Zewaca ligel tirkan û xetereyên wê – Mihemed Kurdî

Çawa ku Xweda nebat û ajal ji nêr û mêyan afirandine, her wiha mirov jî ji van her du beşan ango ji jin û mêran afirandine. Ev her du beş jî ji bo ku jiyaneka hevpar pêk bînin di hindek mercan de li hev dikin, vêca ji vê rewşa lihevkirina evan her du beşan (jin û mêr) re zewac tê gotin.

Li gor bawerî û çanda kurdan zewac tişekî gelekî girîng e. Her çiqas kurd û tirk di serdemên berî niha, di bin sîwana heman dewletan de mabin jî lê rastiyê de ev her du gel ji aliyê jiyanî, hunerî, çandî û tebîetî ve gelekî ji hev dûr in. Ango wan serdeman têkilî û danûstandinên kurd û tirkan gelekî lewaz bûne. Lê belê ev rewş piştî ku tirk li mezintirîn beşa Kurdistanê ango li bakurê Kurdistanê bûne serdest hêdî hêdî veguherî. Roja ku tirk li bakurê Kurdistanê bûne serdest heta vê kêliyê, ji aliyî ziman, çand, huner û bawerî ve  politikayên bişaftin û qirkirinê yên herî qirêj li ser kurdan dimeşînin. Yek ji van politikayên qirêj jî zewac e. Di van salên dawiyê de li bakurê Kurdistanê zewaca ciwanên kurd ligel keç û xortên tirkan zêde bûne.

Gelo ev zewacana dibin eger û sedemên çi ?

Berî her tiştî zewaca kurd û tirkan politikayeke ji polîtikayên qirêj a qirkirin û tunekirina gelê kurd e. Lewre divê kurd hişyar bin û hay ji vê xetereyê hebin. Gelê tirk sed sal in bi pergala yekperestî hatiye perwerdekirin, vê pergala mêtînger wisa li tirkan kiriye ku tirk hebûna çi kesên ne ji wan be nas nekin. Vêca divê kurd baş bizanibin zewaca ligel tirkan pejirandina qirkirin û tunekirina kurdan e û di heman demê de erêkirina bindestbûna tirkan e. Ev zewacên bi vê şêwazê jî rêbazeke ji rêbazên bişaftin û tunekirina kurdan e. Jixwe zarokên di encama van zewacan de çêdibin jî hemû bi tirkî diaxivin û dibêjin em tirk in û çi tiştekî kurd û kurdewarî jî bi wan zarokan re namîne. Çi girîngiya navbera wê nîn e ku keç an jî xortên kurd bi tirkan re zewicî bin, lewre heke dayik kurd û bab tirk be jî zarok li ber pêlên pişaftinê winda dibin û heke ku bab kurd û dayik tirk be jî dîsa heman tişt e. Ji ber ku tirk sed sal in ji her alî ve serdestên kurdan in, lewre zarokên ji van zewacan çêdibin ji ber xwe ve dibin tirk. Divê keç û xortên kurdan baş bizanibin dema ku ew ligel tirkan dizewicin dibin kujerê kurdî û kurdbûnê.

Heke li bakur ne ji zewaca kurd û tirkan ba, dê hêstên kurdan yên neteweyî hîna xûrt û geştir bûna. Mixabin ev zewacên bi vî rengî bûne sedemên gelek xeteriyên din jî. Yek ji wan xeteriyan ew e, gelek kesên ku ligel tirkan zewicîne yan jî yên ku zarokên xwe ligel tirkan zewicandine, dibêjin; ”me û tirkan, me jin dane hev du em êdî yek in, lewre çênabe em ji hev cuda bin”. Wekî hûn jî dibînin ev zewacana dibin sedem ku kurd ji hestên neteweyî dûr bikevin û dev ji  doza Kurdistanê berdin. Berî her tiştî ev nêzîkatî ji bo şehîd û pakrewanê vê dozê îxaneteke gelekî mezin e. Lewre mafê me çi kesî nîn e ku em îxanetê li doza Şêx Seîd, Qadî Muhammed, Leyla Qasim û Seîd Riza bikin. Ev lehengan û gelek dinên jî ji bo xatirê vê dozê giyanên xwe ji dest dane, vêca çênabe em ji bo xatirê keç û xortên tirkan dev ji doza wan berdin.Ji bîr nekin çawa ku av û agir nabin yek kurd û tirk jî nabin yek.

Li bakurê Kurdistanê gelek rêbazên ku kurd pê têne bişafin hene lê ji van rêbazan a herî qirêj ew e ku êdî kurd bixwe jî noqî vê pêla kujer dibin. Ango êdî dayik û babên kurd jî zarokên xwe bi mantiq û çanda tirkî mezin dikin. Lewre êdî ji bo pişaftina zarokên kurdan hewcehî bi zewaca ligel tirkan nema, ji xwe êdî em ji wan baştir zarokên xwe dibişêvin. Ev jî tê wê wateyê êdî kujerê me kurdan dîsa em kurd bixwe ne. Bê gûman dayik û  babên kurd ji ber nezanî û xwenenasînê xeletiyên wisa dikin. Lê ya xerbatir jî ew e dema ku dayik û babên kurd zarokên xwe dibişêvin, xwe gelekî serkeftî û jîr dibînin. Îca ya me bi saxî jî dikuje ev e. 

Helbet ez nabêjim bila kurd yek carî ligel tirkan nezewicin. Lê heta ku kurd li ser axa xwe bindestên tirkan bin û heta ku tirk jî stratejî û polîtîkayên qirkirinê yên li ser kurdan bimeşînin wê demê zewaca kurdan a ligel tirkan dê tenê bibe sedem û egera qirkirina wan. Heke kengî welatê kurdan azad û serbixwe bû û kurd li ser axa xwe bûne deshilatdar wê demê kurd dikarin ligel tirkan jî û ligel gelên dîtir jî bizewicin lê zewaca di vê rewşa niha de, dê encamên gelekî xirab ji bo pêşeroja gel û welatê me bîne.


Pêşiyên me çi xweş gotine ”Heke dil kurd be, dîlber jî kurdî ye.”  Vêca gazî û hewara min ji bo keç û xortên kurdan ew e ku ji bo xwe û pêşeroja welatê xwe dildarên kurdewarî hilbêjêrin.

 

Mihemed Kurdî – Mêrdîn

E-Maîl:mihemedkurd47@gmail.com

Parveke

2 Replies to “Zewaca ligel tirkan û xetereyên wê – Mihemed Kurdî”

  1. Hest û dilê te sax be Mihemed Kurdî.
    Wateyek giring te bi zimanekî xweş nivîsandiye. Bi keyf û balayek tîr xwend.
    Mala te ava.
    Serkeftî.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *