Nîqaşên Li Ser Kirdan/Zazayan – Mihemed Kurdî

Nîqaşên Li Ser Kirdan/Zazayan – Mihemed Kurdî Heke babet kurdên zaza! bin, bêgûman şer û nîqaşên giran jî pê re tên kirin. Vêca min jî nivîsandina vê mijarê ji bo xwe wek erkek netewî dît. Ez ê di nivîsara xwe de hewl bidim ku babetê û mebesta wê rave bikim. Nîqaşên li ser kurdên zaza di van rojên dawiyê de dîsa ketiye rojevê, bi taybet jî li ser çapemeniya civakî. Di derbarê babetê de hizrên cuda têne gotin, hindek alî dibêjin zaza ne kurd in û neteweyeke serbixwe û cuda ne, hindek dibêjin zazakî/kirdkî ne zaravayekî kurdî ye û zaza Hemûyê bibînê…

DI DÎROKÊ DA PÊŞÇÊBÛNA ZIMANAN- Dilbêzarê Bêkes

Di cîhanê de, dîrok û temenê zimanan bi hejmara peyv û zaravayên wan tên pîvan. Lewma, di destpêka zimanan de nivîs tunebûye ku dîrok were nivîsîn. Ev rêbaz, wek di hin kanunên fizîkê de ku du tiştên dîyar hebûn û nirxê tiştek ne dîyar didin zanîn. Herwiha, ziman jî bi peyv û zaravayên wan dîroka temenî wan dîyar dibe. Di cîhanê de, ziman bi destpêka xwe heta hezar salan pişt re xwe dikemilîne. Piştî wê xwe kemilandina hezar salan, devok û zarava ji wan zimanan peyda dibin. Temenê wan devok û zaravayan jî di navbera çarsed û pênset salan da Hemûyê bibînê…

Bi Sitranên tirkî Qirkirina Çanda Dawetên Kurdî – Mihemed KurdÎ

Çand, nasname û hebûna gelan e û di heman demê de hêmana ku neteweyan ji hev cuda dike jî her çand e. Çand, reng û taybetmendiyên neteweyan diyar dike. Hemû nirxên neteweyan di çanda wan de veşartî ne. Ango çand ziman, bawerî, dîrok, taybetmendiyên gelan di nava xwe de dihewîne. Em kurd jî xwedî çandeke rengîn û taybet in. Çanda dawetê di nav gelê kurd de, çandeke gelekî taybet û girîng e. Dawet nîşan û rengên gelan diyar dikin. Gelê kurd jî bi dawetên xwe yên  rengîn  nav û dengê xwe li hemû deverên cihanê belav kiriye. Dawetên kurdan bi Hemûyê bibînê…

Çima Bêtifaqî 5- Kamran Simo Hedilî

“Emma ji ezel Xwedê wisa kir Ev rûm û ecem li ser me rakir Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye şa’ir û feqîran” Mamoste yê mezin, zaneyê netewî Ehmedê Xanî li serdema Kurdîstan di navbera Osmanî û Sefawiyan de bû du beş, hawara xwe digehîne serkêş û rêberên wê serdemê. Mîr û emîran vedixwîne helewesta yekîtî û namûsgêriyê da tifaqa xwe çêbikin û welatê xwe rizgar bikin. Îro jî zane û dilsoz dikin hawar da serok û serkêşên civatê bêne ba hav û çareyekê ji tifaqê re bibînin. Heke newin gel hev û vê fersendê winda bikin, Hemûyê bibînê…

Di kana jiyanê de ez gihîştin dengê Kurdî – Leylana Sidiq

Nêzîkê bîst salan e ku ez li rûyê dinê bi dû zimanê xwe ketime. Digerim carina dinalim carna jî dikenim. Gellek caran jî bêhna min diçikê ew ê demê li nav kezeba min êş peyda dibe û dilê min ditengije mejî li min ditevize. Ew ê demê êşek li nav her du qolincên min peyda dibe. Bi qasê deqeyek an jî çilkek hestên min jî bi xwe re vedimirîne. Dema ez li xwe dinêrim bi tena sere xwe çavên min ne mirî ne. Ez dixwazim bibezim û birevim, ez li kezeba xwe dinêrim. Ew ê demê ji derdê mirovan ez Hemûyê bibînê…

Zewaca ligel tirkan û xetereyên wê – Mihemed Kurdî

Çawa ku Xweda nebat û ajal ji nêr û mêyan afirandine, her wiha mirov jî ji van her du beşan ango ji jin û mêran afirandine. Ev her du beş jî ji bo ku jiyaneka hevpar pêk bînin di hindek mercan de li hev dikin, vêca ji vê rewşa lihevkirina evan her du beşan (jin û mêr) re zewac tê gotin. Li gor bawerî û çanda kurdan zewac tişekî gelekî girîng e. Her çiqas kurd û tirk di serdemên berî niha, di bin sîwana heman dewletan de mabin jî lê rastiyê de ev her du gel ji aliyê jiyanî, hunerî, Hemûyê bibînê…

Xeletiya Tê Spartin Ziman – Yaşar Eroglû

Min gelek caran bi riya weşanê li ser paşgira ‘van’ û bikaranîna wê ya şaş dîtinên xwe anîn ziman. Lê bikaranîna şaş hê jî berdewam e û ez ê careke din li ser mijarê û bi hin aliyên wê yên nîqaşê rawestim. Paşgira ‘van’ weke paşgirên din peyvçêker e. Bi serê xwe wateya wê nîn e lê dema li paş navdêrekê tê danîn navdêreke nû pêk tîne û wateyeke din li heyîna gotinên kurdî zêde dike û gencîneya kurdî berfireh dike. Ziman hêmayeke zindî ye. Lê zêde dibe, tê dizê, diguhere, vediguhere, hin hêma jê tên jibîrkirin, wate diguherînin, transforme Hemûyê bibînê…