Daxwazname

DAXWAZNAME BI KURDÎ KURMANCÎ ”ZIMANÊ KURDÎ BI HEBÛNA ZARAVAYÊN XWE DEWLEMEND E.” – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Başûrê Kurdistanê re. – Ji meclis, partî, sazîyên perwerdeyê û serokên saziyên Rêveberîya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re. Di vê roja 21ê sibatê ROJA ZIMAN a navneteweyî de, ji bo têkûzkirin û pêşxistina zimanê kurdî daxwazeke me ji we heye. Hemû zaravayên kurdî zarokên vî zimanî, kulîlkên vî welatî, xwîşk û birayên hev in. Bi qelsmayîna yek ji zaravayê kurdî, zimanê kurdî bi xwe qels û jar dibe. Ji bo ku em bi kurdî baştir ji hev fam bikin, Hemûyê bibînê…

Muhsin Özdemir – Şeva pisê Qeys

ŞEVA PISÊ QEYS Diyarî Ji Bo Roja Çîrokê Ya Cîhanî Di welatê me de gelek çîrok û serpêhatî hene ku bûne hafize ango vebîr ji hemû endamên civakê re.  Her wiha ev çîrok û serpêhatî ji bo wan perwerdehiya jiyanê ye jî.  Kesên ku di perwerdehiya hafizeya civakê de kêm bibin ji bo wan her tim kêmasî ye.  Nexwasim di deverê çol û pesar yên wek herêma Botanê de nikarin bêyî vê hafizê kar û barê xwe wekû tê xwestin bi rêve bibin.  Hinek demsal ji bo wan salnameya jiyanê ne.  Hinek roj û hefte jî ne wek rojên ji Hemûyê bibînê…

Ahmet Anaç – Di romanê da mijar û naverok mafên nivîskar in, vegotin û şêwaz mafên xwendevan in

 DI ROMANÊ DA MIJAR Û NAVEROK MAFÊN NIVÎSKAR IN VEGOTIN Û ŞÊWAZ MAFÊN XWENDEVAN IN. Ez di vê gotarê da dixwazim hinek li ser mijar û naverok û vegotin û şêwaza romanê rawestim. Çawa helbestvan, çîrokbêj, feylezof, civaknas; zanist û têkildar û peywirdarên teknolojiyê, kîjan mijaran hildibijêrin, li ser kîjanê rawestin ew serbest û azad in; her wiha nivîskar jî di romanê da, ji hêla mijar û neverokê va serbestû azad in. Nivîskara/ê romanê dikare her tiştî ji xwe ra bike mijar û naveroka xwe diyar bike. Ew dikare li ser tiştekî ji rêzê jî û ew dikare li ser Hemûyê bibînê…

Têngiz Siyabendî – Kurmanciya Ermenistanê

Kurmanciya Ermenistanê  NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ Êzdiyên ku niha li Ermenistanê  dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê ve hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha Hemûyê bibînê…

Nirxandina Pirtûka Medesa a nivîskar Ahmet Anaç

Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content

Muhsin Özdemir – Çîroka Sînemê

ÇÎROKA SÎNEMÊ Min dixwest serboriya çîroka Sînemê fam bikim. Tevî ku ji zaroktiya xwe ve min guhdariya strana-payîzoka Sînemê kiriye jî, min peyam û çîroka wê ji binî ve nedizanî. Min xwest ji devê mirovekî ku ew jî bi qasî min hez ji vê payîzokê dike bibihîsim û tevnekê jê re deynim ku bibe roman, efsane û wekî tomarkirî ji kelepûra kurdî re bimîne. Lê ewqasî derfet û wext û cihwarê min nebû wisa berfereh binivîsim. Min jî guhdarî birayê xwe kir wexta ku strand, tomar kir û kurteya vê serboriyê, efsaneyê nivîsand, .Mesela ”çîroka sînemê”, meseleya zelamekî mela ye. Hemûyê bibînê…

Helbesta klasik, li gel Endamên Înstîtuya kurdî

Please accept YouTube cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from YouTube, a service provided by an external third party. YouTube privacy policy If you accept this notice, your choice will be saved and the page will refresh. Accept YouTube Content