê yên zanistî de, her çiqasî  pêşî li ber pêşketina jinê hatibe girtin jî, dîrok nîşanî me dide ku, jin ku xwedî derfet bin çiqas hûnerên bedew  derdixin holê. Wekî her qadên zanistî, di wêjeyê de jî jin, bi pênûsa xwe, wekî deryayekî diherikin li ser rûpelan.  Meriv dikare bibêje ku jin, hestên xwe yên kûr û hêstên xwe yên nazenîn dikin yek û hûnerên nemir li pey xwe dihêlin. Yek ji van jinên jêhatî, serketî û bi bandor Mestûre Erdelan e ku, hem dîroknas,  hem jî Hemûyê bibînê…

Muqades Agirî – Risteyên dengê bêdengiyê

RISTEYÊN DENGÊ BÊDENGIYÊ Li her derê cîhanê, jiyan û berxwedana jinan bêguman zehmet e. Hin nivîskarên jin, bi rêzikên xwe bûne dengê jinan. Yek ji van jinan, helbestvana Kurd Jîla Huseynî ye. Jîla Huseynî, di sala 1964’an de, li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Keça dadger û zana Mehran Huseynî ye ku, xwediyê  pirtûkxaneyeke  dewlemend bû. Her wiha bapîrê bavê wê  Şêx Evdilqadir, helbestvan û dengbêj bû. Malbata wê, bi wêjeyê re eleqeder bûn. Jîla di bin siya bavê xwe de bingeha wêjeyê danî. Jêhatîbûna Jîlayê di dibistanê de jî, berbiçav bû. Ew di demeke kin de bala Hemûyê bibînê…

Têngîz Sîyabendî – ”Çîroka Şêrîn û Şerbetê”

”Çîroka Şêrîn û Şerbetê” Têngîz Sîyabendî Hebû tunebû, carek ji caran rehma li dê û bavê hazir û guhdaran. Di malekê li ber daristanê de mêr û jineke ciwan hebûn. Du qîzên wan ên cêwî bi navên Şêrîn û Şerbet hebûn. Ji bilî vê malê û malbatê pê ve maleke din û malbateke din tunebû. Mêr û jin pey zewacê hatibûn vê derê û bi destê xwe li ser vê çiyayê biçûk ji darên daristanê xanîyeke pir bedew û hewaskar avakiribûn. Dê û bav zarokên xwe baş terbîye kiribûn û li gor rêya Xwedê mezin kiribûn, wekî di temamîya jîyana Hemûyê bibînê…