Kamran Simo Hedilî – ’’Lehengê’’ jimara 8

’’Lehengê’’ jimara 8 Çi dema ku ez çavbirçîtî û xwestina xapandin û kuştina kurdan ji rêveberên tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya ”lehengê” numara 8 tê ber çavên min û kenê min tê. ”Lehengê” jimare 8. wilqasî çavbirçi ye û ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhmnake ku hinên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Hesabê perên ku ji xapandinê dê qezanc bike dike û berê xwe dide doktor. Lê ew tê xepandin û zerarê dibîne. Ez zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo hûn û çîroka ”lehengê” numara 8 bi hev re ne. Doktorek, di rojnaman Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Şeva pisê Qeys

ŞEVA PISÊ QEYS Diyarî Ji Bo Roja Çîrokê Ya Cîhanî Di welatê me de gelek çîrok û serpêhatî hene ku bûne hafize ango vebîr ji hemû endamên civakê re.  Her wiha ev çîrok û serpêhatî ji bo wan perwerdehiya jiyanê ye jî.  Kesên ku di perwerdehiya hafizeya civakê de kêm bibin ji bo wan her tim kêmasî ye.  Nexwasim di deverê çol û pesar yên wek herêma Botanê de nikarin bêyî vê hafizê kar û barê xwe wekû tê xwestin bi rêve bibin.  Hinek demsal ji bo wan salnameya jiyanê ne.  Hinek roj û hefte jî ne wek rojên ji Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Çîroka Sînemê

ÇÎROKA SÎNEMÊ Min dixwest serboriya çîroka Sînemê fam bikim. Tevî ku ji zaroktiya xwe ve min guhdariya strana-payîzoka Sînemê kiriye jî, min peyam û çîroka wê ji binî ve nedizanî. Min xwest ji devê mirovekî ku ew jî bi qasî min hez ji vê payîzokê dike bibihîsim û tevnekê jê re deynim ku bibe roman, efsane û wekî tomarkirî ji kelepûra kurdî re bimîne. Lê ewqasî derfet û wext û cihwarê min nebû wisa berfereh binivîsim. Min jî guhdarî birayê xwe kir wexta ku strand, tomar kir û kurteya vê serboriyê, efsaneyê nivîsand, .Mesela ”çîroka sînemê”, meseleya zelamekî mela ye. Hemûyê bibînê…

Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.

Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE. Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin… Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê,  ji bo qewmê xwe Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Sofî Osê

Sofî Osê Çawa ji der ve hate malê li ser qenepê rûnişt û rahişte komandê. Bi komanda di destê xwe de televizyon vekir. Ew kenal girt yekî din vekir her ku kenal guhartin mahdê xwe tirştir dikir. Li hemû kenalên televizonên kurdî nêrî. Kîjan vekir, penêlên jinan, meşên jinan û axiftinên li ser tund û tûjiya li dijî jinê hebû. Li benda nûçeyan bû, lê di tu kenalan de nûçe tunebûn. Bi wê mahdtirşiyê li pêşberî televizyonê li ser qenepê xwe dirêj kir. Hê nû qelpaxên çavên wî çûbûn ser hev ji nav komê keçeke ciwan dest bi qêrîna dûrûşman Hemûyê bibînê…